Ji sala 2024ê ve fiîlî “Pêvajoya hevgirîya neteweyî, biratî û demokrasîyê” dest pê kiriye. Aliyên sereke yên pêvajoyê dewleta Tirkiyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Lê per û baskên pêvajoyê dê tesîrê li medya, siyaset, civak, ekonomiyê…hwd bike.
Ji beriya pêvajoyê jî peyva “aştî”yê yek ji wan peyvan bû ku di xwepêşandan, sihbet, minaqeşe, hevdîtinên sîyasî de gelek dihat gotin.
Di medyayê de “aştî” wek nan û avê tê bikarînan lê ka rojnamegeriya aştiyê çi ye?
Di kitêbxaneya bianetê de kitêba Rojnamegeriya Aştîparêz heye. Li gor qinaeta min di zimanê tirkî de berhema herî baş ew e.
Prof. Dr. Sevda Alankuş di kitêba xwe de, aştiyê wek nebûn an jî sekinandina şer û pevçûnan nabîne. Li gor wê şertê pêşiyê yê demokrasîyê, kêmkirin an jî tinekirina sedemên çêbûna şer û pevçûnan e. Çêkirina rewşeka welê ye ku ji bo cidayetî û dijayetîyan şer û pevçûn ne li halê û bazarê be. Aştî rewşeka welê ye ku sedemên pevçûnê lê nemane; feqîrî, nijadperestî, cidaxwazî, nefreta ji biyanîyan re nîne, maf nayên binpêkirin, rê li ber afrîneriya mirovan tê vekirin.
Li gor tecribeya min a 10 salên rojnamegeriya aştîparêz (4 salan li beşa kurdî ya bianetê û 6 salan tecribeya li Botan Timesê) beşeka mezin a civaka kurdî heta ku rewşenbîrîya me jî ji rojnamegeriya kurdî re ne amade ye.
Ji vê derê pê ve hemî dîtin û analîz ne tespîtên giştî ne. Bi tenê tecribeya min a şexsî ye.
Qebûlkirin
Dema ku em nûçeyên li ser Ak Partî (Partiya Edalet û Pêşketinê) an jî Huda Parê(Partiya Doza Azad) çêdikin yek ji şîroveyên herî zêde em ji xwendevanan dibihîsin ev e: “Xwîna birayên me bi destê wan ve heye.”
Pêşiya axiftina li ser aştiyê divê em vê qebûl bikin ku hemî aliyên çekdar ji hev kuştine. Aştî pêvajoyeka lazim e, baş e, divê hebe lê ne bêbedel e û ne hestek xweş e. Bedelê pêşiyê ew e ku divê tu merhebayê bidî destê “xwîna birayê te pê ve” ji bo parastina yên mayîn û avakirina civateka aştî lê heyî....
Ez dizanim her aliyê şerî dibêjin “erê lê ew neheq in!” Lê pêvajoya aştiyê demekê welê ye ku tu ji bîr nakî, tu nafikirî ku te şerek bêwate kiriye, nafikirî neheq î lê bi tenê qebûl dikî dema şerê bi çekan çûye û ji bo aştiyê ew merheba lazim e.
Bedelê rojnamegeriya aştîparêz
Ji bo her rojnamegerên aştîparêz jî hin bedel hene:
Tê rexne û lîncê herî zêde ji “taxa xwe”, ji civata kurdî bixwî. Her alî dê bi tenê bixwaze xwe û alîgirên xwe li platforma te bibîne. Halbûkî gava pêşiyê ya rojnamegeriya aştîxwaz çêkirina meydaneka ji-hev-fêmkirinê ye.
Wek nimûne:
Nivîskarekê kurd: “Hûn bûne berdevkê Dem Partiyê, ma medyaya wan têra xwe nîne, îş û karê we jî bûye nûçeyên li ser wan.
Edîtorekî kurd gotibû (Piştî nûçeya Serkan Ramanli) “medyayeka Huda Parê wek partî dibîne di çavê min de tune ye, ne medya ye.”
Rojnamegerek: (Piştî wergerandina wezîrên ji Ak Partiyê û Serokkomarî) “Hûn propagandaya dewletê dikin. Çi me’ineya wê heye ku hûn axiftinê wan dikin kurdî!!!”
Gelek fikir û axiftinên gelek aliyan hene ku ez bi xwe jê ne keyfxweş im lê heqê xwendevanên kurd heye li medyaya kurdî fikrên dixwaze û naxwaze bibîne, minaqeşe bike, şîrove bike, îkna bike, protesto bike…hwd da ku van bike jî divê bibîne.
Wek edet medyaya kurdî “aliyên dî” an nake nûçe an jî bi tenê “sûcdariyên wan” dike nûçe. Xwendevanên ji wê îdeolojiyê jî bi tenê tiştên bi dilê xwe dibînin. Rojnamegeriya aştîparêz gelek xwendevanan aciz dike, ew jî rojnamegeran aciz dikin. Ev jî bedelê rojnamegeriya aştîparêz e.
Tiştek xerîb e ku xwendevan dixwazin etîketeka te hebe. Û vê dipirse jî hûn çi ne? Apocî, Barzanîcî, Dewletçî… çi!!!
Medyaya kurdî bi xêra partiyan ava bûye û îro jî bi xêra wan li ser pêyan e. Ev rastîyek e û em nikarin înkar bikin. Vê rastîyê jî çandek û qinaetek çêkiriye: Medyaya kurdî divê partîzan be.
Halbûkî medya bi xwe dema li derveyî partiyan be dikare bi awayekê baştir derfetên axiftin û minaqeşeyê çêbike.
Xwendevan rojekê dema nûçe û nivîsên li gor xwe dibîne dibêje “temam ev medyaya me ye” roja dî dema ne bi dilê xwe dibîne herî zêde ji te aciz dibe. Dibêje “temam ew medyaya dî li dijî fikra me ye û em dizanin çi ye te xêr e!!?”
Tişteka dî jî heye partîzaniya medyayekê li ber aştîparêziya wê ne astengek e. Medyaya partiyekê dema îdeolojiya xwe diparêze qadeka ji bo minaqeşeyê bihêle û bala xwe bide ser çareseriyê dîsa dikare aştîparêziyê bike. Ya rastî di vê merheleyê de ya herî nêzîkî pêkanînê ev e.
(MB/AY)


.jpg)

.jpg)
.jpg)
.jpg)
