Nehîştin ku dengê wê derkeve û li derdorê belav bibe, bighîje asîman. Nehîştin ku bi kurdî bipeyîve. Bi zimanê xwe, zimanê welat û dîroka xwe. Devê wê vekirî ma. Mirin li wir hemî kulîlk. Devê wê vekirî ma. Rûmet û cewhera mirovahîyê xwe kuşt. Devê wê vekirî ma. Derîyên însanîyet û buhuştê hatin girtin. Derîyê hebûn û gulvebûnê, derîyê zanîn û pêşveçûnê. Devê wê vekirî ma. Hemû derîyên başî û dilgeşîyê hatin girtin.
Devê wê vekirî ma û dengê wê revîya çû. Dengê wê revîya çû. Lal bû her tişt. Hemû ziman mirin. Dengê wê serê xwe helanî û çû. Hemû hevok vemirîn. Hemû gotin ji şerman li kendalê mirovahîyê wer bûn û çilmisîn.
Halbûkî çi xweş devê xwe vekiribû. Dê çi û çi bigota. Dê ji wê devê vekirî çi û çi derketa. Dê bi zimanê xwe yê kevnar çi û çi şîn bikira, çend bexçeyên aşîtîyê biçanda.
Belkî tarîtîyê mal bar bikira bi gotinên wê. Belkî rovîyan êdî kesî nexapanda. Belkî guran jî zûrezûrê jibîr bikira. Belkî Kawa bihata, Rustem û Zarîfe bihata, Celadet û Sakîne bihatana ji tevî dîrokan. Belkî perperokên xeyîdandî vegeriyana, qulingên rêşaşkirî rê bidîtana. Lê devê wê vekirî ma û dengê wê xwe kuşt. Li hember wê bêrêzî û bêdadîyê, li hember wê barbartî û neşarezatîyê di nav lepên xwekuştinek tik û tenê de ma. Tu deng derneket, tu peragraf rêz nebû, tu hawar bi firê neket, tu awaz bilind nebû. Dengê wê xwe kuşt û çû. Hemû deng mirin, hemû ziman seqet man.
Dengê wê xwe kuşt û çû, hemû ziman bûn sûcdar, hemû ziman bûn cellad.
Zimanê wê lal bû. Û piştî wê lalbûnê hemû ziman bûn lalîtî. Nema karîn tiştek bêjin. Bilebil û oreor bi wan ket. Bi erebe û meqamên zirxî gerîyan, zûrîyan. Lê êdî ne ziman bûn ew. Ferman bûn. Fermanên kirêt û bi xwîn.
Em ê wî devê vekirîmayî qet jibîr nekin, wî dinyaya lalkirî, wê bexçê kuştî. Wê werîsê, di wê roja havînê da li stûyan lefandî...Em ê qet û qet jibîr nekin û wê devê ku hê jî di lalkirinek kûr de vekirî maye, bi zimanê wî yê kevnar bixemlînin. Wê lalkirina bêbext hezar car jê bişon û bi şengebîyên xwebûnê jê re welatek bêdawî çêkin. Da êdî wilo vekirî, hişkirî û bêçarekirî nemîne. Wilo xemgîn û stûxwar. Dê nikaribin wî lal bikin êdî. Û şerm bikin, bi sed salan şerm bikin ji bo ku nizanin û nikarin bi wî zimanî biaxivin û bi ser de jî rabûn wî cezakirin. Dê her û her li bîra wan bimîne sûcê wan û ew sûcdarî her û her wan bisincirîne.
Ew devê vekirîmayî ê me tevan bû. Ew lalîtîya bêwergêr(bêtercûman)mayî…Ew bêhurmetîya nedîtî, ew deşîfrasyona ebedî…Ya me tevan bû ew rastîya qaşo bêîtîbarkirî…Ji ber vê ye ku şikestina bandora wan hemû sûcên li hember wî devê lalkirî jî kar û barê me tevan e.
Zimano, kurdîyo, delal û hêjayo, li her derê geş bibe,li her derê bilind û serwer.
Em ên te, tu yê me yî. Em ji bo te,tu ji bo me yî. Her hebî, zimanê me bî!
(MR/AY)







