Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji beriya her tiştî ji bo diristîyê dixwazim bibêjim baweriya min li wê yekê nayê ku mêr bi xwe re rû-bi-rû bisekine. Ji xwe ez bawer nakim ku mêrên li ser jinan jî mafê xwe dibînin biaxivin lê rêyê nedin jinan bi xwe re rû-bi-rû bisekine jî rast bibin.
Ew rasterast failên tûndkariyê ne, dengê mexdûran ji xwe kêm derdikeve vêca ew jî xwe bikin di nav karê wan re û bibêjin “ez jî dê biaxivin” ma di rê de ye?
Belkî gelek kes piştgiriya vê fikra min nekin lê divê mêr her gav neaxivin hinekê bisekinin û bifikirin.
Ez ê hewil bidim ji pîşeyê xwe, ji rojnamegeriyê sûd bigirim û sebebên vê yekê eşkere bikim.
Ji ber ku digel gelek kêşeyên dî, ji ber nehekheviya jimara rojnamegeran tûndkariya mêran baş nayê “teşhîrkirin.”
Ez dixwazim hûn bi vî çavî li vê nivîsê binêrin.
**
Em bi agahiyeka nû dest pê bikin. Demekê kurt ji beriya niho min li rêzefîlmeka popûler, li ‘Bodyguardê temaşe kiribû. Dema min dest bi temaşekirinê kirî min dizanî rêzefîlm li ser têkiliyên wezîreka karên navxweyî û bodyguardê(parastvan, heres) wê ye.
Çîroka fîlmê diherikî. Mereq nekin ez ê spoîleran nedim. Fîlm bi dîmenekê dest pê dike, kesekê xwe kuş di trênekê de ye û ber bi Londonê ve diçe...
Polîsê me yê mêr vê yekê dibîne û midaxele dike.
Tiştê pêşiyê ev e: Ew kesa xwe kuj jinek e ku bi zora mêrê xwe mecbûrî karekê bûye... Polîsê me diçe ji şefa trênê re dibêje, şef jî jin e.
Hêzeka taybet midaxeleyî trênê dike, serfermandara wan jî jinek e.
Nîşangirek xwe amade dike ku xwekujê bikuje, tiliya jinekê li ser dîkikê qenasê ye. Tîma îmhakirina bombeyan tê, ew kesa bi xwêdan û zehmetiyan hewil dide bombeyê bisekinîne jî jinek e.
Mêrê qehreman ê serleheng, pileya wî ya karî bilind dibe, ya ku pileya wî bilind dike jî jinek e.
Karê serlehengê me yê nû ew e ku bibe parastvanê wezîrê, wek min li destpê jî got wezîr jî jinek e.
**
Ma çi ferq dike, çi mêr çi jin be kar kar e. Lê rastî ne ew e.
Ez li ser navê xwe bibêjim min cara yekê jineka nîşangir dît, şefa hêzên taybet jî welê... Ev qas jin bi hev re aktîf di operasyonekê de bûn ez dibêjim qey ev ne bi tenê ji bo min ji bo her kesan tişteka nû bû.
Piştî min li rêzefîlmê temaşe kir min lê nêrî ka li ser vê mijarê hatiye axiftin an no. Li Brîtanyayê gelek kes li ser axivîne. Heta ku hin temaşevan(piraniya wan mêr) minmin kirine û gotine heyina ev qas jinan ji rastiyê dûr e.
Bi ser her tiştî re hem ekonimiya welatê wan hem jî ekonomiya Yekîtîya Ewropayê ku hewil didin jê veqetin jin bi rê ve dibin... (Ev rêzefîlm li BBCyê tê weşandin, bila bê bîra we ku demekê beriya niho eşkere bûbû li wê televizyonê mehaneya jin û mêran ji hev ferq e.”
Vêca heke ew rolên min behsê kirî mêran bilîstiya ti kesan dê ti negotiyan, ma ne?
Erê lê ji ber çi?
Çima li me ecêb nayê ku karên jin û mêr dikarin bikin her dem mêr dikin? Ez behsa xwe dikim lê dizanim ku ji bo vê bêheysiyetê ez ne bi tenê me. Ez ne bi tenê me, ji vê derê pê ve ez ê bêjim em. Em vê normal dibînin.
**
Madem tê xwestin em rû-bi-rûyê xwe bibin. Ez ê ne behsa rêzefîlman, rêxistina polîsan û rêvebirên dewletan bikim ez ê behsa cihê ez dizanim bikim. Behsa rojnameyan bikim.
Eve ji we re pirseka hêsanî ji ber çi jin di nêv birêvebirên sereke yên rojnameyên me de nînin?
Min li sê rojnameyên navendî kar kiriye. Hin rojname hene ku ez neçûmê lê hevalên min li wan deran hene.(hebûn niho piraniya hevalên min bêkar in.)
Berpirsên weşanê hema bêje hemî mêr in carinan li hemberî deh mêran jinek an du jin hene. Carinan jin nînin.
