Bajar jî dimirin gelo?
Amed ne tenê bajarek e. Ji bajar wêdetir zindiyek e, wek min û te ye.
Lê temenê Amedê bi qasî heft bavê me ye.
Xemla xwe her tim di pişt Sûran de veşart.
Bi sedan salan wisa bêdeng lê bi aheng li ser piyan ma.
Dibêjin ji 33 şaristaniyan re malvanî kiriye
Lê bi qasî şaristaniyan jî hatiye dagirkirin û wêran kirin.
Ta sedsala dawiyê.
Hemû gel û ol bawerî di nava aştiyê de bi hev re jiyane.
İttihat terakî û heval bendên wê yê li Amedê jar kirine harmoniya bajêr, piştî talan û wêrankirinê neçarî koçberiyê kirine.
Û îro ji hinek miletan ji bo derman jî kes nemane. Mînak gelê cihû.
Di deh panzdeh salên dawiyê de her tim banga vegerê hebû.
Ji bo hemû kesên terk-î welat bûne.
Ne veger be jî ji bo dîtina warên bav û kalan gelek kes hatin, li şûna xewnên miletê xwe şîn girêdan.
Dêr hatin nûjenkirin.
Dengê naqosên dêran dîsa tevlî azana şerif bû.
Ji anedîtî de taviya zilmê rabû.
Weke 1915an lê ji wê wêrankertir tofanek… 105 rojan ajot
Û hemû hewn û xeyalên me dan ber top û tangan û bi erdê re dûz kirin.
Me gelek êşên mezin kişandin,
Me 105 rojan bi zindî bajarek çawa ji ortê tê rakirin, çawa kevir li ser kevir nayê hiştin temaşe kir,
Ev tofana dawiyê bû
Îsrafîl carekê pifî SÛRÊ kiribû.
Nema kesî dikaribû pêşiyê lêbigirire.
Ew dewleta ku kan an jî qaşo serbanê hemû miletan bû, bi carekê bû cinawirek û bû bela serê me.
Gelên peregendêyê ku niha neçermaye mala xwe terikandiye, dilbiêşe, dil bi kezer e, şîngirêdaye, şîna mala xwe, şîna taxa xwe, şîna der û cîranê xwe, şîna bajarê xwe digire.
Lê a rastî ew jî nizanin çi serê wan de hatiye.
200 roj e, mala wan li wan hatiye qedexekirin,
Hele çiyê wan çûye çiyê wan ma ye.
Kes nizane, ew jî nizanin û em jî nizanin
Tenê dagirker dizanin bê ka çiqas xirabî bi sere kevnebajarê sêwî anîne.
Bajar ji dimirin gelo?
Bê guman bajare me tevî hemû bîranin, heyîn û qewimînên dîrokî qetil kirin.
Sûr miriyekî gorê ye,
Em şîna mirina bajarekî digirin.(MM/MB)