Byung-Chul Han, di pirtûka xwe ya bi navê Civaka Palyatîf de dîsa xwe gîhandîye gelek xal û bandevên kûr. Dibêm dîsa... Lewre dema min cara ewil, ew li zîndanê, bi pirtûka wî ya Psîkopolîtîka nasî jî gelek jê hez kir û vê rastîyê dît. Her wiha ji bo ku hemçaxê me ye û ramîyarek çalakger e jî balkêş û hêja ye.
Îja di Civaka Palyatîf de dibêje ku;
“Di roja me de li her derê algofobî, tirsa êşê-janê serwer e. Toleransa li hember êşê jî bi lez dikeve. Algofobî bû wek anestezîyek herdemî. Ji her rewşa ku dikare êşê biafirîne revek heye…. Algofobî di sîyasetê de jî derdikeve meydanê. Zexta lihevhatin û pevrabûnê zêde dibe. Sîyaset li derek palyatîf bicîh dibe û zindîwerî û dînamîzma xwe wenda dike. ”Bêalternatîfî” êşbirek sîyasî ye.”Rêya navîn” a nezelal, bandorek palyatîf çêdike….Sîyaseta palyatîf nikare reformên dijwar an jî vîzyonanên ku dikare biêşîne pêk bîne. Li cîhê vana dest davêje êşbirên demkurt ên ku hew dikarin xirabî û şikestîyên sîstemî veşêrin. Sîyaseta palyatîf nikare ji bo êşê cesaret bike. Bi vê awê her tişt weke berê didome.”
Belê me bi hev re vê paragrafê xwend. Çi hat bîra me, kîjan rê û rêçikên palyatîf …derketin pêşîya me, me ji bo wan çi kir û em ê çi bikin nizanim, bes anestezî û nexweşî li her derê rêz bûne.
Lê ka em bînin bîra xwe ku palyatîf çî ye û ji ku tê?
Palyatîf rengdêrek e ku binyata xwe ji pallîûma Latînî digre. Pallîûm çî ye? Ew jî manto ye û îja pallîare heye. Yanî, bi mantoyê nixamtin, veşartin… Di tibbê da jî mena wê wiha ye; Derman û çare nîne ji bo nexweş, qe nebe êşên wê hinek be jî vemirînin, beden û ruh bixapînin. Yanî tedawîya palyatîf, ne ji bo başkirin û başbûnê, lê ji bo tevizandinê ye.
Mixabin demek berê ez jî wek gelek kesên ji nav we bûm şahidê tedawîya palyatîf û nexweşa me ya hêvîdar roj bi roj çû! Her ku diçim ser gora wê, wan serûm û dermanên giran tên ber çavên min. Digel ewqas meh derbas bûn jî, dizanim ku ew “çekên kîmyewî” hêna jî wê û axa wê ditevizînin.
Bes nexweşên ezîz û delal, em jibîr nekin ku mijara me Civaka Palyatîf e û serdarên cîhan û jîyanê, cîhan û jîyana me ditevizînin. Em çi dikin?
Ha ji me re eyne…Her yek ji me bigere, binhêre û bibîne ka em ji wê binexaneya palyatîf derdikevin an wek ku tiştek nebûye berê xwe didin alîyên din û behsa serbilindî, serkeftinî û bextewarîyên xwe dikin? Em li ku dera vê mexzena palyatîf in û çi dikin? Ewan hêvîya başbûnê ji xwe jî û ji me jî birîye, lê dev jî ji me bernadin. Derman li pey dermanê…Yanî tevzandin li pey tevzandinê… Xapandin li pey xapandinê… Veşartin li pey veşartinê …
Wey…çi baş in em!? Tu mesele nîne, êş jî çûn. Belkî em baş jî bibin. Na lo. Em baş bûne jî. Ma ne way em nayşên! Em çi bixwazin êdî, ji vêya xweştir!
Em behsa bêalternatîfîyê jî nekin nabe. Ji ber ku di bingeha vê sosretê de ew jî heye. Ên ku herî pir bilind difirin, xwe bi heft avên zemzemê dişon û bi mîroskopan li rewşê dinêrin bi xwe jî ne alternatîf in û nikarin bibin alternatîf jî. Pir pir di vê tîmarxana palyatîf de temenê xwexapandinê dirêj dikin. Û hemşîre xanim û hemşîr beg li derdora me wek vizikê dizîvirin, serûm li ser serûmê…Ji qewlê Mêrdînîyan ve em baş in wîîî!
Îja algofobî, yanî tirsa ji êşê. Em wê deynin li ku?
Belkî gere mirov lîsteya vê tirsa zêde deşîfrenebûyî jî derxe ne? Êş çî ye, çîyê me ye? Çi heye di navbeyna me de çi tine ye?
Wer xwîyaye ku ez ê heta demek li dora van pirsan bigerim.
Ka em binhêrin dê çi bên pêşîya me?
(MR/AY)







