“Heyat belkîyek e belkî”
Min gelek sal berê di helbesteka xwe ya ku di dîwana min a ewil ‘Sêv Jî Me Dikujin(Belkî)’de çap bû de wiha gotîye. Bes belkî…tiştek, rewşek bêdawî ye û tim ligel me ye. Di gelek helbestên min de derbas dibe belkî, di gelek nivîsên min de. Belkî ji her tiştî pirtir belkî.
Îja niha di vê Îlona ecêb de belkî, wek xeyalatek dost û rûgeş digere. Carna jî wek xeyalek bi fikar li dor û berê me diçe û tê. Pîyase dike.
Belkî van rojan bi rastî jî bibin despêka heyama serwerîya Kurdan. Belkî tu xewnereşka me ya dîrokî û rojevî êdî xwe dubare neke. Belkî di nêva vê payîzê de pîvok her derê bidin ber xwe û bahara pîvokan were. Pîvok, qasid û kulîlkên payîzê. Pîvok, belkîyên me yên bi şîfre. Şîfreyên ku kes bersîva wan nizane.
Belkî her serwer e. War û welatê îhtîmalên xweş. Xeyalata me ya rûgeş.
Belkî sibê vê wextê em, ne em bin. Belkî îro roja me ya dawîn be. Belkî axîna me ya dawîn hinek berê hat kêşan û çû. Belkî sala hatî îro em,êdî ne em ên li vê gerdûnê bin. Belkî planeta me îşev bibe zerreyek toz li vê gerdûna bêdawî. Belkî hinek paşê her tişt biqede. Belkî îşev her tişt ji nû va dest pê bike.
Belkî.
Belkî pisîkên çîrokan îşev bên xewna me. Belkî kilama ku em herî pir jê hez dikin êdî ji guhê me dernekeve. Belkî pelên vê payîzê li dora serê me bibin bablîsokek hogir û dilê me geş bikin.
Belkî.
Belkî êdî gur û rovî nikaribin çarenûsa me binivîsînin. Belkî roj êdî bi rastî jî roj û şev jî bi rastî jî şev bin. Belkî çar demsal êdî bibin çar dilşadî û kilamên xwe li welatê me jî bêjin û sûretê xwe ji ser rûyê dîwarên wî jî kêm nekin. Belkî pênc tilîyên me jî êdî karibin li pênc tembûrên jîyanê bidin û mirina ku li welatê me kirin ebedî ji welatê me biqewirînin.
Belkî.
Belkî ez van paragrafên bêbask qet nenivîsînim û bi paragrafên dilgeş re bibim bafirok û bi hewa bikevim. Belkî sîya zîndan û kelemçeyan û destanên li sêdaran êdî nema karibe li ser axa me ji xwe re cîh bibîne. Belkî zimanê me êdî ji ber tekraran di devê me de wek jehrîyê tehl nebe gelek caran wek mar bi xwedîyên xwe ve nede.
Belkî.
Heyat belkîyek e belkî. Ev gotin jî. Ev jîyan, ev kêlî, ev êvar jî. Di gerîneka wê belkîyê da dilopek ava nebûnê ne em belkî. Belkî jî dillêdana hebûnê ne em. Dillêdana pak a dawî. Dillêdana welatê me yê hem pak hem jî dawî.
Her tişt belkîyek e belkî. Tevî rengan tevlêhev dike, tevî îhtîmalan bera ser canê hev dide, tevî nakokîyan bi hev dide kuştin. Her tişt belkîyek nebixêr e belkî. Hezar sal e ku nahêle başî, xweşî û azadî bi me û gerdûna me re bighîje mirazê xwe. Bes em ji belkîyê nexeyîdin, xwe aciz jî nekin. Sûc ne sûcê wê ye. Belkî vê belkîya me ya ebedî dixwest ku tenê belkîyên xweşî û geşîyê pêk bihatana û axa me nebûya axa rondikên bilbilan. Belkî. Ax. Belkî.
Mixabin min helbesta xwe ya ku bû sedema vê gotarê nedît. Xwîyaye min dîwanan jî tevlêhev kirîye, di duduyan da tinebû. Lima jî ji cîhê wê va yeka ji Dilavîyê li jêr dinivîsînim.
BI HEV RE BÛN
Lingên xwe dan hev
Ji bo ku ji mayînan derbas bibin
Destên xwe dan hev
Ji bo ku ji şevê derbas bibin
Xwe li nava stirîyan gevizandin
Ji bo ku jana can bikeve pêşîya jana dil
Ji bo ku serê wan hinek xweş be
Lingên xwe dan hev
Ji bo ku ji mayînan derbas bin
Peyv şirîn bûn li ser lêvên wan!
20.01.2010
Zîndana Bêngolê
(MR/AY)







