Fotograf: Gerçek edebiyat
“Mamoste, ka pirtûkeke xweş, baş û herikbar a felsefeyê bide min û bila hafîften jî qala Kurdan bike.”
Gotina mexbeçekî Kurd li pariza Koşuyolûyê
Hemû destpêkên jîyanê kaotîk in û bi qasî hîsa mirinê jî dijwar in. Destpêk û lêgerîna destpêka destpêkê hertim bûye merbendek ku li hişê mirovahîyê hatîye xistin. Doktrîneke weke bûnewerînasîyê heya radeyekê perawêzek e ji bo arîşeya destpêkê. Lê perawêzeke dirêj e, hem ji ber alîyên xwe yên şexsî hem jî ji ber alîyên xwe yên polîtîk û civakî. Herçiqas di derketin û belavbûna bûnewerînasîyê de hin rexne hatibin kirin jî (weke guhnedana hesasîyetên civakî, ji ber rewşa Sartreyî ya şexsî ku li gorî hin kesan bi tenê fîlozofîya bûrjûwazîyê saz kirîye û ji ber doktrîneke ku li ser axa rojavayê şîn hatîye û hwd.) wexta ku mirov bixwaze di asoyeke fireh de vê doktrînê nas bike û fam bike divê li têgehên weke “dem” û “cih”ê jî baldar be. Ji ber ku piştî şerên giran û trajedîyên li dinyayê qewimîne ev doktrîn ji xwe re warekî dibîne û dest bi rêwîtîya xwe ya dîrokê dike. Herçiqasî jêderka bûnewerînasîyê Fransa ango axeke rojavayî be jî a girîng ew e ku têgeha me li ku watedartir dibe û ji alîyê naverokê ve dewlemendtir dibe.
A rast em dikarin bibêjin ku kesekî rojhilatî li gorî yekê/a rojavayî hîn bêtir bi êşa hebûna xwe hisîyaye û dihise (xasma ji alîyê polîtîk û civakî ve). Naveroka êşê, êşa hebûnê li ser axa rojhilatê tê dagirtin. Dibe ku doktrîna bûnewerînasîyê li ser axeke “roj-ava” derketibe, lê weke paşxaneya gelek agahî û doktrînan bûnewerînasî jî (ne bi koka xwe be jî!) şaxên xwe, çiqilên xwe li ser axa Mezopotamyayê vedane û roj bi roj mezin dibe, gur dibe û nema guh dide sînoran. Şaxên heyî di roja me ya îroyîn de ber bi lûtkeya xwe ve bilind dibin. Rojhilata navîn û bi taybetî rewşa kurdan nîşaneya hişyarbûna “hebûn” (li gorî Martîn Heîdeggerî bi salan e rojavayê ew ji bîr kiribû) û “berpirsîyarî”yê ye. “Têgeh” li rojhilatê “tê-digihêjin” û bi naverokên xwe yên rastîn re rû bi rû dimînin. Ji qalikê xwe yê sistopisto derdikevin û naveroka xwe ya ku heq dikin, digirin.
Awayên Cîyawaz ên Derbirînê
Tevî ku bûnewerînasên weke Jean Paul Sartre, Martin Heidegger, Soren Kierkeggard, Friedrich Nietzsche û çend kesên din nexwestine ku pergalekê ava bikin û li hemberî pergalbûnê derketibin jî talîya talî ji pergalbûnê nefilitîne û wan pergaleke weke bûnewerînasîyê ava kirîye. Lê di xerca bûnewerînasîyê de bi tenê para berhemên fîlozofîyê nîne. Xerca herî girîng (bi qasî berhemên fîlozofîyê) yek jê jî berhemên wêjeyî ne ku di avahîya bûnewerînasîyê de hêmanên gelkî xurt in. Di warê wêjeyê de di serî de Jean Paul Sartre û bi piştre Simone de Beauvoir û Albert Camus avakarên sereke yên vê doktrînê ne. (Bêguman di vî warî de hinek navên din jî hene ku mirov dikare behsa wan bike; lê em ê bi van navan bi sînor bikin.) Têgehên bûnewerînasîyê bi saya van ramyaran jîndar dibin û tên şayesandin. Biqasî berhemên fîlozofî, polîtîk, bi berhemên xwe yên wêjeyî Sartreyî xwestîye ku bîr û boçûnên xwe berfirehtir bike. Sartreyî, ji alîyekî ve bi berhemên xwe yên fîlozofî fikra xwe der birîye û ji alîyekî din ve jî bi roman û şanoyên xwe fikrên xwe bi zimanekî rewan vegotine, wî ramanên xwe yên fîlozofîyê bi per û bask kirine. Bi vî şiklî jî têgehên bûnewerînasîyê bûne xwedî gîyanekî baş û wan rista xwe di dîroka fîlozofîyê de bi cih anîye.
