Dema ku em dibêjin çû! çend zengil li bîr û jêrhişê me lê dikevin, çend hezar çiya olan didin?
Ku em bi keştiyeke ji qaşilê findiqê, ber bi zaroktiya xwe ve vegerin, em ê bibînin ka çi bû yekemîn ÇÛya me? Ev lêker (fiîl) û ev hal û bûyîn, kengê, çawa û bi çi, xwe li hebûna me nexşand. Cara ewilî kê got ÇÛ? Kî ÇÛ cara ewilî, çima û çawa çû? Dema gotin çû... Em zarok û zaroktiyek çilo bûn, me çi fêm kir ji wê çûyê, ji wê çûyîyê? Lê keştiya ji qalikê findiqê nikare biçe zaroktiyê, oqyanûs rê nade! Lê çi paradoks e ku em bes bi keştiyeke ji qalikê findiqê, dikarin biçin zaroktiyê. Me ji bo wê rêwîtiyê keştiyeke din nîne. Lewre zaroktî welatek welê biçûk e ku tu bes dikarî bi keştiyeke wilo biçûk biçî balê, lê vegerî. Lê ji bo ku wî welatê biçûk xwe di nav deryayên bêdawî de veşartiye jî, tu û keştiya xwe her li nîvê rê dimînin. Gelo dera ku di çîrokan de wek ”ada û girava heft behran” derbas dibe jî ne ev welat be? Welatê ku me nedît em çawa jê dersînor û koçber bûn? Welatê ku hem heye hem jî tine ye... Welatê zaroktiyê... Welatê ebedî... Lê ev dûrahiya bê sînor, ev oqyanûs ne mezintî û mezinbûyîn be?
Em berê deryagerên welê bûn ku bi qalikên findiqan jî em dikaribûn biçin warên çîrokên nû. Belkî çûya herî mezin ew bû. Em diçûn û ji qewlê pêşiyên me ve “av li pey me zelal dibûn”. Di zelaliya wan avan de, çûyîn jî zelal dibû û belkî bilbilan bo me dixwend; çûyîyê.. oxir be ji te re! Çûyîyo.. keştiya te ji ber çavên me naçe!
Lê niha dema dibêjin çû... Em kêm dibin, berkendal me dikşînin nava xwe. Deng, reng, mane, xebroşk, kilam, jiyan diçe. Ev çûyîn ne ya stranên bilbilan e lewre. Çû... Yanî, çû. Çû û çi? Çû û hew!
Gomlegê Hevrîşim
Dil di nav qozeyên perperokan de ma
Sibe nehat
Îro timî nexweş bû
Dil qozeyek ji qozeyên perperokan bû
Ji bo te her dem dibû gomlegek hevrîşim
Lê tu li trênên dûr siwar dibûy
Dil hevrîşim bû di qozeyên perperokan de
Gomlegên rojşirîn çêdikir ji bo te
Heta tu pê dihesiyay bayê wî dibir
Kanê gomleg kanê qoze û perperok
Dil xeyala gomlegek hevrîşim ji bo te
Di qozeyan de dişuxulî
Heta tu pê hesiyay çû hey çû
Çûyîna dilê li vê helbesta min jî çûyînek dilsoj e. Xwedê dizane ku dil çi kişandiye ji destê wî sersariya li hember xwe û her ku bûye gomlekek hevrîşim, bi kîjan kelecanê li tembûrê xistiye? Lê dawiyê ew jî çûye û hey çûye. Baş kiriye, ku eynî tişt bibe bila dîsa biçe.
Li aliyê din çûyîn, perçebûn e jî. Qey nedibû ku tiştek bê bandor bûya û dema pêk bihata xema tu kesî û tu tiştî nebûya. Ha çû, ha ma, qet xem nebûya... Ha çûy, ha may qet ferq nekira. Lê na, dê hingê qanûnên fizîkê serî rakirana û zeviyên manewiyatê bi mayînên ecêb biteqiyana! Lew çûyîn, rewşek fizîkî ye. Dema em dibên çû, behsa perçebûnekê dikin, behsa şûrek ku rastiyê ji nîvê wê de wê dibire... Behsa rastiyeke ku nikare xwe li ber perçekirinê bigire... Behsa valahiyeke ku êdî dibe qeder û li her quncik û kêliya malê rûdinê... Behsa rûyên zer, çavên melûl û şev û,rojên zelûl... Çû lewre, çû! Hewcê tu tiştî nake êdî, hewcê tu îşaret û peyvê... Lê ya/ê ku diçe çi dibe bi xwe re, çi li pey xwe dihêle?
Helbet çûyîn heye, çûyîn heye. Hin çûyîn li pey xwe tenê gulên hişk dihêlin, hin çûyîn tenê xwelî, hin çûyîn pêlavên serserî... Hin çûyîn pir bi şeref in, hin çûyîn bizdonek û teres…Dema ji bo hin kesan dibêjin ”çû”... Bi hezaran tîr difirin ji kevanan, bi hezaran çiya bilind dibin... Çû yanî, çû! Êdî av tî û qirikziwa dibin. Êdî pace naxwazin vebin. Êdî baxçe bêhna kesî nadin. Êdî bilbil naxwînin.
Belam Vladîmîr Nabokov behsa çûyînek wilo dike ku her behsa vê meselê dibe, ew tê bîra min. Di nêva evînek mezin a li çîrokek xwe de, bi evîndarê xwe yê ku tam hingê kelemên li hember evîna wî ji pêşiyê rabûne wiha dide gotin; ”Windakirina te bextewariyek çi xweş bû”! Wilo dibêje û diçe. Na! Mirov bi vê gotinê dizane ku zû de çûye... Çûyînek ecêb, çûyînek ji dil e. Dil ji evînê diçe, xwe davêje alemek din, xwe dide windakirin, xwe ji wê evînê distîne! Lê dibêje “Windakirina te gelek xweş e”. Yanî çûyîna di wê çîrokê de, çûyînek gelek balkêş e. Ê/a ku diçe ji yê/ya mayî re kêfxweşiya xwe dibêje (helbet bi monologê.) Lê me hay ji çûya mayî çênabe. Tenê yê çûyî dipeyîve lewre.
Bes em ne di wê çîrokê de dijîn, ne jî dawî li çûyînan hatiye. Di nêva vê zivistanê de ku ji destê befrê nikare biçe tu derî, windabûn didomin û tenê dengê van herdû tîpan tê: ÇÛ!
Hewce nake em bipirsin kî çû, çima çû? Çû... Jixwe gelek caran ev deng bi pey me jî dikeve. Û gelek caran em li pey xwe jî dibêjin çû... Ji xwe re jî dibêjin. Çû hey çû!
(MR/FD)