Li gor gotinan çarmix a ku awayek ji awayê cezakirinê ye, heta pênc sed sal berî mîladê diçe û cara ewil bi destê Parsan hatiye pêkanîn. Jixwe her çiqas pişt re wek çekek deremirovî bi destê Romayîyan di kesayeta Îsayê Mesîh de li dinyayê belav bûbe jî, ji navê wê diyar e ku Aryenî, farisî û kurdî ye; çar mix! Du mix li milan dikevin, du mix li lingan! Lê carna tîna wan naşkê, dikin pênc mix û yekê jî li nêva eniya mirov dixin. Lê çi ferq dike, piştî ku mirov bê parastin ma, kete nav lepên wan û heta ber wî texteyê çaralî çû; ha çar ha pênc mix… Wek ku pêşiyên me gotine; ku te da nav avê, ha li çokê, ha li navê ferq nake. A ku bûye bûye, a ku çû ye çûye! Êdî mirov nêçîr, êdî celad li ser kar e!
Lê çarmix tenê bi awayê fizîkî ye qey? Na.. Ew çar mîx, an jî mix, bi gelek aweyan heye û li ser kar e. Dixwazî Parsî an jî Romayî be, dixwazî dîtbar an jî razber be, bixwiyê an jî nexwiyê ferq nake. A way mîxek li milê me ket, yek li milê din.. Îcar dora lingan e. Çarmîx temam bûn û vê şefeqê em hemû li Îranê bûn. Ew her çar sêdarên berxwedêrên kurd, çar mîxên me bûn. Welê kûr çûn ku dilê text û dara çarmixê jî pê xira bû(Nizanim her kes vê “xirabûnê” dizane? Lê li hin herêman heye, çawa ku dibên “çiqas dilê min xira bû”, hêsir ji çavên wan tê xwarê. Hêsir, hem şahid hem jî perçeyek ji xirabûna dil in lewre) Îja niha li vir, dilê dara çarmixê jî xera bû. Jixwe tu sûcê darê nîne em zanin, ên ku bi wê me dikujin, berê, wê dikujin. Çimkî ji bo çarmîxkirinê daran dikujin! Loma min di helbesteka xwe ya wenda de gotibû:
sêdarê gul vede,tu dar î ne mirin..
sêdarê gulan veke
mirinê dehf de
Lê çarmîxa ku vê sibê, carek din xwe li ser can û cesedê me(ji qewlê dengbêjan va) temam kir, xwedî hezar rûyî ye. Carna li ser xeyalên me dişuxule û bi çar mîxan… Wan ji hal de dixîne. Carna bi çakûç û biviran dikeve ser hestên me û li çar cîhan wan bi çerxedarê re dike yek. Carna li her aliyek hişê me mîxek dikute û di navbera wan çarmîxan de her tişt ji ser hemdê xwe diçe. Ne hiş dimîne ne aqil, ne zanîn dimîne ne hişyarî…Lê çî ye? Çî ye ya ku nahêle em ji van mîxan xilas bibin? Me ji ku diqefêlin, li ku diqefêlin? Berî ku bibin ber celad û çakûç û mîxên wî kîjan keysê li me tînin?
Dezgeha zordestiyê wisa zexel e ku her êrîşa xwe bi sedan cûreyên ku tên dîtin û nayên dîtin zêde dike. Her makroyek wan, mîkroyek jî li pey xwe dikşîne. Bi wan tevan re jî çavgirêdanê tîne. Çav welê tên girêdan ku tenê hin tiştan dibînin, an jî ên mezin dibînin, lê yên biçûk nabînin. Carna wilo dibe ku êrîş, wek îkramek tê dîtin, hefsarên li stû xwe wek gerdeniyên zêrîn diçirisînin. Het der dibe welatê bêçavan û li wî welatê, şaş û hewl, wek mîrên dîtinê dibin padîşah. Di wê padîşahiyê de her kes bê pirsiyar, her kes ji xwe razî ye. An jî her kes xwe bi çengelên pirsên şaş ve dadleqîne û ew daleqîn rêya pirs û bersîvên rast digre.
Dengê çarmixkar tê dîsa! Nizanim vê carê me ji ku anîye. Ji bo ku em û xacedara wî bibin yek, berê, me girê dide. Ku armanc çarmixkirin nebûya, dê dar û em çi li hev baş bihatana. Belkî me bi hev re stranan jî bigota! Lê celad e ê serdest, nahêle kêfa tu tiştî jî were.
Piştî girêdanê, mîxên xwe hazir dike. Kîjan hesinkarî van mîxan çêkiriye?Ku zanibûya dê wan li bedena me bicîh bikin, dê mîxan jî dev ji mîxîtiyê bernedana?
Mîxa bi xwe nebaweriyê; berê wê dikutin milê me. Bi wî mîxê re zencîra xwe biçûkdîtinê rêz dibe. Çi çermspî ye her kes, em reş ê qetran; li ber tevî dergehan bêhêz û bêeman! Çi bilind e her kes, em nizm û nezan; li jêr tevî nasnameyan parsek û bênîzam! Mîx bi cîh bûn, mîx bicîh bûn! Ne firîn ma ne ferman, ne dixtor û ne derman.
Ji bo me çarmix, ji çar perçeyan jî tê. Heta çar perçe nebin yek, dê çarmix, çar mîxên xwe ji dil û bedenên aşiqên yekbûyînê kêm neke. Dê Golgota tim li pey me be, çarmix tim li ser milê me… Ne yek, ne dido.. Çar mix.
Tu çi dixwazî lê! Qey tenê tu li bejna me tê?
Bes me çakûçê Kawayê Hesinkar heye, ku em wî li dera ku veşartiye bibînin, dê ne çarmix bimîne ne Golgota! Em ê çakûçê te bibînin Kawa, tiştên din hemê berhewa…(MR/AY)