Foto: Weşanên Aryen / Instagram
"Hespê Şeytên" û Kadîr Stêra....
Ev her du nav her çiqas weke ji afîşa filmekî filitî xuya bikin jî ne navê film û derhênerekî ye. Hespê Şeytên kitêbek e ku di hezîrana 2018an de ji weşanxaneya Aryenê derketiye û Kadîr Stêra jî çîroknûseke Kurd e. Nivîskarî ji xeynî çîrokan helbest û ceribandinan jî dinivîse. Sedema bijartina ûnvana “çîroknûsî” ji cûreya pirtûka wî yê çap bûyî tê. Bixwe jî vê ûnvanê dipejirîne.
Di vê nivîsê de dixwazim bi du sernivîsan re behsa kitêbê Hespê Şeytên û behsa nivîskarê wê ji we re bikim.
KADÎR STÊRA KÎ YE ?
Nivîskar di otobiyografiya xwe de dibêje ku;
“Kadîr Stêra di sala 1989an de li gûndê Qesra Qelendera yê girêdayî Mêrdînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, lîse li Mêrdînê xwend. Li Zanîngeha Mêrsînê,beşa Ziman û Wêjeya Tirkî qedand. Nihal li Mêrdînê dijî û armanca wî ew e ku li ser wêjeya kurdî xebatên xwe bidomîne.”
Piştî xwendina pirtûkê û hinek sohbetan agahar bûm ku nivîskar demek li hepsê jî derbas kiriye û ew demên li hepsê borîne bandor li nivîskar û berhema wî jî kiriye.
Wexta nivîskar sedema têketina xwe ya hepsê û ew demên xwe yê li hepsê borandiye tîne zimên, dibêje ku “ hin kes dixwestin bernameyek ji bo Nîhal Atsiz li dar bixin. Me jî nedixwest ku wan kesan bi mahnayên wisa ji xwe re derfeta heqaret û êrîşê der bixin.. Me destûr ji li darxistina bernamê neda. Ji ber vê li zanîngehê pevçûnek derket, ez jî di pevçûnê de bûm û di dawiyê de hatim girtin. Li hepse jî navber nedam xebatên xwe û min li wir weke berpirsyarê çandê kar dikir. Panzdeh rojan carekî şevek hat li darxistin. Wek şevên çandê. Min li wir pêşkeşvanî dikir. Bedena min li wir ne azad bû helbet lê mejiyê min azad bû. Min li wir guhdariya pirr çîrokan kir û hin ji wan jî di pirtûkê de cîh girtin.”
Belê, Kadîr Stêra jî mîna nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên din ên Kurd hepsê dinase û wê pêwajoya mahkûmtiyê ji bo afrîneriya xwe weke fersendek dibine û hin kevirên bingehîn ya berhema xwe li wir bi dest dixe.
Kadîr Stêra bi vê berhema xwe ya ewul siwarê hespê nivîskariyê dibe û wî li deşta wêjeyê de dest bi beza xwe dike.
Werin em niha siwarê li “Hespê Şeytên” bibin û derkevin bezekê. Him berhema nivîskarî ji nêz ve nas bikin, him jî hin şopên wê beza ku niviskarî li deşta wêjeya kurdî de dike, binêrin...
ÇÎROKA ZAROKATIYA NIFŞEKÊ / CIVATEKÊ
Serî de dixwazim bêjim; di derheqê vê pirtukê de rastî hin nirxandinên nivîsî û yên devkî hatim. Ev nirxandin hemû jî di xalekê de li hev dicivin û ser fikrekê de li hev dikirin. Ev xala hevpar; bi îdabûn û ecêbbûna navê berhemê bû. Ji xwe ev nav bû ku meraqeke xûrt bi min re jî hişyar kir. Bilî vê meraqê, ev nav kir ku ez di fikrekî xwe de ewle bim û bi dubare bivêjim ku nivîskarên me di hilbijartina navê pirtûkan de gihiştine asteke bilind ku ev kêfeke mezin dide xwîneran û xemleke xweş jî dide refên pirtûkan. Wek mînak “Asus, Spîtama, Kurdistanbul, Ev Ne Pif e Tif e, Di Tuwaletê De, Kuçikîstan... “ Her çiqas cûreyên van berheman ji hev cüda bin jî her yek di mijara kişandina bala xwîneran de dikevin heman kategoriyê.
Wek ku em hemû pê dizanin bergê pirtukekê jî xwediyê roleke girîng e ji bo balkişandin û firotina pirtûkê. Bergê pirtûka “Hespê Şeytên” li gor navê xwe hinek mûtewazî û xwerû ye. Nivîskar şopeke din ji pirtûkê, xistiye bergê. Foneke turkuwazî û çiqleke dara berûyê ji rûyê bergê berjêr dibe.
