Li qeraxa te şûşeyek av, telefonek û kekek. Hersê jî bê xwedî. Xwedîya wan kanê Behra Wanê? Lazim e tu bibêjî. Dîyar e tu şahid î. Qey çi dibe bêjî!
Min li dîmena veşartina Rojînê ya li Amedê dimêzand, di hişê min de ev gotin hebûn û bi lezgînî gotin ku li Amedê jî erdhej çêbû Gelo erd jî aciz bû û loma wiha dinyayê hejand. Vegera wê ya li bajarê xwe û erdhej çawa wiha bubûn yek?
Bajarê wê, ne? Wan jî bajarê wê bû, behr jî behra wê. Lê dema jin tên kuştin, tu der ne yê wan, tu bajar ne li ba wan e.
Lê çi îşê tenêtîyê heye li ba wan hersê tiştên wê? Însanek çima û çawa wiha tê tunekirin? Jinek çima û çawa wiha tê kuştin? Kurdek çima û çawa wiha bi hêsanî li welatê xwe tê kuştin? Ma qey qurtek av bû?
Na. Ez ê lîsteya navê kuştîyan nenivîsim. Hewce jî nake. Jixwe ew êdî ne nav in jî. Tu car jî ne nav bûn. Wan navek jî nîn bû jîyanek jî. Navên ku piştî kuştinê wiha dikevin rojev û hişê mirov jî ne nav in êdî. Ma nav bê hebûna xwedîyên xwe dibin? Nav êdî ne nav in, ma piştî kuştin û bêkesîya xwedîyên xwe, çi hukmê wan heye. Piştî ku em nikarin bi wan navan gazî wan bikin û ew jî ji cîhên ku bi wehşet lê hatine kuştin, nikarin bersîva me bidin, em ê çi bikin ji navan? Bila wan sûretên wan ên xweşik jî ji wê bêkesîya qatil li me nemêzînin! Na. Ew jî tewş e. Û ya herî girîng, em ê çi bikin ji vê jîna li bin goristana jin û zarokan? Kîjan dîrûşmê berz bikin, bi kîjan şûrê wan rizgar bikin?
Çû. Xelas. Em ji wan re nebûn hawar. Qatil ji me jêhatîtir derket. Kujer dîsa ji me çalaktir û şîyartir derket. Û muhtemelen qatilan ji ber vê halê me yê ku Rojînan li nav lepên wan ên har kir nêçîrên Narîn, kenê xwe bi me û bi wan kir. Belkî bi tîqetîq wiha jî gotin:
Ma dê dengê te here kê?
Ma dê kî karibe were hawara te?
Ma dê kî were te ji vir xelas bike?
Hawar…Çi zor e bêkesî û bêhêzî! Çi zor bûye!
Di çavên wê de bûy gol ne Behra Wanê? Gola çavên wê yên ku ji neçarî û tenêtîyê çêbûbû tevlê ava te bû? An te ji şerman xwe veşart û ji ber wê avê û wan hêsêran revîyay?
Ka bêje, tu zanî. Te dît.
Tu nebêjî, em ê çawa carek din werin ba te? Em ê çawa li rûyên hev binhêrin?
Tu nebêjî em ê xwe li kîjan behrê wer kin?
Tu bêje qatil, çima û çawa xwe gîhîştandê û em çima û çawa ne li wir bûn?
Belê. Kujer carek din jî bi ser ket. Jinek din jî bû nêçîrek bê parastin û hêz. Jinek din jî çû. Kujertîya ku bi hemî pergala xwe li ser kar e, canek din jî ji me bir. Em canek din jî çûn,carek din jî kêm bûn. Cîhek din jî vala bû.
Rojîn kanê Behra Wanê?
Dê martîyên te jî ji me re nebêjin… Hela em ne li wir bûn,lê pêlên te… Pêlên te li wir bûn. Wan çima tiştek nekirin? Te çima ban me nekir?
Ji bo ku canek din, jinek din, jînek din jî neçe, ji bo ku kujer û çeqel carek din jî zarokên vî welatê xafil negirin, lazim e em çi bikin? Dîyar e ku em digel her tiştî jî kêm dimînin. Çi jî dibe, qatil nasekine, çi tê gotin jî bi qatil nikare. Dîyar e ku ne dewlet ne welat ne malbat jinê naparêzin. Welat û malbat ji xwe nikare biparêze.Ya herî girîng, jin bi xwe jî nikare û nizane xwe biparêze.
Em li vê xala qatilpir bisekinin û dawî li xefleta şexsî, civakî, malbatî û welatî bînin. An na dê qatil zehftir li her derê be. Her ku here zehftir biser bikeve. An na dê xefleta me zêdetir, çavên me kortir, destên me valatir bibin. Bes e. Bes e êdî. Bila qatil na, can û jîyan biser bikeve. Bila yên baş na, yên xirab û barbar xafil û lawaz bin.
Bes e êdî. Bila Rojîn neçin û çavên me hepsê nava wan sê tiştên li ber avê nebin. Em wilo bihêz bin ku kujertî têk biçe. Keçik kulîlkan vekin, zarok bifirin li baharan.
Behra Wanê, ka bêje. Em çi bikin, çawa xwe bigîhîjînin hawara wan delal û mehsûman, çawa jinê û jînê serfîraz bikin?
(MR/AY)