Li gorî rapora Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku di 10ê Adara 2017an de hatiye amadekirin, di navbera salên 2015 û 2016an de li çendîn bajarên kurdan
nêzîkî 2 hezar kes di şer û pevçûnan de can dane. Ji milyon û 500 hezarî heta milyon û 800 hezar kes, ji mafên xwe yên bingehîn yên weke azadî, ewlehî û jiyanê bêpar mane.
Komîsyona Venedîkê ya Konseya Ewropayê di 13ê Hezîrana 2016an de raporek bi navê “Hêla Hiqûqî ya Qedexeyên Derketina Kolanan” weşandibû û gotibû “Di rastiyê de ti bingeheke yasayî ya qedexeya derketina kolanan nîne ku di wan deman de mafên mirovan bi awayekî cidî hatin binpêkirin, bikaranîna mafên bingehîn û azadî hatin cemidandin.”
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) diyar kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015an heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an li 11 bajar û herî hindik li 51 navçeyan ya hindik 381 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye dayîn. Her weha ji 11ê Tebaxa 2017an heta 1ê Kanûna Paşiyê ya 2020an hin bajarên din jî herî hindik 23 caran heman biryar dane.
Bandora şerî ya li ser jiyana rojane
Di ser wan bûyeran re çend sal in derbas bûye ku wê demê li wan bajaran kevir li ser keviran nemabû. Weke di van raporan de jî diyar bûye, wî şerî bandor li jiyana bi milyonan mirovan kiribû û hê jî bandora wê didome.
Bandora bûyerên bi vî rengî ne tenê li jiyana rojane, siyaset, aborî û hêlên din ên jiyanê dike. Her weha çand û huner û wêje jî bandorê ji van bûyeran digire.
Pirtûka Îrfan Amîdayî mînaka vê nêrînê ye. Weşanxaneya Lîsê ev pirtûka ku bi navê “Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin” çap kiriye û belav kiriye.
Amîdayî di vê pirtûka xwe de berê me daye Nisêbînê ku yek ji wan bajarên şer û pevçûn bi herî dijwariya xwe lê rû dabû. Nivîskarî ji devê çendîn karakteran, ew jiyana rojane ya ku di nava şerî de maye, nîşanî xwendevanan daye. Ew karakter in ku di nava şerî de ne, her roj bandora şerî bêhtir li wan dibe û jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Lê ne kêlî bi kêlî behsa şerî kiriye, ne ku ew atmosfera cemidî ya şerê germ nîşan daye. Bi dengê helîkopteran, balafiran, tang û wesayitên din ên leşkerî, bi dengê teqînan xwendevanan pê dihesîne ku li derûdorê şer heye. Û car caran ji diyalogên karakteran. Ew karakterên ku dibêjin "Ê me jî emrê leglegê ye."
Ew ên ku her yek ji wan beriya vî şerî xwediyê çîrokeke din bûn. Nivîskarî behsa wan çîrokan jî kiriye û "çîrokek bi çîrokekê pêçaye û veşartiye di ariya dilê" karakterên xwe de.
Xwendevanan bi van tiştan pê dihesîne ku şer bajarek û jiyan, giyan û her tiştên wî bajarî dorpêç kiriye. Di nava wê dorpêçê de nivîskar tevlî Nesîma, Zerga, Şîlan, Xalê Osman, Mazlûm, Sozdar, Hêlîn, Zerîfa û çend karakterên din, xwendevanan dibe nava kuçe û kolanên Nisêbînê. Nisêbîn e cihê ku nivîskar bûyera xwe lê “qewimandiye” lê dema mirov çavê xwe bigire dibe ew der bibe Cizîr, Sûr, Farqîn, Silopya. (FD)