Di cîhana fikir û felsefeyê de sê nav hene ku gotin û nivîsên wan gelek caran dibin sedema nîqaşan: Slavoj Žižek, Gayatri Spivak û Franco “Bifo” Berardi.
Her sê jî di nav navên naskirî yên çepa cîhanê û felsefeya nûjen ango îroyîn de ne.
Dema em nameyên ku wan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine li kêleka hev dixwînin, wêneyek cuda derdikeve holê. Ew Ocalan tenê wek lîderek siyasî an wek aktorek etnîk nabînin. Ew li guherîna fikir û siyaseta wî dinêrin. Lêbelê ev nîqaş û nirxandin li Tirkiyeyê pir kêm tên bihîstin.
Žižek dibêje ku di roja me de gelek mirov ji ber nebûna alternatîfan, razî dibin bi “ya herî kêm xerab”. Li gorî wî, Ocalan di vê mijarê de cuda ye. Ew dikare prensîb û fikirên xwe biparêze, lê di heman demê de ji bo çareseriyê biryarên zehmet jî bide.
Her weha Žižek dibêje ku têkoşîna Ocalan ne li dijî Tirkan e. Li gorî wî, eger ev têkoşîn bigihîje encamek baş, ne tenê Kurd, hemû mirovên Tirkiyeyê dikarin ji azadî, aştî û jiyaneke baştir sûd werbigirin.
Gayatri Spivak jî balê dikişîne ser sekna Ocalan a di nava şert û mercên tecrîdê de û li ser girîngiya wekheviya jin û mêr di nava ramanên wî de.
Li gorî Spivak, Ocalan ji fikra ku “tenê em xwe biparêzin” derbas bûye. Ew li şûna netewperestiyeke teng, jiyaneke demokratîk pêşniyar dike ku tê de mirovên cuda dikarin bi hev re bijîn.
Spivak dibêje ku di dema guherîna avhewayê û hişê çêkirî de, divê em zarokan hîn bikin ku azadî ne tenê ji bo me be. Divê em ji bo kesên ku ne mîna me ne jî wekhevî û dadperweriyê bixwazin. Bi gotineke hêsan, mesele ew e ku awayê me yê fikirînê biguhere.
Franco “Bifo” Berardi jî ji aliyekî din ve li Ocalan dinêre. Ew dibêje ku çepa Rojava di gelek waran de têk çûye û li gelek deveran nefret û netewperestî zêde bûye.
Li gorî Bifo, Ocalan di salên tecrîdê de cesaret kiriye ku ji siyaseta ku her tiştî li ser nasname û neteweyê ava dike, dûr bikeve. Wî hewl da ku ji bo sedsala 21an rêyek nû ya têkoşînê biafirîne.
Ji bo Bifo, ev guherîn çavkaniyeke hêviyê ye. Ew di dema ku gelek kes ji paşerojê bêhêvî ne, di fikirên Ocalan de hêviya rêyek din dibîne.
Bêguman divê em vê pirsê bikin: Çima ev sê kesên navdar ên cîhana ramanê ew qas li ser Ocalan disekinin?"
Sedemekî bingehîn heye: Ew Ocalan ne tenê wekî nûnerekî Kurdan ango lîderekî têkoşîneke etnîkî dibînin; Ew di nava fikirên wî de hewla derbasbûna ji neteweperestiyê û modela dewleta neteweyî dibînin.
Di heman demê de, mijarên wek ekolojî, azadiya jinê, demokrasî û jiyana hevbeş di vê fikrê de cih digirin. Ji ber vê yekê, ew vê guherînê wek guherîneke bingehîn a fikir û siyasetê dibînin.
Lêbelê li Tirkiyeyê wêneyek din heye. Li vir mesele gelek caran tenê bi zimanê ewlehiyê, şer, çek û terorê tê nîqaş kirin. Ji ber vê yekê, guherîna fikirî ya Ocalan gelek caran nayê dîtin an jî nayê axaftin.
Dema Bifo dibêje “dûrketin ji siyaseta nasnameyê”, an Spivak behsa wekheviya kesên ku ne mîna me ne dike, ew rastî jî fikrên ku dikarin nîqaşa siyasî ya Tirkiyeyê tevlihev bikin pêş dixin. Ji ber ku siyaset li vir gelek caran li ser “em û ew” hatiye avakirin.
Ev sê name, di dawiyê de, Ocalan tenê wek siyasetmedarekî nîşan nadin. Ew wî wek kesekî ku li ser civak, demokrasî, netewperestî, jin, ekolojî û paşeroja siyaseta nû difikire jî dibînin.
Cûdahiya di navbera vê nêrîna cîhanî û nîqaşa li Tirkiyeyê de pir mezin e. Li derve gelek kes li ser fikir û guherîna teorîk a Ocalan nîqaş dikin; li vir jî hîn gelek caran mesele di çarçoveyeke kevn a ewlehî û pevçûnê de tê xwendin.
(ÖA/AY)