Ji bo ku ez bersiva vê meraqê xwe bistînim, ji nivîskar pirsîm; ka çîroka nav û bergê pirtûkê çi ye? Bersiv meraqek din li min zêde kir. Nivîskar ji bo navê pirtûkê ewûl li ser “Welatê Baskên Şikestî” fikiriye. Lê dema ketiye hepsê him çîrokên hevalên xwe yê hepsê, him jî çîrokên di tûrkên wan hevalan de veşarti ye bihistiye. Ev bihîstin dikin ku navê berhemê biguhere. Em jî nivîskar fêr dibin ku çîroka “Hespê Şeytên” li hepsê hatiye gûhdarîkirin.
Berhem ji çar beşan pêk te beşa duyêm derheqê nivîskareke ciwan, sêyem li ser wêje ya nûjen û klasîk de ye, di beşa dawîn de jî nivîskar bi helbestan xem û armanca lehengê xwe tîne zimên. Û çîrokên zarokên nifşekê di nav van beşan de di beşa yekem de tê ber me. Erê, Stêra nifşekê datîne li ber xwe û derûniya zarokên wê nifşê dike mijara çîrokên xwe. Dema zarokên salên 90î berhemê bixwînin ew ê bikevin ber hêsteke wisa ku mîna kesekê rabibe, çûbe zarokatiya wan û çi kodên zarokatiyê ya kesên wê nivşê hebe qeyd kiribe û piştî salan di nav berhemekê de danîbe ber wan.
Stêra destê xwe tenê nade zarokatiya zarên salên 90î, ew di zarokatiya her kurdê de xalên hevpar çi bin, hildigre, eqsa ev xalên hevpar jî li gor serdema ku dinivîse ji nû ve dihûnîne û derdixe ber xwînerên xwe. Argûmanên serdemê, henekên civatê, mînakên ji bîranîna civatê, bi stran û helbestan re distire û tahmeke xweş dide çîrokên xwe. Wisa ku pirtûk bi xwe dike ku hûn navberê bidin pirtûkê û stranek ku di berhemê de derbas dibe gûhdarî bikin. An jî rabin, bi heman awayî dest bi xwendina helbestên helbestkarekî bikin. Stêra derheqê vê bijartina zimanekê hînder de dibêje ku “hember derketina qirkirina çandê helbet bi parastina wî zimanî û çanda wî zimanî re girêdayî ye.” Bi rastî nivîskar cîh dide mînakên vê gotina xwe jî. Nivîskar bi vî awayî him çîrokên xwe dixemilîne him jî kes û tiştên hêja jî derdixe ber xwîneran; Helbesta Rênas Jiyan û Nahid Hûseynî, gotina stranên ya Koma Siya Şevê di nava çîrokan de derbas dibin. Wekî din solîsta Siya Şevê Gökçe Selîm weke lehengeke alîkar; Nahîd Huseynî jî bi kurtejiyan û helbesta xwe di pûrtukê de cîh digirin.
Xwîner bi xwendina çîrokan carinan kelogirî dibe carinan jî nikare xwe ji kenekî xûrt xelas bike. Ji ber ku nivîskar di çîrokên xwe de ji rastiya jiyanê qut nabe. Leheng ji taxa me, bûyêr ji gûndên me; gazin, dêrûnî, xeyal, axaftin ji rihê me ne..Nivîskar bi Kurdiyeke zindî nêzî rihê mirov dibe û ji ber vî jî leheng xwe dûrî çîrokê nabîne, cilê lehengan li xwe dike û dikeve nava çîrokê.
Dixwazim pariyek ji çîroka ku min zêdetirin jê eciband û min xwe tê de dît, bi we re jî parve bikim :
“… Mamosteyê zimanê tirkî ketibû hundir…
’ başınızdan geçen bir olayı kompozisyon şeklinde yazınız. ’
Wexta peyva kompozîsyonê bihîstibûn, matmayî mabûn…
Ji hev dipirsîn: ‘Kompozîsyon çi ye lawê min?’
Yekî ji mamoste pirsîbû:’Öğretmenim kompozisyon nedir ?’
Mamoste li ser kompozîsyonê çend gotin kiribûn.
Heyv Tava li ser kompozîsyonê difikirî.
‘Düştüm. Bütün köy halkıyla birlikte ziyarete gittik. Ben palamut ağacına çıktım ve palamut ağacından düştüm.’
Mamoste hatibû li ser serê Heyv Tava sekinîbû, wexta çavên wî li kaxizê Heyv Tava ketibû, bibû harhara kenên wî..”
Belê bi kurtasî çîroka Hespê Şeytên û Kadîr Stêra jî hinekî ev e..
Her çiqas ew beşa Wêjeya tirkî xwendibe jî ez Kadîrî weke Heyv Tavayek rasteqîn û Hespê Şeytênê jî weke koma kompozisyana ku ji bo kesên weke wî mamosteyî bi awayekî bersivî hatiye nivîsin, dibinim.
Ji bo vê bersiva wî spasiyên xwe ji Nivîskar re dişinim û ji bo vê bezandina wî ya xweş û ewûl wî pîroz dikim... (R/FD)