"Hêza rastî ya civakekê di bawerî û mafên ku pêşkêşî zarokên xwe dike de ye, ji ber ku cîhana sibê di destên zarokên îro de çêdibe."
Êrîşên li ser zarokan ku di van demên dawî de zêde bûne, beşên civakê yên herî mexdûr dike û birîneke civakî ya kûr derdixe holê. Ev êrîş rastiyeke ku ne tenê trajediyên takekesî diafirîne, wijdanê hevbeş jî dihejîne. Ev binpêkirinên li dijî ewlehiya fizîkî, hîsî û psîkolojîk ya zarokan bi êş kêmasiya pêkhateyên civakî di parastina zarokan de derdixe holê. Bûyerên wiha tînin bîra me ku divê em berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina paşeroja civakê ji nû ve bifikirin û ji bo ewlehiya zarokan gavên bi bandortir bavêjin.
Yek ji nîşaneyên sereke yên pêşketin û geşbûna civakan, derfetên ku pêşkêşî zarokan dikin, ewlekariya wan û parastina mafên wan e. Di vê xalê de, civakek ku tê de zarok hem ji hêla fizîkî hem jî ji hêla psîkolojîk ve ewle ne, ne tenê bextewariya kesan, lê di heman demê de mezinbûna mezinên tendurist ên pêşerojê jî ewleyî dike. Zarok dewlemendiya herî bi nirx a civakê ne, di heman demê de ewleyîya pêşeroja wê civakê ne. Civakek ku rêzê li mafên zarokan bigire û li ser pêdiviyên wan bisekine, dikare di demeke dirêj de geşepêdana domdar misoger bike.
Ewlehiya zarokan ne tenê ew e ku ji tundiya fizîkî bêpar bin. Ewlehiya zarokan ji aliyê sosyolojîk ve; gelek pîvanên cihêreng ên wekî tenduristî, perwerde, xwarin û mafê lîstikê vedigire. Mafên zarokan di belgeyên navneteweyî yên wekî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de hatine sewgirandin û ji aliyê sosyolojîk ve ev maf bandoreke veguherîner li ser civakan dike. Ger civakek van mafên ku ji bo pêşkeftina zarokan tevnegere li ber çavan negire, têgehên wekî edaleta civakî û wekheviyê kêm dimîni.
Parastina mafên zarokan û dabînkirina ewlehiya wan nîşana wê yekê ye ku civakek li gorî nirxên mirovatiyê hatiye avakirin. Ji bo destnîşankirina ewlekariya zarokan û bidestxistina mafên wan di vir de xala ku hêjayî gotinê ye ew e ku rewşa civakî-aborî jî faktorek girîng e. Digel ku zarokên ji malbatên bihêz ên civakî-aborî bi hêsanî bigihîjin karûbarên tenduristî, derfetên perwerdehiyê û şert û mercên jiyanê yên ewle, zarokên di komên bêtir dezavantaj de dikarin ji van mafan bêpar bimînin. Ev dikare bibe sedema ji nû ve hilberîna newekheviyên civakî û çerxa feqîriyê ya navbera nifşan.
Lê belê lêkolînên sosyolojîk nîşan didin ku ev newekhevî bi destwerdana dewletê, polîtîkayên civakî û desteka rêxistinên sivîl dikarin ji holê rabin. Ji bo nêzîkatiya dewleta civakî jî girîng e ku di warê zêdekirina hevgirtina civakî de polîtîkayên parastina zarokan pêş bixin. Veberhênanên di warên wek perwerde, tenduristî û xizmetên civakî de ji bo misogerkirina ewlehiya zarokan û îmkana wan ji bo beşdarbûna di civakê de wek endamên çalak girîng in.
Civakên ku ji bo zarokan jîngeheke ewledar peyda dikin, wê di pêşerojê de hem di warê aborî û hem jî di warê civakî de serkeftîtir bin. Ev rewş rasterast bi mezinkirina ferdên xwende û saxlem, beşdarbûna wan di nava hêza kar û tevkariya wan a ji bo civakê ve girêdayî ye. Ewlehî û bextewariya zarokan ne tenê ji bo şert û mercên heyî yên civakê, ji bo domdariya wê ya pêşerojê jî girîng e.
Ger em vê di çarçoveya feraseta civaknas Emile Durkheim a “pêkvejiyana civakî” de binirxînin, ewlehiya zarokan di xurtkirina têkiliyên civakî û pêşxistina ruhê hevgirtinê de roleke girîng dilîze. Civak bi parastina zarokên xwe û dabînkirina mafên wan, wan weke ferdên pêşerojê dibîne, ev jî bandoreke erênî li ser hişmendiya kolektîf dike.
Çawa civakek bi zarokên xwe re kirarî dike, nîşana wê yekê ye ku civak çiqas girîngiyê dide nirxên wekî mafên mirovan, edalet û wekheviyê. Parastina ewlekarî û mafên zarokan ne tenê dihêle ku ew wek kesên saxlem mezin bibin, di heman demê de aramiya civakî û pêşkeftina domdar jî misoger dike. Ji perspektîfa sosyolojîk, civakên ku ewlehiya zarokan misoger dikin, xwedî potansiyela avakirina pêşerojeke bihêztir û dadperwer in. Ji ber vê yekê, pêşxistina polîtîkayên civakî yên li ser bingehê maf û ewlehiya zarokan, wê mîsoger bike ku pêkhateya civakî hem îro û hem jî di pêşerojê de wê adiltir û domdartir be.
(AÖ/AY)