Ji bo nivîsa Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dibêjim qey dema ez hîn bûm ku piştî şerê navmalbatî jin û keç lêdanê dixwin ez 5-6 salî bûm. Min nedizanî ka ji ber çi ev şer tê kirin û min mereq jî nedikir.
Her ku mezin dibûm min ferq dikir ka ji ber çi lêdana navmalbatî heye û sebebên wê yên bêwate çi ne. Serkêşa wan sebeban azadiya ramanê bû. Biheşt li bin pêyên mêran bû lê divîya hemî fikrên wan û her gava ew diavêjin bi biryara mêran ba.
Qasî ku min didît hem cîranên dihatin mala me hem jî xizm û mirovên me di heman rewşê de bûn. Carinan rûyê hinekan şîn-û-reş dibû. Carinan min didît ku destê hinekan şikestî bû. Ji bo wan kesên ev rewş dîtîn û bihîstîn ev rewş gelek ji rêzê bû.
“Ma çi ye mêrê wê lê daye.”
Min ev gotin ji mêran zêdetir ji jinan dibihîst nemaze ji yên pîr û kal.
“Keça min mêrê te ye hem dê li te bide hem jî ji te hez bike. Zimanê xwe gez bike, rûne ser dûvê xwe.”
Hingê wek niho jin nedihatin kuştin an jî me nedibihîst. Wek niho rêyên ragihandinê nebûn du sê kolaneyan dûrî me hinek bihatiyan kuştin me yê piştî mehan bibihîsta an me qet jî nedibihîst.
Me herî zêde dibihîst ku jinan an jî zarokên keç xwe kuştine. Herî hêsanî bi werîsekê xwe dikuştin. Werîsek dihat hilavistin û wan bi xwe xwe pê dihilawêstin.
Me dibihîst ku bûka maleka li taxa paşiyê, Mayayê xwe hilawêstiye.
Kesên li taxê diçûn ew kesê xwe kuştî didîtin, ew kesên çûyîn û neçûyîn bi hev re dikirin hawar û qêrîn.
Dema keçek evîndar dibû divîya wê veşarta. Heke bav an birayê wê bizaniya an jî heke kesekê ji dûr ve xizmê wan jî bibihîsta bi ihtimaleka ji sedî heştî ew dikuştin.
Ji beriya ku biçim xerîbîyê çîroka ez şahid bûm çîroka Sunaya heşdehsalî bû.
Sumayê hej kesekî kiriye, malbata wê, wê nadin wî. Ew xwe ji pira Taşê diavêşe çemê Seyhanê. Termê wê piştî sê rojan hatiye dîtin. Heke hemî buyerên kuştinê mirina Sunayê jî hat jibîrkirin.
Bêhna termê miriyan li Çukurovayê belav dibû. Piraniya jinên dihatin kuştin ew jin bûn ku li pawyonan kar dikirin.
Rewşa Edeneyê diyar e. Li Tirkiyeyê pavyon, sînemayên havînî û qehwexane herî zêde li wê derê ne. Piraniya pawyonên li bajarî li rex çemî ne.
Li nêzîkî pawyonan pira hêsinî ya fransîyan çêkirî heye. Ew trênên diçin rojhilatî û rçwî bi ser re diçûn. Niho jî ew seref wek berê têne kirin. Taha me hima bêje li hemberê pirê bû.
Ji ber ku gelek kes bi taxa me re diçûn pavyonan, me ji beriya her kesan agahiyên li ser pavyonan distandin.
Her meh miheqeq jineka li pawyonê kar dike xwe ji pirê diavêt an jî dihat kuştin. Mêran bi zorê jin li pavyonê didan xebitandin û heman mêran navê “jinên pavyonan” li wan kiribû.
Sohbetên mêran jî her dişibîyan hev: Ew jin ji pirê avêtîne. Ê wê jî xeletî li maseyê rexêkiriye.
Gelek sohbetên bi vî rengî têne kirin her mêr yê biheq e. Heta ku wan ji jinan re gotiye “neke xwe li min nede kuştin...” Ev çîrok piştî demekê kurt di bin ronahiyên melûl ên pawyonê divemirin.
Şevekê ez li kolanên dûrî caddeya sereke dimeşiyam. Qêrîna jinekê dilê mirovan dişewiyand, erd dihêjand. Hewa gelek sar bû, wê cilikekê tenik kiribû ber xwe, rexa cilikê wê diriyabû. Diqêriya:
“Erê em orispî ne lê ji ber ku hûn bûne pêzeweng û we karê orispîtîyê çêkiriye em orispî ne. Ma em bi vî halî jidayik bûne. Bêşerefno we em xistine vî halî.”
Dema min ev qêrîn bihîst jinên li pavyona Edeneyê û bêçaretiya wan hat ber çavê min ber dilê min... (MS/ŞA/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren