Sakina di vê Bendewariyê de ne bi tenê ye. Mahan Mirarab, Efe Turumtay, Oscar Antoli û Jörg Mikula hevrêtiya wê dikin. Ji ber wê ye ku navê xwe kirine “Sakina & Friends”. Di albûmê de Sakinayê strana “Leyla Xanûm” ya farisî bi stranbêja îranî Golnar Shahyarê re stra ye.
Jineke bi cil û bergên rojhilatî li ber paceyê, li ser lingan sekiniye. Desteke xwe daniye li ser perwaza paceyê. Yê din di ber xwe de berda ye. Tîrêjên rojê ji pacê derbas dibin û hundir ronî dikin. Jinika ku li ber pacê li ser lingan sekiniye, li derve dinêre, weke ku li bendî tiştekî yan jî hinekan be.
Wêneyê ku ez behsê dikim, li ser berga albûmeke muzîkê hatiye xêzkirin an jî bi cî kirin.
Yekser mirov pê dernaxe ku ev wêne yê li ser bergê fotograf e ango bi kamerayekê hatiye kişandin an jî bi destan hatiye xêzkirin. Wêne kevn e lê nû ye. Nû ye lê kevn e jî.
Piştî demekê ez bergî diqulipînim û rûpelê yekê û duyê derkevin pêşberî min. Paşê bergên din. Dibe ku bi her qulipandineka rûpelekî re ez fam bikim bê ka ew jinik ji bo çi li ber paceyê û li ser lingan sekinî ye. Li bendî kê yan jî li bendî çi ye.
Dema ez bergî diqulipînim, dengê muzîkekê tê guhê min. Muzîkeke ji Rojhilat lê di nav de pêtên rojava dibiriqînin. Dengê tombakê tê. Paşê dengê gîtarê, paşê yê hin amûrên din ên muzîkê.
Her ku diçe coşa muzîkê zêdetir dibe û dengê jinekê tê.
Jinik wisa dibêje
“Li baxan ax û nalîn dê delen şahî gulan roî
Li meyxanan seday şîn dê delen pîrî muxan roî
…
Şîrîn şîrîn e şîrîn şemam e
Satê netbînim hewim heram e
Bexwa netbînim xewim heram e”
Ev diqede yeke din dest pê dike:
“Min te dîbû li ser bîrê, li ser bîrê
Av dikşandî bi zincîrê
Ez radmîsim keçika pîrê
Way lê lê, way lê lê malik wêran”
Ji nişkê ve rîtim û melodiyên muzîkê diguhere. Xemgîniya di muzîkê de zêde dibe:
“Wey gundê me, baran barî lê erdê şil kir lê
Dem go derê mala lê tijî gol kir lê
Dem go xelkê rûniştî qala me kir lê”
Di her qulipandina rûpelekî de dengek û rengekî din derdikeve pêşberî min. Muzîkeke din, atmosfereke din, hesteke din...Geh bi kurmancî, kirmanckî, soranî, geh bi tirkî, farisî, azerî…
Piştî ku albûm diqede fam dikim ku dengê tê guhê min, dengê wê jina wêneyê li ser bergê albûmê hatiye xêzkirin e.
Yanî dengê Sakina Teynayê ye.
Albûmeke pirzimanî ye
Albûma ku ez behsa wê dikim jî albûma herî dawî ya Sakînayê ye. Kesa ku di wêneyê bergê de li ber paceyê sekinî ye li bendî tiştekî yan jî hinekan e jî heman Sakîna ye. Sakîna Bendewariya xwe bi stranên xwe, bi deng û muzîka xwe tîne ziman.
Sakina di vê Bendewariyê de ne bi tenê ye. Mahan Mirarab, Efe Turumtay, Oscar Antoli û Jörg Mikula hevrêtiya wê dikin. Ji ber wê ye ku navê xwe kirine “Sakina & Friends”. Di albûmê de Sakinayê strana “Leyla Xanûm” ya farisî bi stranbêja îranî Golnar Shahyarê re stra ye.
“Usar”a kirmanckî besteya Sakinayê ye. Her weha ji bo strana “Rojavayê dilê min” ya Emrah Ogûztûrkî muzîka wê çêkiriye û “Koçberi”ya ku Mahan Mirarabî muzîka wê çêkiriye gotin nivîsandiye.
Ji ber pirzimaniya albûmê ye ku navê wê bi sê zimanan bi kurdî (Bendewarî) bi tirkî (İntizar) û bi ingilîzî (Longing) hatiye danîn.
Albûm her çiqas ku ji hin hêlan ve dişibe albûmên din ên Sakinayê, cidatiyekê jî di nava xwe de dihewîne. Di albûmên din de jî Sakinayê forma muzîka cazzê bi kar aniye. Lê di vê albûma “Bendawarî” de ev form bêhtir derketiye pêş û li hemû albûmê belav dibe.
Divê mirov rola aranjorê albûmê di vir de bivîne. Mahan Mirarabê ku ji Îranê ye û serwerî muzîka rojavaye jî, stran bi sentezeke serkeftî saz kiriye.
Serweriya Sakinayê û hevalên wê, di vê albûmê de gihiştiye asteke din. Sakinaya ku di her albûmeke xwe ya nû de bi kar anîna dengê xwe û muzîka xwe bihêztir û rengîntir dike, bi berhemên xwe, di muzîka Ewropayê û bi giştî ya welatên Rojava de cihê xwe digire.
Di bergê dawiyê yê albûmê de Sakîna dîsa bi heman cil û bergan rûniştiye û bi kenekî li ser lêvan silavekê li guhdaran dike.
Derbarê Sakina Teynayê de
Sala 1973yê li Gimgima Mûşê di malbateke kurdên elewî de ji dayik bûye. Bi kilamên elewiyan mezin bûye. Di dema dibistanê de di komên amator ên muzîkê de stra ye. Di salên zanîngehê de hay ji muzika kurdî çêbûye. Di salên 1990î de li Stenbolê di Navenda Çanda Mezopotamyayê de kar kiriye. Yek ji endamên Koma Mezrabotanê bûye. Demeke dirêj weke çalakvana siyasî kar kiriye.
Ji 2006ê û vir ve weke penaberekê li Avûstûryayê dijî û xebatên muzîkê li vir berdewam dike.
Bi navê Royê Mi albûmeke wê ya solo heye. Her weha bi Nazê Îşxan û Nûrê Dilovan re koma bi navê Trio Mara ava kiriye û him albûmek çêkiriye bi navê Derî. Ev albûm bi awayekî zindî hatiye qeydkirin. Him jî li gelek deveran konser dane. Sala 2013ê bi koma Anadolu Quartetê re dest bi xebatan kiriye. albûma bi navê “Pire” (Köprü) derxistine ku di dema konserê de bi awayekî zindî hatiye qeydkirin.
Ji sala 2015ê û vir ve jî di koma “Sakina & Friends” de kar dike.
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
Pirtûka Mafparêz, Nivîskar û Civaknas Arslan Ozdemîr a helbestan a bi navê “Xewnên di hundirê min de” li pêşberî xwendekaran e. Pirtûk ji Weşanên Sinirsizê çap bû.
Pirtûka nû ya Mafparêz, Nivîskar û Civaknas Arslan Ozdemîr li pêşberî xwendekaran e. Her weha Civaknas Arslan Ozdemîr di heman demê de ji bianetê re jî dinivîse.
Pirtûka helbestan e û navê wê “XEWNÊN DI HUNDIRÊ MIN DE” ye û Weşanên Sinirsizê çap bûye.
Di metna danasîna pirtûkê de weha hatiye gotin:
“Helbestên Bênav”
“Xewnên di hundurê min de” rêwîtiyek e ku ji sînorên helbesta klasîk dertê û bi her rêzekê xwîner vedixwîne kûrahiya hest û ramanan. Ev pirtûk bi rêzikên ku ne ji pênûsa edebiyatvanekî, lê ji dilê civaknas, perwerdekar û parêzvanekî mafên mirovan derketine, pêk hatiye. Di van helbestan de helbestvan ne xwe dispêre helbesta akademîk, xwe dispêre jiyanê; Tiştê ku dibîne, hîs dike, serpêhatî dike û wek ku tê hişê wî dinivîse.
Helbestên di pirtûkê de navên wan nînin. Ev "Helbestên Bênav" bi rastî cîhek azad diafirînin ku dihêle her helbestek sernavê xwe di nav xwendevan de bibîne. Helbest li dora kaosa cîhana hundirîn, hesret, hestên gerdûnî û şopên civakî hatine pêçan. Mijarên pir-qatî yên wekî evîn, tenêtî, bîranînên zarokatiyê, helwesta li dijî tundiyê, hişmendiya kurdewarî, herikîna demê û girêdana bi xwezayê re bi zimanekî sade û lê kûr têne vegotin.
"Min çi dîtiye min nivîsand"
Gelek rêzik wek monologên hundirîn in; Carinan demsala zivistanê bi çavên zarokekî, carna hesreta dayikekê û carna jî êşa dîrokî ya gelan tê vegotin. Helwesta helbestvan ya "Min çi dîtiye min nivîsand" di navbera rêzan de firsendê dide xwendevan ku têkiliyek jidil saz bike. Bi taybetî wêneyên evîna şîzofrenîk, qîrînên bêdeng, windabûna ferdên civakê, pistîra bindestan bi metaforên bi hêz ên ku barê hestiyar ên van helbestan zêde dikin, têne hilberandin.
