"Aştî bi bêdengkirina çekan dest pê dike; lê dema ku dil û hişê mirovan ji nefretê paqij bibi dibe rastiyek."
Li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya siyasî û civakî dest pê kiriye. Ev pêvajo tenê bi dawîhatina şer, bêdengkirina çekan an jî diyaloga di navbera aktorên siyasî de nayê ravekirin. Di bingeha xwe de, ew pêvajoyeke guhertina civakî, rewşenbîrî û psîkolojîk e.
Nakokiyên dirêj ne tenê birînên fîzîkî, lê di heman demê de birînên psîkolojîk, bêewlehî, tirs, xerîbî û bîranînên bi êş di civakê de jî dihêlin. Ji ber vê yekê, bidawîbûna şer nayê wê wateyê ku civak ji nişkê ve ji psîkolojiya şer rizgar dibe.
Şer bi çekan tê kirin, lê birînên şer di hiş û bîranînên mirovan de demek dirêj dimînin.Ji ber vê yekê pirsa sereke ya pêvajoya nû ev e:
Ma em ê tenê şer bi dawî bikin, an jî em ê şert û merc û zîhniyeta ku şer afirand jî biguherînin?
Di salên dawî de, astengiyên nasnameyê di nav civakê de xurttir bûne. Kurd, Tirk û komên din carinan hevdu wekî "em û ew" dibînin. Avakirina van dîwarên psîkolojîk ji dîwarên fîzîkî dijwartir e ji ber ku ew di hişê mirovan de ne û ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhestin.Pêvajoya aşitiyê divê vê zihniyetê biguherîne.
Mesele ne tenê naskirina nasnameyek an mafekî ye. Mesele ew e ku civak bikaribe vê pirsê bipirse:
Tevî cudahîyên xwe jî, gelo em dikarin bi hev re wekhev, azad û rêzdar bijîn?
Ev di heman demê de tê wateya guhertina têgeha "jiyana bi hev re".
Aştî tenê di navbera dewlet û aktorên siyasî de nayê avakirin. Aştî dema ku dikeve jiyana rojane ya mirovan dibe rastî.
Ji ber vê yekê, divê jin, ciwan, mamoste, xwendekar, hunermend, nivîskar, rêberên olî, rêvebirên herêmî û hemû beşên civakê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîzin.
Aşitî divê ji salonên siyasî derkeve û bikeve:
- Dibistanan,
- Malbatan,
- Taxan,
- Gundan,
- Zanîngehan,
- Navenda çandan,
- Medyayê û jiyana rojane.
Perwerde di vê pêvajoyê de roleke bingehîn dilîze.
Perwerdehiya aştiyê ne tenê gotina "aştî baş e" ye. Divê em van tiştan hîn bibin:
- Nakokî çawa derket,
- Nasnameya azad çawa tê avakirin,
- Pêşdarazî û stereotîp çawa derdikevin holê,
- Bîra civakî çawa tê veguhestin,
- Şer çawa bandorê li nifşan dike,
- Mirov çawa dikarin nakokiyan bêyî ku serî li tundûtûjiyê bidin çareser bikin,
- Mafên mirovan û wekheviya hemû mirovan çi ye?
• Û ya herî girîng, tevî cudahîyên xwe em ê çawa bi hev re bijîn?
Mafên mirovan ne tenê bi qanûnan, lê di heman demê de bi çanda civakî jî têne parastin.
Civatek ku şer kiribe, nikare bibêje "Me her tiştê şer ji bîr kiriye."
Ji xwe bîrkirin jî ne çareserî ye.
Divê civak bikaribe êşa xwe qebûl bike, guh bide qurbaniyên şer û li ser rabirdûyê biaxive. Lê di heman demê de, divê bîranîna êşê neyê veguheztina bîranîna nefretê.Armanc divê ne jibîrkirina rabirdûyê be. Armanc ew e ku rabirdû nebe sedema şerê sibê.
Ciwanên îro ne berpirsiyarê şerên duh in. Divê ew ne bi bîranîna şerên berê, lê bi hêviya jiyaneke sibê mezin bibin.
Ji ber vê yekê pêvajoya aşitiyê divê ji ciwanan re derfetên nû çêbike:perwerdehî, çand, huner, kar, azadiya ramanê û beşdariya civakî.
Eger ciwan nikaribin xwe di pêşeroja civakê de bibînin, aştî dê tenê peyveke siyasî bimîne.
Divê pêvajoya nû tenê wekî dawiya şer neyê dîtin.
Divê wekî destpêka avakirina civakeke nû were dîtin:
Civatek ku cihêrengî tê de çavkaniya dewlemendiyê ye, ne gef e.
Civatek ku nasnameyên cuda ne dijmin in; her nasname xwedî mafên mirovan e.
Civatek ku tê de nakokî bi diyalog û demokrasiyê çareser dibin, ne bi tundûtûjiyê.
Civatek ku li gorî nasnameyên mirovan cudahîyê nake, lê belê li ser wekhevîyên wan ava dibe.
Dema ku pêvajoya aştiyê bi tevahî siyasî be, ew dikare bi guhertina şert û mercan lawaz bibe. Lêbelê, dema ku ew bibe beşek ji çanda civatê, ew di nav wê civatê de dibe demdirêj.
Ji ber vê yekê, berpirsiyarîya me ne tenê bi parastina bêdengiya çekan ve sînordar e.
Berpirsiyariya me ew e ku em dengê jiyana hevbeş a civakî ava bikin.
(AÖ/AY)







