Dawiya hefteyê li Zarok Ma’yê bi navê ‘Kargeha Çîrokên Afrîner’ kargeheke pir xweş û rengîn a ji bo zarokan hat li dar xistin. Kargeha ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER’ê ve hatî amadekirin bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê li Amedê hat kirin.
Ji bo bianet kurdiyê min jî berê xwe da kargeha afrîner; çîroka Hebhinarkê û her çîrokên ku zarokan xwendî bi kêfxweşî guhdar kir.
Her çiqas ku roj bi roj li Bakûrê Kurdistanê zimanê zikmakî dikeve bin xetereyeke mezin û bi tunebûnê re rû bi rû dimîne jî kar û xebatên bi vî rengî hêviyekî jî didin mirov. Mîna xebatên Zarok Ma’yê ku zarok hê di zikê dayika xwe de hînî dengbêjîyê tên kirin. Li kêleka zimanekî li ber devê kerê, kargeha çîrokan dike ku zarok zêdetir ji ziman, çand û wêjeya xwe hes bikin û lê xwedî derkevin.
Çîroka Hebhinarkê
Îro bi hezaran zarokên Kurd di dibistanên heyî de bi zimanê tirkî çîrokên wek Peter Pan, Sînderalla, Keçika Komik Sor (Kirmizî Başlikli Kiz), Pamûk Prenses û 7 Qambost, dixwînin û hiş û binhişiya wan êdî hemû li ser vê bingehê tê avakirin. Ji ber vê yekê jî kar û xebatên mîna çîrokê afrîneriyê pêşiyê li heskirina zimanê kurdî vedike û meyl û meraqa zarokan li ser wêje û zimanê wan çêdibe.
Ez dikarim bêjim ku di vê kargeha ku zarokên di navbera 10-14 salî de tevlê bûyî, di çavê her zarokekî de min ew meraq û heskirina ji bo zimanê wan dît. Dema ku perwerdekar Mem Bawer dest bi xwendina çîroka Hebhinarkê kir, gelek zarok diketin navberê û ji meraqa xwe pirs dipirsîn. Gelek ji wan çîroka Hebhinarkê û bi çîrokên efsûnî yên mîna Sînderalla û Peter Pan re jî dianîn gel hev.
Vêce piştî kargehê der barê kargeha afrîner a çîrokan de em bi endamê Komeleya Wêjekarên Kurd, Nivîskar û rojnameger Rêdûr Dîcle re li ser vê xebata wêjeya zarokan, axivîn.
‘Pêdivî bi xebatên bi vî rengî heye’
Rêdûr Dîcle di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber ku mesele zarok bûn û baldariyeke zêde dixwaza, beriya vê kargehê li dar bixin bi kesên di vî warî de pispor û serwext re şêwirîne û got: “Me xwest em destpêkê tenê ji bo hefteyekê amade bikin û bi 15 zarokan sînordar bikin. Ji lew re me xwest em di ya ewil de reaksiyon û nêzîkatiyên ji bo xebatên bi vî rengî hîn bibin û bi dû re karibin xebatine berfirehtir bikin. Axirê me di dawiya kargehê de dît ku bê çi qas pêdivî bi xebatên bi vî rengî heye.”
"Em hewl didin bîra çandî ya kurdî ya zarokan bi ruh û can bikin.”
Dîcle bal kişand ser giringiya wêjeya zarokan û giringiya kargeha afrîner û wiha got: “Em wekî ‘hîma ruhî’ nêzî wêjeyê dibin. Ango, wêje hîma ruhî ye. Ev çi wêjeya zarokan be çi jî ya mezinan be, ferq nake. Ji lew re gava ruhê ferdî û pê re jî ruhê civakî ne temam be, ne ferd temam e ne jî civak. Yanî dê her noqsaniyek hebe. Ev noqsanî jî dê nehêle tu bi temamî amaje bi nasnameya xwe bikî. Gava tu nikaribû amaje bi nasnameya xwe bikî, tu yê tu carî nikaribî pêwendiyeke tekûz bi rastiyê ango heqîqetê re jî deynî. Ev jî, bi piranî di civakên bindest de, bi awayekî dîtir di civakên xwedî dezavantajan de, arîşeyeke mezin û berbiçav e. Ev, di civakên bi vî rengî de jî herî zêde li bara zarokan dibe arîşeyeke di asta travmayê de. Ji lew re di civakên bi vî rengî de mezin belkî karibin heya radeyekê noqsanî û kêmdîtinê deyax bikin, lê zarok na. Îjar ji bo zarokên me jî nekevin ber diranên vê çerxa kambax em Komeleya Wêjekarên Kurd hewl didin ku heya ji destê me bê bi taybetî vê bîra çandî ya kurdî ya zarokan bi ruh û can bikin.”
‘Me û malbatên zarokan hêza xeyalên zarokan dît’
Rêdûr Dîcle da zanîn ku di dawiya kargehê de hem malbat hem jî zarokan kêfxweşiya xwe dan der û xwestin xebatên bi vî rengî dem bi dem bên lidarxistin û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: “ Ji lew re hem me hem jî malbatan ji çîrokên ku zarokan nivîsandin, hêza xeyala zarokan dît. Hêzeke wisa qewî û asofireh.”
(WT/AY)