"Nirxa ku ji zarokan re tê dayîn rûyê rastîn ê mirovahiyê ye ku di neynika wijdanê de tê dîtin."
20ê Mijdarê ne tenê rojek di salnameyê de ye; ew helwestek exlaqî ye ku berpirsiyariya mirovahiyê ya li hember zarokan tîne bîra mirov. Wekî roja ku Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî di sala 1989an de hate pejirandin, ev dîrok sembola lihevkirina gerdûnî ye ku divê zaroktî were parastin. Ev peyman zarokan ne wekî mezinên piçûk, lê wekî kesên serbixwe yên bi hest, raman û nirxên xwe pênase dike. Felsefeya wê ew e ku mirovê herî bêparastin hêjayî parastina herî mezin e.
Mafên zarokan li ser bingeha van têgihîştinan hatîye danîn:
Asta rastîn a pêşketina civakekê bi ewlehî, evîn, edalet û wekheviya derfetan a ku ew pêşkêşî zarokên xwe dike tê pîvandin.
Lêbelê, cîhan ji vê îdealê pir dûre. Binpêkirinên mafên zarokan ne tenê li deverên şer, lê di heman demê de li bajar, mal, kolan û qadên dîjîtal ên ku jiyan lê bûye rûtîn jî çêdibin.
Îro, bi mîlyonan zarok ji bendên herî bingehîn ên peymanê bêpar dijîn: Zarokên di siya şeran de mafên xwe yên perwerde, stargeh û ewlehiyê winda dikin; hîn jî kesên ku di temenê biçûk de dibin leşker hene.
Xizanî zarokan ji mafên wan ên herî bingehîn, wek xwarina tendurist, gihîştina ava paqij û lênêrîna tenduristiyê bêpar dihêle.
Karkeriya zarokan li gelek deverên cîhanê rastiyek nedîtî dimîne. Bi mîlyonan zarokên ku di çandinî, pîşesaziyê, maden û li kolanan de dixebitin, dema xwe ya lîstikê bi xebatê derbas dikin.
Zewaca bi zorê û îstîsmar jiyana zarokan wêran dike.
Hema bêje berî ku ew ji dayik bibin, bêparhiştina mafê perwerdeyê pêşeroja bi sed hezaran
zarokan tarî dike.
Rîskên di cîhana dîjîtal de nepeniya zarokan, ewlehiya psîkolojîk û pêşveçûna nasnameya wan tehdît dikin.
Ev binpêkirinên mafên zarokan ne tenê îstatîstîk in; ew nîşaneyên ceribandineke wijdanî ne ku mirovahiyê hîn temam nekiriye.
Felsefeya Roja Mafên Zarokan
Ev roj li ser sê prensîbên girîng ên rewşenbîrî hatiye avakirin:
Prensîba Exlaqê ya Parastinê: Her zarokek hêjayî parastineke mezintir e ji ber ku ew ji mezinan bêtir bêparastin e. Ev ne qencî ye, lê erkê exlaqî yê mirovahiyê ye.
Nirxa Beşdarbûnê: Zarok ne tenê di pêşerojê de, lê di dema niha de jî kesên çalak in. Guhdarîkirina wan, rêzgirtina li ramanên wan û dayîna dengê wan di biryarên jiyanê de bingeha çandeke demokratîk e.
Prensîba Wekheviyê: Divê tu zarokek ji ber cihê jidayikbûna xwe, dahata malbatê, zayend, etnîsîte, ol, an taybetmendiyên xwe yên fîzîkî li paş nemîne. Bingeha mafên zarokan ew e ku ji bo her kesî derfetên wekhev peyda bikin.
20ê Mijdarê roja bîranîn û rûbirûbûnê ye ne roja pîrozkirinê. Wateya vê rojê heta ku binpêkirinên mafên zarokan bi dawî nebin, nayê bicihanîn. Ji ber ku parastina zarokan ne tenê parastina jiyana wan e, lê di heman demê de parastina wijdan, pêşeroj û aştiya civakan jî ye.
Roja Cîhanî ya Zarokan rastiyekê tîne bîra me: Ger em cîhanek dadperwertir, ewletir û aştiyanetir dixwazin, divê em bi zarokan dest pê bikin.
Her zarokek, bi potansiyela xwe, ji bo mirovahiyê çirayek hêviyê ye. Parastina wê ronahiyê berpirsiyariya me ya hevpar e.
(AÖ/AY)







