Fotograf: Pixabay
Tu dersa Kurdî bi kîjan zimanî didî, hevalê? Ev materyal ji bo kîjan miletî ne mamoste can?
Tu yê dersa zimên ji bo tirkan an ji bo biyanîyan hazir bikî?
Ka te ji ereben re tişt amade nekirîrîye, qey bila ew hînî zimanê me nebin heyran?
Bandora pirsa maqûl, a xurt dê li ser bersiveke têrkar jî hebe. Ku pirs potansîyela li ser fikirînê di xwe de nehewîne, dê bersiv jî derbxwarî û qels be. Rêyeka çareserîyê ya ronîdar ku em karibin pê de herin peyda nabe. Pirs ji ku derdikevin? Çima bi wan peyvên min li jor li dû hev rêzkirin pêk tên lê ne bi hinekên din? Pirsa me çima ev pirs, lê ne yeka din e? Ji ku derê derket hat û hişt ku xwedîya/ê pirsê rabe bi rihetê vê pirsê bike ji mamosteyên zimanê Kurdî, li ser meselê?
Pirs û bersiv, kevirên li ser hev ên şikêrekê ne. Ku te yekê leqand yê dijî pê re leqîya, çû. Ku te dest neda yekî jî ji wan, ew ê bi aramî, li ser hev an jî li rex hev, pala xwe bi hev din bi salan. Dê hayê kesî ji xwe çênekin. Ku pirsa te, derba te xurt be, dê bersiva te, hevalê kevirê te jî li wê gorê ji cî bileqe. Tew, te hew dît ji ser şikêra me rabû, pengizî dera hanê, werrê jî derdorê bi xwe hesand û axir bû bersiva bihêz a derbasdar.
Ku em vegerin ser pirsên li serê nivîsê hatin danîn;
Ziman, kîjan ziman dibe bila bibe, bi eynî zimanî tê fêr kirin. Bi ha vî zimanî serê ewilî, dîyalogên kurt û bere bere yên hê dirêjtêr tên çêkirin, di navbera mamoste û şagirtan de. Kengî me xwe bi amadekirina materyalên zimanî bo biyanîyan kir(madem em qala hînkirina Kurdî ya bo biyanîyan dikin, tirk jî biyan in) mebesta me ya sereke, hînkirina Kurdî, dê her li bîra me be, li pêş be. Ev materyalên onlayn û oflayn dê xizmeta Kurdî bikin û xelas. Pirsên li jorê tewş in, loma bersivên wan jî dê tewş bin. Em mamosteyên zimên ne mecbûr in li bersiva wan bigerin, çimkî dê berê me li dahfikan û şaşîyan be ku em wilo bikin.
Îro ro, îmkanên me çêbûne, em li ser Youtubê dersên xwe qeyd dikin û belav dikin. Bi hezaran şopînerên me çêdibin, ji ber ku meydan hemin vala ye, dîk dibe Evdirrehman û kêf dike. Kêfa wî lê diherime, çimkî mamosteyên Kurd ên ku zimanên biyanî, bi pedagojîyeke sererast, pêş miletan dikin jî bol in û bela xwe ji wan venakin.
Em ê kêmasîya xwe nekin sukra vî zimanî û îmkanên kêm. Materyalên kêm problemek e, kera/ê kor jî pê dizane lê metodolojîya fêr kirina, zimanekî, çi ziman dibe bila bibe, xurtî û qelsîya mamosteyan nîşanî me dide. Bersiva pirsa hîna nehatîye kirin ev e:
Kurdî bi Kurdî tê fêr kirin. Materyalên em li ser înternetê hazir dikin bi saetan, dê bi vî zimanî bin û xizmeta vî zimanî bikin. Ku mamoste bi zimanê şagirtên xwe zanibe û pir li pênasekirina peyvekê biheyire, carekê dudan ji bo derman, dikare bi zimanê wan wergerê bike, ewqas! Ji vê zêdetir dibe hînkirina formulên gramera zimanê qursê, nabe hînkirina zimanê ku mebesta me ye, ew ê ku bi Îngîlîzî jê re dibêjin“target language”.
Min sûnd xwaribû ez ê ne li ser zimanî, lê bi zimanî binivîsim ji bo xwe rihetkirinê, zewqekê û elbet pêşbirina zimanê yadê û yabo. Nebû. Gunehên min, di sukra ne-mamosteyên li ser înternetê de ne. Ji xwe re behsa çêkirina kulîçekan bikirana bi Kurdî, wê bêtir xizmeta zimanê xwe bikirana. Kulîçekên piştî Yotubê jî kar bûn. Heyf û xebîneta saetên ku li fesilandina video-dersan tê parve kirin. Piştî dersan ne kulîçe û ne rihetîya wicdanî. Em wekî çêçikên zerzûrê pirr bûne û bi şîroveyên li binê kanala wan, bi peyamên twitirê û feysbûkê xewên şevan li wan diherimînin, bi ser huqa tehba wan. Dê fêm bikin,dehî dinê Kurd bi xizmeta çewalêhato nema tên serê. Balo yên ku mamostetî bi wan nabe bilaherin karekî xwe yî din bikin bi zimanê xwe!
Ger guh bidin şarezayên vî karî, mala wan ava, ya na dîsa jî ava; lê ruyê spî wê hey nebe para wan, hema ji we re rast... (MA/FD)