Nizanim kê cara ewil jê re got Apê Mûsa. Lê wek her kesî ez jî dizanim ku Apê Mûsa ye ew. Siwarê hespê şînboz, kelemê li pêş çavê neyaran… Lehengê klasîk û nûjen, rewşenbîrê her derê û her demî, şoreşgerê civakî, derûnî, polîtîk û çandî. Rustemê me yê Zal. Zalê ji malê. Geh li dadgehan, geh li gundan. Geh li stasyonan geh li ser pirên dem û dewranan. Geh bi zarokan re dileyîze geh digel pîrejin û kalemêran kêfxweşî, qerf û henek û eleman.
Apo lo! Welle tu ji bîra kesî ji me naçî. Pênûsa te bi hubra xwe şîyar e. Li şevên Îlonê û rojên berbiharê her dinivîsîne. Gotinên te li her derê welat sirûd û al in. Dema navê te derbas dibe her kes bi awayek dikene. Kenînek hûr û kûr, zirav û dijwar û bêsînor. Kenînek li ser lêvên heyat û mematê.Kenînek li ser çûn û nehatê. Jehr û şerbetê.
Ev deh meh e hema bêje her hefte ez di ber peykerê ku li cîhê şehadeta te danîne re derbas dibim. Peykerek spî û bi hawar hawar e. Peykerek li Seyrantepeya Dîyarbekirê. Hema li devê rê. Belkî jî li devê tevî xencerên Kurdistanê.
Carna dibînim ku kevok li ser û dor û berê wê lîs bûne. Carna bê navber li derdora wê direqisin. Carna hawar in, berwar in, bêwar in. Li wir, li Seyrantepeya te. Seyrantepeya te ya dawîn.
Nizanim çima navê wir Seyrantepe ye, lê dizanim ku tu herî dawî li wir hatî dîtin. Wek ewrek lezgîn, bi sendelet û şortê xwe li wir bûy. Yanî bi cil û pêlavên havînê…J ixwe dema hinan di kelegerma havînê da jî bela xwe di te û şortê te dida, te digot:
Çima xêr e, wexta turîst li xwe dikin win tiştek nabêjin, lê dema ez li xwe dikim aciz dibin…Qey bi wan germ e û bi min ne germ e? Ka bela xwe ji şortê min vekin..
Ne bela xwe ji şortê te vekirin ne jî ji jîyana te ya ji baskên firtoneyan. Herdû jî koçberî û zîndan dîtin û dawîya dawî bi xwînê hatin sorkirin.
Apo lo! Belkî te wek keştîyek ku ji avê bixeyîde û here jî kir. Rêya te dûr, xeyala te kûr, fîncana fikra te ferfûr, şeva te ya berpayîz mexmûr bû.
Apo lo! Welle tu çûy. Wek gemîyek avterikandî û pêlxeniqandî.Ne dilşewatî, ne minet û çoklerzîn…Çûyî lo! Çû gemîya welatê me yê bêderya. Çû…Lê derya jî tu bûy. Me ji bilî te nedît, ne bîhîst. Gemî, gemîvan, derya, deryager û terkîderya û terkîgemî tev bûn çîrok û dan ser rêya zarokên ku hê jî bi te re dilîzin.
Apo lo! Dibêm qey tu niha dikenî û dibêjî:
Hew maye tu ji min re bêjî Apollo!
Te xêr e?
Welle dibe. Ku Apolloyek me hebe ew jî tu yî. Ji bilî te kes nîne.
Îja wê rojê dema dîsa berêvarkî di ber wê heykelê li Seyrantepeya te re derbas bûm min bi wek her car bi çav û dilê tî li wê peykerê meyzand. Vê carê dê zarok li dor wê rûniştibûn û pişta xwe spartibûnê. Teva min nedîtin jî min ji wan re dest hejand û got:
Zarokno, xwe baş pispêrin wê heykelê, wê bîranînê, wê jîn û mirin û hêvî û kenîn vejînê. Heta win xwe bispêrin wir tiştek bi serê we nayê. Ne rêya we şaş dibe ne jî xewnên we berepaş.
Apo lo!
Lê ev çi olan û stran û birîn û derman e ku li taveheyva vê Îlonê jî dizîvire? Qey tu yê dîsa bêjî:
Zarokno wer nekin, win şaşîtîyê dikin!
Tu yê wilo bêjî û serê xwe yê ji çîyan helînî bi firtoneyek terkîdewran re bifirî biçî?
(MR/AY)







