Vîdeoyek kurt ku li ser medyaya civakî belav bû, dîroka dirêj a tûndkariyê dîsa li ber çavên raxist. Leşkerekî serbi HTŞê ku artêşa Sûriyeyê ye, keziyên jinekî Kurd biriye û kezîyên wê di destê xwe de li ba dike. Dîmen tenê çend çirke ye; lê mentalîteya ku temsîl dike, bi sedsalan tê meşandin. Di wê dîmenê de por tê hedefkirin wek bi bîra fizîki ya çandekê, nîşana xûya ya nasnameyekê û hebûna jinan ya di qada giştî de.
Piştî ve bûyerê gelek jinan weke bertek keziyên xwe hûnandin dîmen û wêneyên dema hûnandinê li ser medyaya civakî parve kirin. Ev ne tenê tevgereke ji bo hevrêziyê bû; lê her weha protestoyek, xwedîkirina bîrê û berhemek civakî ya li dijî tûndkariya îdeolojîk bû. Bê slogan, bê deng; lê bi temamî politîk.
Por yek ji lebatên herî politik ya bedenê ye
Ne hewceyê em li vê bûyerê bi çavê “polîtîkayeke mezin” binêrin, em dikarin bi pencereya mikro-dîrokê ji binêrin. Ev perspektîf destûrê dide ku em bibînin ka tundkarî çawa di jiyana rojane de tê pêkanîn. Hêza deshilatdar çawa dixebite; gelek caran di van hûrguliyên biçûk de jî xuya dike.
Mikro-dîrok nîşan dide ku desthilat ne tenê di sazûmanên dewletê de ye; lê di meqesê de, di nihêrînê de, di destdirêjiyê de, di têlên por de jî dixebite. Çimkî desthilat ne tenê bi qanûnan, bi rêkûpêkkirina bedenan, kontrolkirina xuyabûnê û disiplinkirina jiyana rojane tê ava kirin. Bedenê jinê jî di dîrokê de her tim qada ku ev mekanîzmayên disiplinê herî zêde tê de tê bandor kirine.
Ji bo vê yekê, por yek ji lebatên laşê mirovan e ku ya herî polîtîk a bedenê ye.
Birîna kezîyê: Înfazeke sembolîk e
Por, di dîrokê de bûye navenda pratîkên disiplinê, neçarkirina serîtewandinê û kontrola bedenê. Rîtûelên birîna por bi rêgezên koledarî, zindanîkirin, disiplina leşkerî, polîsiya exlaqê û mekanîzmayên kontrola kolonyal re hevpar bûne. Por nasname û xweseriya kesan temsîl dike. Dema ku tê birîn, kes ne tenê bi laşî, bi sembolîk jî tê tazî kirin.
Armanca kontrolkirina por ne tenê guhertina xuyabûnê ye; ji laşê xwe jî xerîb dikeve. Li ser bedenê jinê ev destdirêjî hîn kûrtir e. Destdirêjiya li porê jinê rasterast kontrola bedenê ya di qada giştî de hedef digire. Bi vî awayî, mafê ku “tu çawa xuya bî”, “li ku tu bisekinî” û “tu çiqas xuya bî” ji jinê tê stendin. Di nava civakê û qada giştî de kontrola por, wateya sînordarkirina hebûna jinan ne, bindestkirina xûyabûn û dîlgirtina nasnameya jinan e. Bi vî rengî bedenê jinê dibe nesneya vitrîna ideolojîk.
Birîna kezî… Ev cureya tûndkariyê bi navê “exlaqê” tê rewakirin. Di ve dîmenê de meqes ne tenê amûra cezayê ye; rengê desthilatê dide nîşandan. Lê di rastiyê de ev ceza, li dijî mafên hebûna jinên ya di qada giştî re ya civakî, ji bo bîr, beden, xemilandin. Ew hemu wetayan por dibe kom. Piştî ve komkirine kesek derkeve û ser hinceta ideolojîye xwe di yek çirkeyê de poran dibire...
Ev înfazeke sembolik e, beden bi temamî naye infaz kirin le bi parçeyekî bi hemu wateyen xwe te quştin.
Ji bo jinên Kurd: Kezî wek objeya bîra kolektîf e
Ji bo jinên Kurd, kezîya por ne tenê bijardeyek estetîk e. Por, sembolekî bîra kolektîf ya nav jiyana rojanêye. Por çawa weke kezî tê hûnandin, kengî tê vekirin, ew hemû beşên bîra civakî ne. Li rêyên koçberiyê, li zozanan, li zeviyan, di şertên şer de, di rîtûelên şînê de, di zindanê de por bi hûnandina kezî; awayek e ku mirov rêz û rêk ava dike yê. Di nava kaosê de, ew bi rêya laş qadeke piçûk a serdestiyê diafirîne.
Kezî zanîna ku ji nifşekê ber bi nifşekê tê veguhastin e. Dema dayikek porê keça xwe dihûne ew bi keça xwe re ne tenê pratîkeke xemilandin dide hîn kirin; ew sebir, ritm, berxwedan, bîra jinbûnê ji dide hîn kirin. Di demên şînê de vekirina wan, an jî birîna kezîyan, di dawetan de hûnandina kezîyan, guhertina hejmar û şêwaza kezîyan, wek nexşên ku li ser bîra jinan hatiye nivîsandin e.
