Piştî çûyînê rûyê xwe nîşanê me da. Rûyek ji heyvê xweşiktir. Piştî çûyînê kurmancîya wê ya botanî li dil û hişê me bicîh bû. Zelal û herikbar, esîl û sade. Piştî çûyînê hebûna wê li me eyan bû. Jinane û kurdewar, mirovane û çeleng. Piştî çûyînê me dît ku çiqas layîqê hezkirin, hevaltî û bawerîyê bûye. Piştî çûyînê.
Min pazdeh sal berê hew kêlîyek, kêlîyek bi tenê ew ji dûr ve dîtibû, di geremola rojek tije esaret û hesret de.
Wek heyva li bin ewran bû bo min ji ber dûrahîyê. Ewqas dem, ewqas der û dûr ketibû navbera me ku, hatibû jibîrkirin ew kêlî.
Lê heyv derket hat ji bin ewran. Dûr nêzîk bû. Eyan bû her tişt piştî çûyînê.
Em hîn bûn. Bêrîvan Kutlu bûye navê wê. Du car hatîye hilbijartin lê herdû caran jî qeyûm nehîştîye ku karê xwe bike. Bes ew nesekinîye. Her meşîyaye. Her û her gerîyaye bi lingên çîrokek lezgîn a li vî welatê derengmayî. Bûye robarek lê bêdeng herikîye.
Dema li nexweşxanê bû me navê wê ji nû ve bihîst. Waa…Ew nexweş ketibû!
Nexweşîyê bê bextê,tu jî bi başan dikarî.Bi delal û hevalan. Bi destpak û dilzelalan..
Nexweş bûye. Lê çima haya çûkên vî welatê bêbask jê çênebûye? Belkî çûk hemû biçûyana balê û baskan jê re çêkirana. Belkî çûkan jê re derman banîya ji paş Çîyayê Kaf. Belkî çûkan ew bi teqda perên xwe baş bikirana. Belkî wê welê bidana kenandin û firandin ku tu nexweşî li canê wê nemaya!
Çûkno, hûn çima neçûn hawara Bêrîvanê? Ma ne wê navê xwe ji Binevşek vî welatê hildabû. Loma jî tim bêhna Binevşan jê hat.
Çivîkno, we çira hîşt ku here û welatek vala bihêle ji me re, payîzek ji zerîtîya dilê me.
Çû. Û piştî ku çû ava mezin veciniqî, Birca Belek xwe hilweşand. Çû. Çima çû çawa çû. Ew şaredara bê şar, ew stîya bê serwerî di kîjan rêyan da çû? Çima temenê qeyûmên wê ji yê wê dirêjtir bû?
Bêrîvanê, wek dawetek bû karwanê te yê kurdîhez. Erebe bi hêrsê ketibûn, rê disincirîn. Gotinên te yên ku li dilên gund, bajar, jin û zarokan gul vedabûn çi dikirin hawar li payîzek dereng. Rûyê te yê heyvîn. Welle rûyê te yê heyvîn ji yê her kesê rindtir bû. Lê lê hîva kurda, çîçeka Cizîra Bota, em baş dizanin ku navê te bi kîjan binevşê bêhn dide û mijangên te çima şil in bi vê barana zûhatî. Baran zû hat welle, şil kir hemû kulîlkên me. Baran pir û pir zû hat û mijangên me anî jêrê. Tarîtîya dilkevir nahêle em hev bibînin êdî. Hêj çi nû bû demsal halbûkî. Çi zû bû her tişt, çi hêj li serê rê…
Lê çima, çima li vî welatî piştî em dimrin dikarin bikenin û bigerin û bên nasîn? Çima piştî çûyînê, bes piştî çûyînê ye danasîn û gulbarîna vê dewranê? Heta em nemirin, nikarin li sûretan bikenin û li jîyanê desmalên gulgulî bihejînin?
Hew mirin, tenê mirin dikare bihêle ku em rûpoş û perdeyên otosansûrê biçirînin û bavêjin. Heyf ji te re jîyanê, sed heyf! Bêrîvan jî bes piştî mirinê karî bikene û di sûret û vîdeoyan rûbahar de jîyanê li me ronahî bike. Heyf ji te re jîyanê, me Bêrîvanê jî hew piştî çûyînê nasî, jê hez kir û bi dil da dû. Lê ew êdî zûda çûbû.
Bêrîvanê, malwêranê, tu niha xewnek çawa dibînî nizanim. Lê em ê vê qedera ku tim zincîra kedera reş li stûyê me dilefîne efû nakin û naxwazin ku êdî hemû gotinên xweş û gulên geş li paş mirinê veşêre û jîyanê tarî û tehl bihêle.
Xewnên xweş bibîne Bêrîvanê, şaredarê. Dê welat û zimanê te, te qet jibîr neke.
Çivîkno bila Bêrîvana me xweş razê. Nehêlin ku şîyar bibe û di canêşîya bêbext de nexweş bikeve. Carna baskên xwe jî dîyarî wê bikin, bila bifire.
(MR/AY)







