Di serî de ez dixwazim merhebayekê bidim we hêjayan ku wê nivîsê dixwînin. Ez ê hewl bidim vê mijarê bi awayekî rêkûpêk û bi zimanekî hêsan rave bikim. Germahiya Zêde û Domdar ya sala 2026’an li Ewropayê, ji Gulanê heta Tebaxê, bandora wê li ser mirin û li nexweşxaneyan, tiştên hewce ne bên kirin û kêmaniyên derketin holê wê bibin çend xalên nivîsa min.
Germahiya Zêde û Domdar ya Ewropayê di sala 2026an de çi bû?
Hitzewelle bi Almanî tê wateya germahiya zêde û domdar, ku ji normalê gelek bilindtir e û bi taybetî dema ku çend roj an hefteyan berdewam dike, dikare bibe xetereyek mezin ji bo tenduristiyê.
Sala 2026an ji destpêka havînê ve balkêş bû. Di nîvê duyemîn ê Gulana 2026an de, Rojavayê Ewropayê yek ji germahiyên zêde yên herî zû yên salên dawî dît. Di hin deveran de germahiya rojane ji normalê zêdetir ji 10°C bilindtir bû.
Paşê, nîvê duyemîn ê Hezîranê de Hitzewelle ya herî girîng hat. Hezîrana 2026an li hemû Ewropayê duyemîn Hezîrana herî germ bû ku heta niha di daneyên Copernicus/ERA5 de hatiye tomarkirin; li Rojavayê Ewropayê ev Hezîrana herî germ bû.
Çima mirov ji ber germahiyê dimirin?
Ev yek ji girîngtirîn tiştên ku divê em fam bikin eve:
Mirov bi tenê ji ber ku termometre 40°C nîşan dide namire. Germahiya zêde dikare li ser dil, rehên xwînê, gurçik, pişik û mejî barê mezin çêbike.
Di germahiya zêde de damar fireh dibin (Vasodilatation), tansiyon dikare dakeve, dil divê zêdetir bixebite, lêdana dil zêde dibe av û elektrolît ji laşê mirov winda dibin.
Di kesên ku Qelsiya Dil, Nexweşiya Rehikan a Dil, Tansiyona Bilind an nexweşiyên din ên dil hene, ev dikare bibe xetereyek mezin.
Wendakirina avê (Dehydration / Exsikkose)
Mirov xwêdan dide, ji ber vê heke kes nikaribe têra xwe avê vexwe, kêmavî, tansiyona kêm, xerabûna gurçikê, xerabûna elektrolîtan( mineralan) û heta Şokê rewş dikare xerab bibe.
Lêxistina Tavê
Germahiya laş dikare pir bilind bibe. Nîşanên girîng jî evin: xayisbûn, xurifîn, hişkbûna laş-kramp, germahiya laş a pir zêde û heta îflaskirina pir organan.
Her kes bi heman awayî ne di talûkeyê de ye ango her kes wekî hev di bin bandora germahiya zêde de namîne.
Mirovên mezin, bi taybetî kesên 65 salî mezintir, kesên bi nexweşiyên dil, Astim/ KOAH, nexweşiyên gurçikan, mirovên xurifî (demens, alzheimer) an nexweşiyên norolojîk, kesên ku hin dermanan dixwin, zarokên piçûk, jinên ducanî, kesên ku li derve dixebitin û mirovên ku tenê dijîn û nikarin alîkariyê bistînin talûkê de ne.
Her wiha ne tenê li Europayê li seranserê dinayayê ev mijareke pir girîng e û divê mirov xwe ji van rewşên awarte re amade bike û di rojên wiha de pir baldar be. Di van rojan de li bin tavê negerin û xwe li siyan bigirin. Dema tav pir be, di navbera saet 10.00- 16.00an de dernekevim derve. Têr avê vexwin û malê hênik bikin û xwe li ciyê hênik bigirin. Cil û bergên rehet û tavê nakşînin li xwe bikin, li gora rewşê sîvanê, berçavka tavê, şewqe û hwd bikar bînin. We kê heta vê derê xwendibin ez ji dil û can spasiya we dikim. Ji ber ku min pir ked û dem da vê nivîsê heta ku ez biqedînim. Bi hêviya nivîsek din, bimînin di nava xweşî û tenduristiyê de.
(FY)