Ne tenê Sartreyî di heman demê de Beauvoîr, Albert Camûsî dema ku berhemên xwe nivîsîne bi êşa hebûnê, bi êşa weke heyîyekê sazkirina “xwe-bûn”ê wan nivîsîye. Bi têgehên xem, absurdbûn, têkilîya “hiş û hişmendî”yê û bi qolincên xwe-hekirinê hevîrê bûnewerîyê strane. Sîmone de Beauvoîrê ji xeynî pirtûkên xwe yên lêkolîn (li ser jinan) û bîranînan, bi romanên xwe zimanê bê-deng(!) ê bûnewerînasîyê ava kirîye. Ango newaya bûnewerînasîyê pir xweş zeft kirîye û di romanên xwe de jî pir xweş vegotîye. Bi heman awayî wexta ku mirov berhemên A. Camusî dixwîne bêwatebûn û absurdbûna jîyanê, nedîyarîya wê, bîyanîbûneke li hemberî “xwe” û “ên din” tilîyên xwe di çavên xwendevanan re radikin. A. Camus di pirtûkên xwe de ji serî heya binî di bin xunava bûnewerînasîyê de dimeşe û berhemên gelekî hêja dinivîse (weke mînak Mirina Bextewar, Biyanî, Çîroka Sîsîfosî û hwd.). A. Camûs li ser gelek têgehên bûnewerînasîyê romanên xwe sêwirandine. A. Camûs bi taybetî jî têgehên bê-watebûn û absurdbûnê dike mijara berhemên xwe û van têgehan ji bo xwînerên xwe nake hêmanên neyînî. Dema ku em li çîroka Sîsîfosî dinihêrin absurdbûn û bê-watebûna jîyanê xwe ji me re şênbertir dike. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê pişta xwe bidine jîyanê û dilê xwe jê bigrin. Berovajîya wê, bûnewerînasî me vedixwîne nava jîyanê. Çîroka Sîsîfosî çîrokeke trajîk e û ji gelek alîyan ve ne dûrî rewşa gelên bindest û bi taybetî jî ya kurdan e. Sîsîfosî xweda xapandine û xwestîye “mirinê li zincîrê” bixe. Ango hebûna mirinê ji ser rûyê erdê tune bike. Lê ji ber kirinên xwe bi cezayeke sosret û trajîk hatîye mehkûmkirin. Kevirek li pişta Sîsîfos e û divê wî kevirî bigihîne lûtkeya çîyê. Rewşa trajîk ji vir û pê de dest pê dike. Her cara ku Sîsîfos digihêje lûtkeya çîyê kevir ji wir digindire û cardin Sîsîfos wî li pişta xwe dike û ber bi lûtkeya çîyê ve dimeşe. Ev rewş bêetlahî didome û weke rîtueleke mecbûrî, jîyana Sîsîfosî bi vî şiklî teşe digire. Ev teşegirtin li gorî A. Camus jîyana mirovan a ku bi destpêkeke bêsedem(!) dest pê dike û cardin bi heman şiklî bi dawî dibe, hemû hest û nestan, bîr û boçûnan li ber bayê demê bê wate dike.
