Fotograf: Murat Bayram
Diljen Ronî li gel karê muzîk bi karê doktoriyê re jî mijûl e. Bandora jiyana wî ay doktoriyê û serpêhatiyên wî bandora xwe li ser muzîka wî jî kiriye. Diljen Ronî di nava rojê de jî dîsa her bi karê muzîkê re mijûl e û stranan qeyd dike, helbestan dinivîse û aranjeya muzîkan çêdike.
Van rojan li mala xwe muzîkan saz dike û wan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî par ve dike.
Va ye bersivên Diljen Roniyî yên ji bo 5 Pirsan...
1- Van rojan tu bi çi mijûlî?
Xebatên min yên dixtoriyê didomin. Her wiha ez li ser muzîkê jî dixebitim. Li ser avakirina helbestên nû, projeyên nû xebatên min berdewamin.
2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Tu dixwazî çi bikî?
Ez carekî din bêm ser dinê, dîsa kurd bim û muzikjen bim. Belki rewşek ne tenê ji bo min, ji bo miletê min jî jiyaneke xweştir û azad dixwazim.
3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike?
Ez gelek ji muzîkê hez dikim ku dixwazim her biçe pêşdetir karên serkeftî bikim. Ne tenê bistirêm, çekirina muzîkê, aranje û avakirina helbestan jî gelek bala min dikişîne û ez li mala xwe bi seatan li ser kompîtûrê qeydan çêdikim. Qeydên gîtarê û dengê xwe. Stranan dibêjim, qeyd dikim û van qeydan diavêjim arşîva xwe.
4- Dixwaze jiyaneke çawa bijî?
Yanî jiyaneke azad û têr muzîk ne tenê ji bo min ji bo herkesî dixwazim.
5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jiyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jiyana te kiriye?
Wekî herkesî serpêhatiyên min li ser jiyana min tesîr kiriye. Demên zarokî li Cizirê bandoreke mezin kiriye bi her awayî dikarim bibêjim; aliyê sîyaset, çand, hûner, xwenasî, hişmendî, serbestî, azadî, şer û her wiha êş, kul, derd hwd.. Li zaningêhê jî têr muzîk, dixtorî, jiyanek bajarî, hestên bajarî, hevaltî û piştî zaningehê jiyana dixtoriyê û destpêkirina xebata albûma yekemin ya Çend Gotinên Evînê bi taybetî strana Nesrîn... (FD)