Jinek dido hene ku bûne berpirsên weşanê wek efsaneyan behsa wan tê kirin. Heke hûn lê binêrin ka şefên beşan hene an no, hûn ê yek du kesan bibînin.
Ev qas e.
Erê ji ber çi?
Peyamnêrên gelek baş ên jin hene.
Jin hene ku hevpeyvînan dikin û firotina rojnameyan girêdayî wan e.
Hin jinên edîtor hene bi zîrekî, lezgînî û baldariya xwe ber bi çav in.
Erê jin çi jê tên ku bilind nabin. Dibin wexm û difirin ma?
Ma birêvebirina rojnameyekê ji wezîrîyê, ji birêvebirina dewletê girîngtir e an jî ji pisporiya teqemeniyan zehmettir e.
Çima ji bo tiştên hemî civakê eleqedar dikin de(piranîya wê jinan eleqedar dikin) jin biryarê nadin. Biryarê nadin ka li ser wan mijaran çi dê çawa û çi qas dirêj bê nivîsîn.
Gelo binasê/sebebê vê yekê em bi xwe ne?
**
Ka em lê binêrin vê yekê çi aniye serê me.
Gelek tişt hene lê ez ê behsa ya herî giring bikim. Gelek giring e bê zanîn kî biryarê dide tûndkariya mêran dê bi çi awayî bê nivîsîn û çend rojan israr dê lê bê kirin. Rojnameyên ku mêr derdiêxin û tercîhên wan dê cida bin.
Çi qas samîmî jî be ez bawer nakim ku mêrek bikare wek jinan xemê ji vê meseleyê bixwe.
Ji bilî bûyerên civakê şok dikin tûndkariya mêran li rûperên sêyem in. Hûn dikarin vê yekê ji bo gotinên min wek nimûneyekê bibînin.
Ez bawer dikim ku heke jin biryarê bidin rêjeya nûçeyên li ser vê mijarê dê gelek bilindtir bibe.
Dema ku jin ne di nav wan kesên xwedanê biryarê de bin newekheviya di navbera jin û mêran de her ku diçe bilindtir dibe.
ev newekhevî dengê jinan dibire. Divê tam niho dengê wan derbikeve. Min got min li medyaya navendî kar kiriye û wê derê dizanim. Ka cihên ez nizanim em bipirsin.
Gelo rojnameyên çepgir ferq in?
Rojnameyên Rastgir ferq in?
Rojnameyên Entellektûel ferq in?
Rojnameyên li ser înternetê ferq in?
Sendîka û rêxistinên pîşeyan ferq in?
Ka ew jinên rojnameyan bi rê ve dibin?
Çima ew ne li wan deran in?
**
Vêca em li meseleya destpêkê vegerin, ez ê bêjim ji ber çi ez bawer nakim ku mêr bi xwe re rû-bi-rû bibin. Em mêrên ku bûne sebeba ev qas neheqiyan, me post vegirtine û em çavên xwe li neheqiyan digirin, êdî bila em ji kerema xwe re hiş bibin.
Ew mêrên ku dibînin li rêzefîlmekê hemî rolên giring jin dilîzin û pê matmayî dibin bila em bêdeng bibin.
Çira bila em hiş bibin? Ji ber ku heta niho em bêdeng bûne. Ew mêrên berpirs ma heta niho ev yek ferq nekiribû?
Ez dibêjim heta niho lê niho jî rewş neguheriye.
Ez jî tê de heke em wan mexdurîyên em bûne şahid danin ser hev dê bigihe perên esmanan.
Digel vê yekê jî li rojname, zanîngeh, kovar kurtasî li her deran em bûne şahid û me nepirsiye ku jin û mêr ne wek hev in. Me xem ji vê yekê nexwariye jî.
Nizanim ji ber çi ye ku me ev rewş qebûl kiriye. Ev rewş kêrî me hatiye. Qasî rêzefîlmeka BBCyê jî em ji normalê derneketine. Ma jin dikarin bibin nîşangirên qenasan, ma dikarin bibin serbazê hêzên dij-teror? Ma jin dikarin bibin birêvebir?
Li me ecêb nehatiye. Karê me mereqkirin e lê me mereq jî nekiriye. dema me nûçeyên li ser jinên tramvay û bûsan diajon çêkirîn li me ecêb hatiye halê me bi xwe li me ecêb nehatiye.
Vêca ne hewce ye em rûnin û xwe ji gunehan bişûn. Bila em bela xwe jê vekin bila ew bifikirin.
Dema dema wê hat bila em mil bidin milê wan, dengê wan bi dengê xwe negirin, dema bi wan re dimeşin pê li pêyên wan nekin û piştgiriya wan bikin.
Lê bila em xwe bidin rexekê, bila jin biaxivin.
Bila qêrveqêra me kêm bibe.
Piştgiriya herî mezin bêdengî ye êdî.
(YB/ŞA/APA/MB)
* Wêne: Kemal Gökhan Gürses