Bi qasî absurdbûn û bêwatebûnê, xwekuştin jî yek ji têgehên Albert Camusî ye ku bi berhemên xwe van têgehan ji xwendevanan re nîgar dike. Di dinyaya ku bi her awayî “dibetî”yek e û di heman demê de hebûna me jî yek ji wan dibetîyan e, bi qasî bêwatebûna jîyanê xwekuştin jî ji bo Camusî ewqasî bêwate ye. “Hin kêlîyên wisa yên jîyanê hene ku mirov di wan kêlîyan de dixwaze here cihê ku divê lê be; lê carinan pêdivîya mirovan ji bo jiyînê ji wêrekîya xwekuştinê bêtir bi wêrekîyê heye.”[1] Ev jî bi serê xwe nîşan dide ku hemû liv û tevgerên ku di jîyanê de mirovî pêk tînin ewqasî jî ne hêsan û erzan in. Ji ber êşa nedîyarîyê ku mirov dikişîne jîyanên gelekî şolî derdikevin holê. Di aveke şolî de soberî çiqasî zehmet û ne xweş be jîyaneke bi vî rengî jî ewqas ne xweşik e. Di nava zehmetîyeke wisa de xwekuştin dibe karê herî hêsan. Ji ber wê jî hemû çalakîyên mirovî yên li dinyayê gelekî hêja ne li ber xwekuştinê.
*
Jîyana Sîsîfosî rewşa kurdan tîne bîra mirovan. Rewşa kurdan û ya Sîsîfosî dişibe hev. Di dîrokê de kurdan tim xwestîye “koletî û bindestî”yê li zincîrê bixin; lê her cara ku wan bi vê daxwazê serî rakirîye ji alîyên hin hêzan ve hewldanên wan hatine tepisandin. Ev jî dişibe cezayê Sîsîfosî ku bi mehkûmîyeteke giran hatibû cezakirin. Mehkûmîyeta kurdan û ya Sîsîfosî yek e. Kevirekî kurdan jî heye û tim li pişta kurdan e. Lê kevirê kurdan “kevirê azadîyê”ye û çîyayê ku Sîsîfos tê de hildikişe di ya kurdan de dibe rêya bi strî û kelemên dîrokê. A. Camus di bê-watebûn û bê-hêvîbûna jîyanê de çirûskên hêvî û wateyê dibîne û ev jî dike ku kurd jî bi mehkûmîyeta xwe re li hev bin. Ji ber ku kurd ber bi lûtkeya çîyê ango di nava rêwîtîya dîrokê de bi qelîştekên gîyanî ber bi wê azadîya ku mehkûmî wê ne ve dimeşin. Ew kevirê ku bîst û neh caran ji destê kurdan filitîye, ger ku kurd bixwazin vê neqlê wê nefilite û dê kurd kirasê Sîsîfosî yê ku xwe jê nikare xelas bike biçirînin.
Dîrok bixwe ji gelek çîrokên absurd pêk tê û lehengên dîrokê jî însan in. Ango bi destên (!) însanan çîrokên absurd tên nivîsîn û navê dîrokê li wan tê kirin. Di roja me ya îroyîn de niha kurd jî di nava hewza van çîrokan de ‘bi destê’ xwe an ‘bê destê’ xwe soberîyê dikin. Gelek têgehên xweş û bi wate (di sedsala me de ku yek jê jî “azadî”ye) di lîtavan de şîn tên. Niha erd amade ye ku tovên azadîyê lê şîn bibin û ji bo vê jî kurd tev mehkûm in ku bibin ‘gurnîgamêşên azadîyê.’ Di heman demê de her yek ji me Sîsîfosek e ku divê bi wêrekîya wî tev bigere û li ser navê mirov-ahîyê xwe, dîroka xwe (ya şexsî û civakî) ava bike; lê weke wî di gêjgerîneka xwedayan de asê nemîne. Ji hemû “xûz”[2]ên xwe reha bûyî bi pênûseke ku hibra wê dê neşibe hibrên din dest bi çêkirin û nivîsîna dîroka xwe bike.
*Nîşe: Ev nivîs di sala 2011an de di hejmara 13a ya Kovara Çirûskê de hatîye weşandin lê niha hin guhertin tê de hatine kirin.