Viktor von Weizsacker di pirtûka xwe ya bi navê “Acilar (Êşan)” de ji janê re dibêje; heqîqeta ku bûye goşt,veguherîna heqîqetê ya ku bûye goşt”. Ger dûrketin mirov biêşînin, pevgîhanek heqîqî ne. Tenê heqîqet diêşînin. Hemû tiştên heqîqî diêşînin. Civaka palyatîf,civakek bê heqîqet e, cehenema eynîyan. Li vir xemsarî hukumdar e. Dibe sedem ku yên bêhempa ji holê rabin. Xemsarî bêhempayan tune dike.
Ku êş tinebe me ne hîs kiriye, ne jî jîyaye. Heyat ji bo berdewamkirina heyatek rehet hatîye fedakirin. Tenê têkilîyek zindî, bihevrabûnek rastîn dikare biêşîne, bo janê muqtedîr e. Tişta ku yekîtîyek zindî, ji ya mirî cuda dike êş e.”
Me ji beşa pirtûkê ya bi navê, “Hakikat Olarak Aci (Êş Weke Heqîqet)”, van hevokan bi hevre xwend. Dema me xwend canê me neêşîya. Jixwe hewce nake ku bi van gotinan bêşê jî. Lê pirs gelek in dîsa. Mînak: ku heqîqt -rastî nebe goşt û xwîn, an jî bi gotina Kurd û kurt û Kurmancî, kêr negîhîje hestî, dê çi be? Derew be an rasteder? Tiştên ku ne heqîqet in, diçin li ku? Rastîyên ku nabin goşt li ku dimînin, çi dikin û çi nakin?

Algofobî û Êşbir
Her wiha me wê rojê behsa wan êşnetirsan kiribû, ên ku XWÊY dixistin nav birînan da ku ne ew, ne jî birîn bikarin razên û tim hişyar bimînin.
Heqet ewan çima goşt û birînê (Erê,goşt û birinc…tê bîra mirov ji ber hevdengîyê) har dikirin? An jî kengê tehm û meneya heqîqeta li warê goşt fêm kiribûn û dîtibûn ku goşt, mesken û hêlîna êşê, yanî heqîqetê ye?
Li alîyê din, wek ku lazim e mirov çetele û lîsta heqîqet ango êşa li can û goştê xwe jî derxe. Mesela dema em dibên “ez nexweş im”, em behsa çi dikin, em çi navî li xwe û êşa xwe dikin? Nexweşê/a ku di şekl û şemalê êşê da dikeve nava me û hukumdarîya xwe datîne kî ye? Ew nexweş kî ye, em kî? Êş çîyê me ye, goşt çîyê me, heqîqet çîyê me ye? Reva ji goştê heqîqetê û heqîqeta li goştê heye an em tim li nav wan hepsî ne?
Êşa me ya ewil kîjan û kengê bû, a herî dawî kîjan e? Û em niha baş û bê êş in gelo? Ku welê be, heqîqet û goşt li ku ye? Qey êşkujên palyatîf em jî bi xwe re kuştine û em di bêhn û bedenên kîmyewî de wenda bûne?
“Êş ferq e. Heyatê tevlê xwe dike. Lebatên me ancax dikarin xwe bi zaravayên xwe yên xwereng bi me bidin nasîn. Êş sînoran xêz dike, ferqê derdixe holê. Ku êş tinebe hem beden hem jî dinya dikeve binê gerîneka bêferqîyê,eynîtîyê.”
Çi ecêb e ne? Heta ku neyşên em cîh û war û hesasîyetên lebatên(organên)xwe nizanin. Zimanên wan nizanin. Bes dema diêşên em bi wan dihesin. Me encax welê bi xwe didin hesandin. Wexta em dibên: “Ay…gurçika min diêşê!” em behsa deng û rengê gurçika xwe ya ku bi êşê derketîye meydanê û me ji jîyanê û rûtînê veciniqandîye dikin. Her wiha wexta em dibên, “gurçika min diêşê”, em dizanin ku wê kêlîyê derên me yên din nayşên. Haya me ji hebûna derên me yên din, lebatên me yên din nîne. Çimkî ku neyşên, nînin. Heta neyşên, haya me ji wan nîne.

Mosyo Teste û lehengên êşnetirs
“DÎJÎTALBÛYÎN PÊKANÎNA ANESTEZÎYÊ YE”
(Min bi tîpên mezin nivîsî) Loma di dem û dinya wê da êş tine ne!” Like”(ecibandin) hene, îstatîstîkê tiktikandinê û…û bextewarî. Di bin hefsarê anestezîyê de her kes bextewar e. Jiyan û kesên nebextewar, li wir bextewar in. Bextewarîya anestezîyê!
Anestezî bextewar dike! Her kes û her tişt welê bextewar e ku, tu hay ji anestezîyê nîne! Ma hukumranîya anestezîyê qet dihêle ku kes şîyar bibe û rewşa heyî, heqîqeta li ser sedyê bibîne?

Fîş û prîzên me
(MR/AY)







