Fotograf: Murat Bayram
Teqrîben ev mehek e li gelek deverên cîhanê, li bakurê welatê me û li temamê Tirkîyeyê kafe, restoran, loqente, gazîno, kafe bar, tirkî bar û cihên wekî van ên ku xort û navsere lê dicivîyan û wextê lê derbas dikirin, heta wextê gelek caran lê dikuştin, hatine girtinê.
Li bajarên wekî Amedê ku jiyana gundî û bajarîyan li hev gerîyaye û xwerûbûneke kurmancî derketîye holê da girtina van cihên navborî ji bilî derbeke giran a aborî tu bandorê li civakbûna miletê me nekirîye, wek hawê.
Li vî bajarî hewşên avahîyên neh deh qato, bazara sebze û fêkîyan, devê derîyê mizgeftan, park, devê derîyên dikanan, meydana termînalên dolmîşan û heywan bazarî cihên li hev kombûnê û parvekirinê ne. Ev cih, berî kafe û barên ku wekî bizirê pirparê di nava sê çar salên dawî de û exlebe jî li taxa Dîclekentê vebûn, hebûn. Loma ji holê ranabin zû bi zû. Kengî ev cih hatin girtinê xort û navsere li xwe vegerîyan; meqsed li van cihên ku belaş lê rûdinin û danûstendinê dikin banîyan dîsa. Fonksîyona park û hewşên hevpar hat bîra me tevan, “civakîbûn”. Li niştecihên heman bajarî guhdarî kirîn, wan dîtin û nasîn. Firseta danberhevdana derdên me û yên wan, meselên hevpar û yên ji hev cuda. Rengê henekên me û yên wan. Jiyana zarokan û ya me...
Berîya em li park, meydan û gundên xwe vegerin û bi rojan li wan bimînin-ji neçarî be jî- me dîsa vê beşa civakê didîtin, lê ew ji me dûûr bûn. Me li ser her beşa civakê, mafên wan, alîyên wan ên paşketî û pêşketî nîqaş dikirin lê em ne li cem hev bûn. Me hev nedinasî. Çimkî em her bi yên wekî xwe re digerîyan û me bi saetan li kafeyan li hev godarî dikir. Ev civatên li kafeyan nedibûn çavdêrî ne jî dîyalog, çimkî her dubarekirina heman gazinc û heman şîroveyan bûn. Hûn bibêjin, ya/ yê ku her roj here heman karî, heman rûyan bibîne û li heman mekanê rûne her êvar, dê çawa mejî vebike û alîyên din ên civakê bibîne? Ew ên ku xwe ji taxeke birqonek a bajarekî bernadin û naçin bi saetan be jî li taxên herî dîrokî, herî xizan û herî xetere namînin, kengî bên serdana van taxên vî bajarî dê çend wêneyan bikişînin, pêşzdarazên çend youtuberan dubare bikin û hûn di ser çavên xalê xwe re hatin!
Em behsa yextîyarên xwe û kafeyan nakin, çimkî ji wan re nebûye adet herin li ser maseyên van cihên nû-geldî*rûnin. Kursîyên çayxaneyekê belkî bibe lûs bo wan, lê ew her yên meydan û ber berojka welêt in. Hîna jî wisa ye...
Ber berojk bi ciwanan ve maye. Eger hikumî-ku nehikumî jî, here û bibîne- li taxa hunerê ya ofîsa Amedê bimeşî, tu yê bibînî wa ye ciwanan jî pala xwe daye ya yextîyaran û xwe dane ber derîyê mizgeftê û li ser pîyan çaya xwe vedixwin, civata xwe dikin. Mînderkên xwe yên bi qasî du bihustan jî ji kafeyek ji wan kafeyên asê kirî temîn kirine û anîne, hatine cem bav û kalên xwe. Huqa me digot çima xort ranabin ser pîyan ûli bajarê xwe miqate nabin. Wa îro li ser pîyan in, ku vê rabûna wan a ji çayxaneyan bi kêrî tiştekî jî nayê, wê hey rê li dîtin û naskirina civaka wan vebike...Derîyên ku hatin girtin, çawa derînî din vedike, hella hella!
Li malê nasekinin xwakê nasekinin
Ji dayikên ku bi rojan ji malê dernediketin û bi hesreta zarokên xwe bûn re cejn e hinekî ev rewşa nû. Berî vê qedexeya piştî 9ên şevê, zarokên wan her tim çaya xwe li wan kafeyên qerase vedixwarin û heta nîvê şevê daxilî malika xwe nedibûn. Aniha ku li malê her şev pev jî biçin, dayik kêfxweş in, çimkî zaro li dora wan in.
Qey hêka te li mala te nayê yabo?
Berî qedexeya 2 an 3 rojan dest pê bike xortên ku malbatên wan li gundan dijîn bi bazdanê berê xwe didin wira. Qet nebe hewş, sikak û ser bênderên gundî serbest in. Ku cendirme got çima hûn li derve ne; dê hinceta “karê gundan xelas nabe tu carî”bê bi hewara wan de. Ella wekîl vê carê xortên me dê li mala xwe hêkan bikin, çi çê çi xerab. Ma ka hêkên malê li ku peyda dibin îro roj, mal ev e?
Hêvîya min xurttir bûye, dê vê carê endamên malbatan û niştecihên bajaran li hevdû piço piço be jî godarî bikin,û nêzî hevdû bibin, çimkî rêya revê girtî ye! (MA/FD)