“Têkilîya di navbera me û dîmenên bi şîddet(ne bandora tirkî ye,bi kurdî jî “d” bi şid..tê gotin) de pornografîk e. Em bi fîlim û lîstikên kompîtorê xwe di pornoya şîddetê de winda dikin. Pornoya şîddetê, kuştinê bi xwe jî dike wek bûyerek bê êş û jan. Van dîmenan wek êşbiran rol dilîzin. Me li hember êşên kesên din bê xem dikin”.*
Li gor tê bîra min “porne” tê meneya karkera seksê an jî fahîşe. Grafî jî herf an jî nivîs e. Bes di roja me da wata wê guherîye û em dizanin ku nivîskarê me behsa çi dike. Pornografîya ku êşê ditevizîne, ji hêz û îrada hîskirinê dixîne. Jixwe welê bûye ku zarok jî tevlê wê çerxê bûne, lîstikên wilo bi teqereq dilîzin û bi lîstikên şîddetê welê kêfxweş dibin ku mirov ji ber wan ve ditirse. Û dê mezinên çawa ji wan derkevin kes nizane.
Ma ne jixwe ew herikîn an jî êrîşa datayan bi xwe jî şîddet e. Hem şîddet e hem jî li hember şîddetê kor û bê hîs dike.
“Birîna ku dêşê derîyê despêkê ye ji bo yên din”
Birîna ku dêşê…Çawa ye gelo? Û a ku nayşê? Lê a ku êdî ne birîn e? Ew tenê tevizandîye an êşbir birînan tine dikin? Çimkî ku birîn neyşê êdî ne birîn e. Ji bo dêşê birîn e. Loma dema neyşê em cîhê wê jî nizanin, Ji ber ku nîne ew, êdî nîne. Ji bo ku nîne…nikare bighîje wî derîyê despêkê yê ji bo yên din jî. Dê çawa bighîjê? Bi xwe tine ku karibe bighîje wî derîyê û biçe hewara birînên yên din?
“Em îro di bin serdarîya egoyê da ne; em bi pey sersemtîya wê û heya bi pey serxoşîya wê ketine. Egoya narsistik di yên din de berî her tiştî rastê xwe tê. Medyayên dîjîtal jî dikin ku yên din wenda bin. Ji bo ku yên din tim hazir û li ber destên wê ne hêza wan dişkê.”
Bi rastî jî ew derfeta hazirbûn û li ber dest bûna her tiştî derfetek çilo ye ku wiha li xwedîyên xwe vedigere? Wan hem dike cûreyek hukumran û dagirker, hem jî muptela. Muptelayên pornografîya şîddetê, xwîn û xirabîyê. Xwîn û xirabîya li dijî mirovên din ku mixabin gilêz bi devê yên temaşevan dixe.
“Di dema pandemîyê da êşa yên din dûrtir diçe. Wek “hijmara weqayan” ber belav dibe. Mirov di beşên nexweşên giran de bêyî eleqeyek însanî bi tena serê xwe dimirin. Nêzîkbûyîn mirov bi nexweşîyê dixîne. ”Mesafeya civakî” çûyîna empatîyê zêdetir dike. Dibe wek mesafeya zîhnîyetê. Yên din êdî vîrûsbelavkerên muhtemel in gere ji wan dûr bê sekinandin.”
Pandemî. Corona. Berê fîlimê wê hat kişandin, dûre dinya û mirov hemû li pey wê hatin kişkişandin. Bi her tiştê xwe mayînde ye jî. Ji nav rehên li bedenan bigre heta rêyên zipîzirav ên li dil û mêjî. Her kes hem lîstikvan hem jî temaşevan bû. Her kes hem êşîya hem êşand hem hem jî bû êşbir.
“Endîşe-fikara zelal a ji bo yên din,dibe endîşe-fikara ji bo xwe ya ne zelal. Ku ev endişe tinebe, derîyek me yê ku ji êşa yên din re vebe jî tine”
Çi bi kesawet û kabûswarî ye ne? Lê ewqas jî rast e. Lê rastî zûda di bin xirbeyan de winda bûye. Xirbeyên cûrbecûr, xirbeyên her tiştî û li her derî.
Xirbeyên ku êşê jî ji destê xwedîyên xwe stendine. Xirbeyên ku ne birîna wan birîn e ne dermanê wan derman. Xirbeyên ku ne jîyana wan jîyan e ne jî mirina wan.
Tê bîra min pîrejinan carna ji bo hin tiştan digotin, ne mir ne jî…An jî nemirnejî. Wek yek gotinek digotin jixwe. Gelo ew gotina wan, ne kehaneta civaka palyatîf be.?
(MR/AÖ)
*Palyatîf Toplum, Byung-Chul Han, Metis