Kezî her weha xweseriya bedenê ye: Mafê jinan ku bedena xwe rêkûpêk bike, azadiya tevger û xuyabûna giştî ye…Îdeolojiyên olî yên radîkal ji ber vê yekê kezîyê qebûl nakin. Çimkî kezî bedena ku serînatewîne nake temsîl dike.
Bi taybetî jinên Kurd ên şervan, porê wan vekirîne û bigiştî kezî ne. Ew imajekî polîtîk e ku hatiye tercih kirin. Ev îmaj, hem li dijî rejîma pêçandinê ya baviksalarî ye û hem jî li dijî xeyala bedenê ya Îslamî ya radîkal e. Li gorî wan jinên Kurd, beden û por ne tiştek e ku divê were veşartinê; ew meseleyekî ku li ser tê şer kirin, tê hereket kirin û tê xuyakirin. Ji ber vê yekê por dibe hedefek îdeolojîk.
Ji bo Êzîdiyan wek sembolekî hebûna kolektîf e
Di baweriya Êzîdiyan de xwezayîbûna bedenê û tevahiya wî pîroz e. Birîna por ne tenê ji bo estetîkê ye. Her mudaxeleya bi darêzorê ya li ser laş wek binpêkirineke li dijî pîroziya laş tê nirxandin.
Di dema komkujiyê de tûndkariya ku li dijî jinên Êzîdî pêk hat, ne tenê laşî bû; ew rîtûelî û sembolîk jî bû. Birîna poran, mecbûrkirina pêçandinê, revandin, teşhîra bedenê, guhertina navan û têkbirina rîtîmên rojane, teknîkên şerê psîkolojîk bûn. Ku armanca ji têkbirina bîra civakî bû. Ev hemû ne tenê sûcên ferdî bûn; lê amûrên siyasî bûn ku armanca wan tunekirina bîr, bawerî û berdewamîya komekê bû.
Ji ber vê yekê destdirêjayiya bi darêzorê li ser por tûndkariyeke li dijî pîroziyê û bawerîyê ye jî. Pratîkên DAIŞê li ser bedenê jinann, pratîka herî eşkere ya desthilatdariyê di îdeolojiya baviksalariyê ye. Bi vî awayî dixwazin ku jin were kontrolkirin. Li vê derê armanc ne tenê teslîmkirina beşdara civakê ye. Armanc şikandina kapasîteya ku civake xwe nû ve çêdike ye. Por ji bo jinên Êzîdî û Kurd ne kesane ye; wek sembolekî hebûna kolektîf e. Îro bi darêzorê birîna porê jinek Kurd, da nîşandan ku zîhniyeta DAİŞê berdewame.
Di ideolojîya Îslamî ya radîkal de bedenê jinan li qadan divê were veşartin. Pêçandina por ne tenê ji bo bawerîyê ye; mekanîzmaya serîtewandin û kontrolê ye jî. Xûyakirina por ango jinên serî vekirî wek gefeke îdeolojîk tê kodkirin.
Porên jinên Kurd bi taybetî jinên şervan ku bi kezî û bê pêçandin in, rasterast tên hedef girtin. Ew jin ne weke jinên ideolojîya radîkal dixwazî nin. Bi maf û bedenên xwe di qada giştî de xuyayî nin, çekan digirin û biryarên civakî ji didin. Bedenên wan ne îtaetkar, bê deng û veşartî ne.
Ji ber vê yekê êrîşên li ser por ne tesadûf e; ew hereketeke bi zanînî ya tahrîk û şerê psîkolojîk e. Bi destdan li sembolek hêzdar a bîra kolektîf, tê xwestin ku tirs, hêrs û pevçûn were zêdekirin.
Protestoya Dijîtal: Jinan bi kezîyan piştgirtin
Piştî vê buyerê gelek jinan keziyên porên xwe hûnandin û li ser medyaya civakî parve kirin. Ew ne tenê protesto bû; wisa kir ku formata bîrê gihişit hewlekî modern û dijital. Di qada dijîtal de destdirêjiya bedenê bi rêya birîna kezî cihekî bandor girt. Ev parvekirin ne tenê ji bo piştgirîye bûn; Ew çalakîyeke polîtîk bû ku jin yekdestîya desthilatê li ser laşên xwe red dikirin.
Bi darêzorê birîna kezi bû înfazeke sembolik ya hebûna jinan. Dixwestin ku bi vê sembole jinbûnî were tunekirin, lê berevajî bû. Kezîkek hatibû birîn, bi hezaran vegeriya. Ev refleksa xwe-parastina bîra kolektîf bû. Îro kezî ne tenê por e; ew nasname ye, berxwedan e, polîtîkaya bedenê ye û girêdana nebinavkirî ya navbera jinan e.
Belkî divê îro dîsa bînin bîrê; dîrok ne tenê çîroka tankan, sînor û serokanan e. Hin caran dîrok di têlên kezîyekê de veşartî ye. Ev şer ku li ser por, pêçandin, beden û xuyabûnê tê rêvebirin ne tenê li dijî jinan e; li dijî bîra wana jî.
Hin caran dîrok bi dengê meqesekê tê birîn.
Lê jinan her carê dîsa keziyên xwe hûnandin.
Ne tenê porên xwe; bîr, hevrêzî û berxwedanê…
(HC/AY)





.jpg)
.jpg)