Ev pirtûk ne tenê lêgerîna giyanê kesane ye; Di heman demê de şahidiya serdemek, erdnîgariyek û zimanek e. Her çend helbest "bênav" bin jî, her yek têra xwe bi hêz e ku bêyî hewcedariya sernavekê were bîranîn.
“XEWNÊN DI HUNDIRÊ MIN DE ji bo xwînerên ku dixwazin helbestê bê ku têxin qalibekê bihesînin û bijîn, nexşeya hestan e, serhildaneke bêdeng e, manîfestoya dilpakiyê ye.
Ji bo nivîsên Arslan Ozdemîr yên ku di bianet kurdiyê de hatine weşandin bitikîne
Lansmana Projeya Bîra Çandî ya "Raborî Pêşeroj e" wê li Amedê bê lidarxistin
Lansmana Projeya Bîra Çandi ya Navneteweyi ya "Rabori Siberoj e" ya ku bi pêşengtiya Ulaş Bager Aldemir tê meşandin, dê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 16-18ê Nîsanê de were pek anîn.
Projeya Bîra Çandî ya Navneteweyî ya bi navê "Raborî Pêşeroj e" wê di navbera rojên 16-18ê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê pêşkêşkirin. Armanca projeyê ewe ku mîrateya entelektuelî û siyasî ya salên 1960an bide xûyakirin.
Projeya bîra çandi ya navneteweyi ya "Rabori Siberoj e" ya ku bi pêşengtiya Ulaş Bager Aldemir tê meşandin, dê bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê were pêşkeşkirin.
🔸 'Geçmiş Gelecektir' Kültürel Bellek Projesi Diyarbakır'da
📌 1960'ların entelektüel ve siyasal mirasını görünür kılmayı amaçlayan uluslararası kültürel bellek projesi “Geçmiş Gelecektir”in lansmanı 16-18 Nisan tarihleri arasında Diyarbakır Büyükşehir Belediyemizin desteğiyle… pic.twitter.com/xV1P8XKP3E
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) April 8, 2025
Pirtûka projeyê ya ku bi rêya hevpeyvînên rûbirû jiyana birdarên Ewropî tomar dike û gelek kesayetên sosyalîst ên wek Alain Badiou, Etienne Balibar, Tarik Ali, Janette Habel, Michael Lowy, Gretchen Dutschke-Klotz û Jeremy Corbyn beşdarî kirine, bi etîketa Weşanên Ayrintiyê li ser refan cihê xwe girtiye.
Kapitalizmin hafızayı parçaladığı ve hatırlamanın günden güne imkânsızlaştığı bir dünyada; aşk, hayâl ve felsefenin tarih duygusundan asla bağımsız ele alınamayacağına inanan bir ekip olarak; "Geçmiş Gelecektir" diyoruz.
— Ayrıntı Yayınları (@ayrintiyayinevi) April 8, 2025
Ji xeynî Michael Lowy, Eleni Varikas û Gretchen Dutschke-Klotz ên ku tevkariya wan li pirtûkê bûne, Goran Therborn, Ahmet Turk, Mithat Sancar, Gultan Kişanak, Omer Laçiner û Cengiz Çandar jî dê wek axaftvan besdarî danasina li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê bibin.
Herwiha vekirina pêsangeha ku xêzên emprovîze yên di pirtûkê de cih digirin jî li Amedê dê pêk were.
Projeya ku ji aliyê Balyozxaneya Hollandayê, Navenda Çanda Fransî, Enstîtuya Goethe, Weqfa Lêkolinên Karkeran a Londonê û Enstîtuya Lêkolînên Anatolî ya Fransî IFEA ve pistgirîya wê tê kirin, armanca wê ew e ku mîrateya entelektuelî û siyasî ya 1960an bide xuyakirin.
Pirtûka "Raborî Pêşeroj e" ji aliyê Ulaş Bager Aldemir û Melisa Yildirimê ve hatiye amade kirin. Her weha pirtûk di 3ê Nîsana 2025an di weşanên Ayrintiyê de çap bû. Di pirtûkê de hevpeyvînên rûbirû yên bi navdarên sosyalîst hatine kirin, berhev kirine. Hevpeyvînên navdarên weke Alain Badiou, Etienne Balibar, Tarik Ali, Janette Habel, Michael Lowy, Gretchen Dutschke-Klotz û Jeremy Corbyn hene.
Her weha pêşgotina pirtûkê Seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û Şêwirmenda Projeya bianetê Nadire Mater, Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Ertugrul Kurkçu û Hevsrokê berê yê HDPê Prof. Dr. Mîthat Sancar nivîsiye.