Hîn nû bû ku min û biraziya xwe Solînê lîstika Masîcanê lîstibû û me qedandibû, ez rastî nivîsa Nûdem Hezexî ya bi navê “MasîMûsa” hatim û gihîştim armanca vê gotarê. Lew ev gotar, bê mijar mabû di hişê min de, an jî masiyan her carê bala min belav dikirin û nedihîştin ku dest pê bikim.
Îja, wek min di derekê de jî gotibû; Kurderomana (Welle zimanê me pir şêrîn e: Wek kurdedil, kurdeçîrok, kurdefîlm…) ku min ne bi dilekî lê bi heft dilan jê hez kiriye û tevlê çîroka jiyana min bûye; “Gava Ku Masî Tî Dibin” a Helîm Yusiv e û di wir de em hemû mirovên kulek û birîndar, em hemû “gazî”, em hemû Masî ne! Her carê “sorimliyê me” û cîhê me diguhere û her carê ji nû ve dibe teqereqa lingê me yê protez ê ku we fêm kir sebeb kî ye; em li derdora xwe dizivirin. Me got “sorimlî”, lê em bi xwe jî “sorimlî” ne jixwe. An jî ku em bi xwe ji xwe re bibana “sorimliyên” baş, dê her carê ji nû ve nebûya teqereqa lingê me.
Belê, ev pirtûka Masîtiya le ye û em hemî li wir, di dem û dewran û rûpel û dinyaya pirtûkê de masî ne. Lê masiyên tî! Ma masî, çima û çawa dikarin tî bibin? Lê way dibin. Niha dema ku van hevokan dinivîsim jî qirik li min ziwa bûye. Tî me, tî me nivîskaro û li pirtûka te û vê heyata dinyalikê masî me. Tew îcar, hinek dibêjin ku masî ji “mahî”yê tê, yanî ji “avî”yê...Avî çawa tî dibin? Gerçî min di gotarek xwe ya kevn de gotibû; “av jî tî dibe." Lê, xwezî ne masî, ne av, ne jî em tî bibûna, tî bimana.
Wey…Helbestek min wiha dibêje:
Masiyên ne tî
Êdî masî ne avî ne
Ji avjeniyê hez nakin
Ziwa bûne masî
Gol jî dîn…
Êdî masî ji avê hez nakin
Û nikarin tî bibin ey Helîm Ûsiv!
Nizanim hûn jî helbestên xwe jibîr dikin û dema wiha dertên pêşiya we, ji wan şerm dikin?
Lê hesta ku di vê helbestê de hespê xwe rakiriye çargaviyê, hat bîra min. Masiyan jibîr kiribe jî, li bîra min maye…
Lekeyên Hubrê
Em lekeyên hubrê ne
Kê me rijand
Kê me rijand
Çi karê me li vir heye
Em lekeyên hubrê ne
Şîn û bêdeng…
Rijandî mane
Di vê helbesta min de jî masî hene.
Sepîda, masiyên hubrê…Wek ku Nûdem Hezex dibêje; “Nola nivîsbêjan, çeka spîdeyan jî hibra di hinavê wan de ye…Sepîda helbestan nanivîsin, çikû ew bi xwe di nava helbestekê de dijîn.”
Sehet xweş. Helbestên min, masiyên min û masîtiya risteyên min ên li jor, dibêjin “em lekeyên hubrê ne”, ji zû de li benda van gotinan bûn, gotinên ku rastiya Sepîdayan eyan û beyan dikin.
