Dema dibêjin bertek (refleks) nizanim çima berteka “Kûçikên Pavlovî” tê bîra min. Ew kûçikê ku Pavlov wan welê perwerde dike ku,birçî bin birçî nebin, avê bi devê xwe dixîn, zimanê xwe li dora devê xwe dixin, yanî bi kelecan xwe ji xwarinê re amade dikin. Ji ber ku fîzyologê Rûs Îvan Pavlov rêbazek welê bipêş xist ku di di dîrokê de bû xwediyê şana “Şoreşa Pavlovyen”! Çimkî wî bi perwerda xwe ya li ser kûçikan, kontrola bertekên fîzyolojîk ên xwezayî, xist bin destên xwe! Mînak bi goştdana kûçikan a bi dengê zengil, bertekên wan ên birçîtiyê yên xwezayî eyar kir û êdî kûçik birçî nebana jî dema dengê zengil dihat, diketin rewşa birçîtiyê û ji bo xwe têr bikin êrîşê goşt dikirin. Bes ew bertek êdî ne ya wan a fîzyolojîk a xwezayî bû, lew a Pavlov bû! Rebenan nedizanîn, lê berteka wan a herî xwezayî jî ji wan hatibû stendin! Lew bertekên wan êdî ne bi sedemên xwezayî, lê bi sedemên çêkirî (sûnî) bûn. Di vê wateyê de ew jî êdî kûçikên çêkirî bûn…
Îja çîrok û dîroka vê “Şoreşa Pavlovyen”, li vir naqede û Pavlovê ku qet ji Enstîtuya Lenîngradê ya Fîzyolojiyê dernakeve, bi kûçikên xwe yên otomatîzekirî, di qada fîzyopsîkolojiyê de jî dibe serkirdeyekî gewre. Lê teva ku qet ji Enstîtuyê bi dûr nakeve û li gor gotinan; dema asîstantên wî ji ber Şoreşa Oktobrê,deh deqe dereng diçin balê û ew jî li sedemên wê dipirse, bersiva wan dide û dibêje: ”Îro şoreş pêk hat, derva pir tevlêhev e, qey we hay jê çênebû?” Ew jî bi bersîva; “Em li karê xwe binêrin” dibersivîne jî, bandora wî ya li ser dinyaya dervayî Enstîtuyê bêsînor e û heta ba “Pilingên Hîtler” jî diçe!
Îcar “Pilingên Hîtler” çi ne?
Di dema Şerê Cîhanî yê duyemîn de, pilingên ku Artêşa Sowyetê ya leheng ber bi têkçûnê ve birine, ew piling in…Yanî tankên Hîtler ê faşîst ku wek artêşek hesinî bi pêş ve diçûn û ti tişt li pey xwe nedihîştin… Li gor gotinan ku wê pêşveçûna xwe bidomandana, dê efsaneya serfîraziya Artêşa Sor a ku hê jî dil germ dike nebûya.
Lê çi bû ya ku pilingên Hîtler da sekinandin? Helbet dîsa Pavlov û kûçikên xwe!
Artêşa Sor hawara xwe gîhand wî û ew jî dîsa gîhîşt kûçikên xwe, Artêşek ji wan çêkir, artêşek ku dê bibe tunekera artêşa pilingên Hîtler!
Helbet dîsa ew birçî hîştin û birçîtiya wan wek çekek bikar anî. Lê vê carê goşt, yanî rêya têrbûnê li bin tankan bû! Bi rojan ew birçî hîştin û dû re wan bera ser goştê li bin tankan da…Yanî Pavlov, çawa ku berê dengê zengil û goşt di bertekê kûçik de kiribû yek, vê carê tank û goşt kiribû yek û bi vî awayî fizîk û psîkolojiy jî kiribû yek! Loma jî wek fîzyopsîkologek, bi artêşa xwe ya ji kûçikan welê bi pêş ve çû ku, artêşa tank û pilingên faşîstan şikand û têk bir. Ji ber ku kûçikên bombegirêdayî, xwe ji birçîna welê davêtin bin tankan ku, her tişt diteqiya dibû xwelî…
Yanî “Bavê Psîkolojiya Tevgeranê” û kûçikên xwe, berteka ku ji encama birçîtiyê çêdibû û qecara ewil di sala 1993 yan de derxistibûn meydanê, welê şuxulandin ku hukmê wê hê jî bi awayên cûrbecûr didome. Ji ber ku kûçikên Pavlov ne tenê di şiklê kûçikan de ne êdî, duling in, heftrû ne, di bazar û pêwendiyan, di mecrayên dîjîtal û hwd…de li ser karên xwe ne. Bes ev kûçik zexel in, rehet nayên dîtin. Ji bo mirov karibe wan bibîne, gere têra xwe şiyar be.
Çimkî her tiştê mirov di bin mercek, kontrol û bertekandina pergala heyî de ye. Herçî azadî ye bûye lîstikek welê ku, gelek bertekên otomatîzekirî li ser navê wê di dewrê de ne. Û mirov ji ber “şewqa azadiya xwe” ya ku çavan kor dike nebîne jî; êdî jiyan bi xwe şibandine kûçikê Pavlov…Kengê dixwazin birçî dihêlin, kengê dixwazin bi goşt û zengil û lembeyan vir de wir de dibin, têr an jî birçîtir dikin û diteqînin…Dûre dîsa, dûre dîsa…dîsa..!
Welê bûye ku her kes dibêje; nizanim çi, kengê, çima wilo bû?… Nizanim çima, çawa û kengê ez hînê vê cenderê bûm? Yanî lembe û zengil welê pir û welê li her derê bicîhkirîne ku êdî fa’il û mexdûr jî tevlêhev kirine. Gelek caran kes ji ber bertekandina pergalê be jî, ji pergalê pirtir dibe parazvana/ê wê.
Bi kurtasî ne Pavlov, ne jî kûçikên wî ne li dûr in. Em nebînin jî di dorpêça wan da ne. Lê kûçik û Pavlovên niha û wiha, nakin bi neynûka Pavlovê navborî, em vê jî jibîr nakin.
Îcar bertek, ne tenê “bertek”e, fermana zexel û fenek e jî.
Û gotina dawîn, de ka em bi bertekên xwe re welê dost û heval bin ku, kes nikaribe bi wan bilîze û wan li hember me bişuxulîne.
(MR/FD)