Me çavê xwe di sala nû de, bi albûmên muzîkê yên hunermendên jin vekir. Her çend hin albumên din jî hebin lê di van du mehên derbasbûyî de albûma Rewşen Çelîkerê (Tov), ya Aynur Doganê (Hedûr) û vê dawiyê jî ya Hêja Netirkê (Stranên Neşuştî) li ser medyaya berbelav û ya civakî yên herî zêde li ser wan hatine axavtin. Ne bi qasî van her sê albûman be jî albûma Rojdayê (Bazin) jî di rojevê de bû.
Di çend rojên derbasbûyî de klîpa Zelal Gokçeyê jî kêm zêde di rojevê de ye.
Li gel van albûman albûmeke din jî derketiye ku hê bi qasî van albûman neketiye rojevê. Bi qasî ku min şopand tenê di çend malperan de û li ser kêmek hesabên medyaya civakî zanyariyên ku digotin wê albûma wî derkeve, an jî derketiye hatin nivîsandin û weşandin. Agît Işik û albûma wî ya nû ya bi navê “Hez” e ya ku ez dixwazim îro behsa wê bikim. Albûma wî di destpêka meha Sibatê ya 2020an de li ser platformên dijîtal hatiye weşandin.
Agît Işikî di sala 2014ê de bi navê “Lorîna Sibê” albûma xwe ya yekem derxistibû. Her weha di projeya “Stranên Fikri Kutlay”, projeya “PEŞK (Ji bo bîranîna Bro Omeriyî) de stran stra ye û du sîngle jî derxistiye.
Kom Muzîkê albûma wî ya “Lorîna Sibê” amade kiribû û weşandibû. Di wê albûma wî de 10 stran hene ku hin ji wan stranên gelêrî hin ji besteyên Işikî bi xwe bûn. Yek jê jî straneke ermenkî. “Kew Hêlûn” weke strana sereke ya albûmê xuya dike ku Işikî ji bo wê video klîpek jî amade kiribû û weşandibû. Lê li gorî nêrîna min “Ber derê kî û kî” strana herî serkeftî a di wê albûmê de ye ku besteya Agît Işikî bi xwe ye. Gotin û muzîka vê stranê tahma stranên gelêrî yên bi kurdî dide.
Di nûçeyên derbarê Işikî de behsa dersdariya wî û dûrxistina wî ya ji wezîfeyê tê kirin. Di van nûçeyan te hatiye gotin ku Işık dersdar bûye û li dibistanekê dewletê dersê wênesaziyê dida. Lê di sala 2016ê de di encama Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji wezîfeyê hatiye avêtin. Em ji van nûçeyan fam dikin ku piştî vê biryarê, xebatên wî yên muzîkê careke din bi rêk û pêk berdewam kiriye.
Albûma wî ya bi navê “Hez” jî di encama vê xebata bi rêk û pêkiyê de derketiye.
8 stran di albûmê de hene ku 4 jê besteyên Agit Işikî ne. Yên din jî bi tevkarî û alîkariya muzîkjenên weke Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlayî hatine sazkirin. Her weha yeke gelerî, bi zaravayê soranî heye ku navê wê Sûregul e.
Taybetmendiyeke din a albûmê heye ku Agit Işiki muzîk ji helbesteke Arjen Ariyî û ji yeke Berken Berehî re çê kiriye û ew stra ye. Helbesta Berken Berehî ya bi navê “Wêneyekî Qufilî” û ya Arjen Ariyî jî bi navê “Hez” e ku navê albûmê jî ji vê helbest û stranê hatiye.
Agit Işik weke albûma xwe ya yekem di vê albûmê de jî enstrumanên rojavayî lê bi reng û dengekî rojhilatî stranên xwe pêşkêş dike. Di albûma yekem de stranên gelêrî bêhtir bûn lê bingeha muzîka xwe li ser hîmên rojavayî bilind kiribû. Di vê albûmê de ev hîm bêhtir derdikevin pêş. Erdem Altinsesî aranjoriya albûmê kiriye ku him ji ber bala wî li ser muzîka kurdî him jî li ser muzîka cîhanî ye hevsengiyeke xweş di albûmê de derketiye holê.
Belê rast e folk,rock, country û hin şêweyên din di muzîka Agît Işikî de hene lê di dawiya dawiyê de ew di muzîkê de hin ceribandinan dike û van ceribandinan ne bi dengekî “bilind” lê bi muzîk û sewteke aram, zelal û sakîn pêk tîne. Weke di vê stranê de:
“Were rûnê şêrîn esmerê
Hal û hewalê xwe ji te re bêjim
Tê bîra te serê sibê
Hênikayîya dar û bera ciwanîyê
Li hewş hêlîkan
Sivik bû jîyan
Bi me ra dihejîya”
(FD)