Masî
Masî bi qeyîkan ji Dîjleyê derbas dibin
Destên te dihejin ji wan re
Qey tu jî masî yî
Îjar teva ku di wê nivîsa hêja de, tenê risteya min a ji helbestek hebû û ew jî li ser masîzîvkên serbazê Gabriel García Márquez bû, Mamoste Hezex pirsiye, (tenê ji min nepirsiye, lê ez li ser navê xwe dibêjim) ”Nizanim ji bandora masiyên zîvîn ê Gabriel Garcia Marquez e, lê dizanim di helbestên me de gelek masî hene. (Bi taybetî jî di helbestên jinên kurd de)"
Her kes û helbestên xwe, lê ji ber ku min pirtûka Márquez a xwediya masîyên zîvîn (Yüz yıllık Yalnızlık), di 17 saliya xwe de xwend, ya min ne ji ber bandora wî ye. Çimkî min xwe dît nedît di gêjgerînekên çîrokekê yên di nav çem û golên kurdan ên bi navê “Dîjle, Ferad, Xabûr, Mûrad, Mûsiyan û Gola Nazûkê, Gola Fatê, Gola Masiyan” de beziyam. Li nêv wan bûm masî, bûm av, bûm tîbûnî, bûm ez..Û loma jî Masîzîvkên Márquez gelek dereng bûn ji bo min, gelek xerîb, gelek dûr…
Û jixwe ew tenê zîvîn bûn, bi helandinê dihatin tunekirin û paşê dîsa bi helandinê dibûn masî, zîvmasîkên xeyalşikêniyê…An jî masiyên ne masî bûn ew; ji ber ku serbazê xeyal bi serî de hilweşiyayî jî yekî hilweşiyayî bû; lê ji bo dîn nebe ji xwe re masiyên zîvîn çêdikir. An jî dînbûna wî ew kar bi xwe bû; her carê ji nûve, wek ku tiştek nipînû be, masîzîvkên reben çêke û bihelîne, çêke û tune bike…
Lê way vê helbesta min a bi masî jî gazî me dike ji wan çem û golên kurdî yên navborî:
Masîhubr (min navê wan ê kurdî nizanibû, ji nivîsa navborî bihîst)
Masîhubr tu di gola helbestê de fetisî qey
Deng li te ziwa reng li te zer bûye
Kanî dilşadiya te
Kanî ava te ya şînmorîk
Masîhubr
Te navê min li xwe kir
Û her tiştî bi bayê re bir
Te navê min li xwe kir çî ye îja? Kîjan masiyî ev helbest nivîsiye, kîjan ez, kîjan hubr? Jixwe ya ku li jor dibêje; “masî bi qeyîkan ji Dîjleyê derbas dibin” jî hingê li zindanek hezar û pênc sed kîlometro ji Dîjleyê dûr bû. Çawa dît, çawa got, kes nizane…
Rastî van risteyan jî hatim di heman pirtûkê de:
Masî
Kuliyên berfê nekarîn bigihîjin masiyan
Di Behra Wanê de du încî bûn em
Lê tu çûyî û te behr jî bi xwe re bir
Li Gola Ormiyê du masî bûn em
Lê masîvanan em girtin
“Her kes di etra serê xwe de bû. Dema ku Masî bi herdû lingên xwe yên saxlem çû her kes di etra derdê xwe de bû, dema ku bê ling vegeriya, her kes di etra derdê xwe de bû. Dilê wî ji her tiştî sar bûbû, lê dema ku dengê lingên Berfînê giha guhên wî, her tişt serobino bû…Dengê derî hat, lê deng ne ji derî ji dilê wî dihat.”**
Van hevokên ku ji "Gava Ku Masî Tî Dibin" tên, behsa kîjan masîtiya me, kîjan masiyên me, kîjan serboriya me dikin? Teqereqa ling û (belkî) dilê me yê protez, bilind e yan gurmegurma dilê me û Berfînê?
Ev nivîsa ku da pey masiyên li bîra xwe û bîra Masiyê Helîm Yûsivî û her wiha da pey masiyên li nivîsa navborî ya ji Diyarnameyê; bi destê masiyên kurdan hat nivîsandin, lê min pirtûka xwe ya bi navê Dilavî ya ku hin helbestên din ên bi masî hebûn nedît, loma nekarî ji wir jî çendan tevlê bikim. Belam dizanim ku di wê dîwanê de helbesta bi navê Çolmasî heye û ne şaş bim li derekê dibêje:
Ha li vî alî
Ha li wî alî çolmasî…Loma jî navê vê gotarê bû Çolmasî.
Lê dê bidome, belkî bi Masîdankê, belkî jî bi tiştek din.
*Helbestên min ji pirtûka min a bi navê "Kirasê Heyvê" hatin wergirtin (Weşanxaneya Aram)
**Min ev peregraf di nivîseka xwe ya li Gazete Karinca de jî mînak dabû.