Fotograf: Mustafa Avcı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Di 4ê Gulana 2022yê de dayikekê helbestek bi navê “Ez çi me?” li ser hesabê Twitterê weşand. Ev, helbesta kurê wê yê bi navê Îsmaîl bû. Îsmaîlî di vê helbesta xwe de, êş û elemên xwe yên ji ber xwebûn û hebûnê lê peyda bûne, bi zarekê şêrîn û henekî vegotibû. Vê helbestê di demeke kurt de li ser medyaya civakî deng veda.[1]
Bi hezaran kesî ew par ve kir û rojnameyan nûçeya wê çêkir. Em dikarin bibêjin ku dilê mirovan zîz kir. Piştî weşandina wê bi demeke kurt, muzîkjenekî bi navê Ufuk Beydemirî besteya vê helbestê çêkir û ew bi rêya videoyekê weşand.
Hunermendî di besteya xwe ya xweş de hurmet nîşanî helbestê dabû, bêhurmetî lê nekiribû, bi helwesteke cidî êş û elemên hebûn û xwebûna zarokekî nirxandibû û heta em dikarin bibêjin gelekî cidî nirxandibû û ew hinekî din xemgîn kiribû. Bi deh hezaran kesî ev beste jî parve kir û di nava rojekê de bi tenê li ser Twitterê 675 caran lê hate temaşekirin.
Afirînerî çi ye?
Dîsîplînên cida cida gelek bersivân didin pirsa, afirînerî çi ye, lê gava em ji vê mînaka li jor mijarê binirxînin, em dikarin bibêjin ku afirînerî, dema mirovek bikaribe bandorê li hestên mirovên din bike, afirîneriya wan tev bide û vê di asta civakê de bike, ev e afirînerî. Helbet ev nayê wê wateyê ku hemû berhemên afirîner di nava civakê de bi heman şêweyê bandorê dikin, lê li gorî amarên li ber dest ango berhemên afirîner ên di nava civakê de bandorê çêdikin, em dikarin bibêjin ku hêza afirîneriyê ya bikaribe civak û mirovan bixe nava liv û tevgerê, gelekî zêde ye.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Lerza muzîkê
Deng, hîmê esasî yê muzîkê ye. Muzîk dikare mirovên din bixe nava liv û tevgerê. Mirov dikare bibêje ku ev kapasîteya wê ji taybetmendiya dengî bi xwe ye. Mirov dikare çavdêriya vê taybetmendiya dengî, li gorî diyardeya rezonansê bike. Helbet nabe em bibêjin mirov ji ber ku li muzîkê guhdar dikin, ev ji ber rezonansê ye ku fenomeneke fîzîkî ye. Lê dîsa jî têgeha akûstîk rezonansê dikare fêdê li me bike ku em vegiriya muzîkê û afirîneriyê, mîna metaforekî, fam bikin. Sîstemeke akûstîk di frekansan de bi rengekî xwezayî dilerizin, dema ev frekans pêlên dengan bilind bikin, ji vê re akûstîk rezonans tê gotin. Mirov van tiştan dikarin di jiyana rojane de jî bibînin. Em bibêjin li cihekî du gîtar hene û bi rengekî standart akortên wan hatine çêkirin. Dema têla jêr a yekê ji wan bi rengekî xurt bilerizînin, wê ya din jî “ji xwe ber” bilerize. Têlên ku frekansên wan ên rezonansê yek in, ger di navbera wan de mesafeyek hebe jî, bi rêya pêlên dengan ên bi rêya hewayê belav dibin, bandorê li hev dikin û yek ya din dilerizîne. Ger têla gîtara ku hatiye lerizandin bê sekinandin jî, ya din lerza wê nasekine û wê bi berdewamî deng derxe.
*Vîdeoyeke derbarê vê mînakê de ye. Du çetelên akort (diyapazon) yên rezonansa wan a akûstîk mîna hev in.
Lerza dilan
Mîna vê, afirîneriya hunerî jî têlên dilê mirovan dilerizîne û dikare bandorê him li hestên wan him jî li laşê wan bike û ew tev bigerin. Çawa ku helbestvanê ciwan Îsmaîlê ku dilê wî lerizî û helbest nivîsî, paşê dêya wî ya ku têlên dilê wê lerizî û ev helbest weşand û di encamê de têlên dilê bi milyonan mirovên ew helbest xwend lerizîn. Bandora vê herî zêde li muzîkjen Ûfûk Beydemîrî bûye û hiştiye afirîneriya wî derkeve holê. Beydemîrî gotiye ku dema wî helbest dîtiye wî nekarîbû bi xwe û ew beste çêkiriye. Em dikarin vê bişibînin cûreyeke rezonansê ya dildariyê ya xurttir.
Muzîk: Bengîtiya gerdûnî ya mirovan
Muzîk berhemeke hunerî ye ku bi destan nayê zeftkirin û bi çavan nayê dîtin. Ew di nava hemû huneran de ya herî bibandor e ku li mirovan dike, bandorên wê mayîndetir in û ya herî gerok e. Ligel van tiştan, muzîk mîna “bengîtiyê” ye ku zanyar nizanin bê ka ev ji çi dibe. Ev bengîtiya gerdûnî, dikare mirovên dûrî hev û ti peywendî di navbera wan de nîne jî bigihîne hev. Ew kesên ku li berhemên muzîkê guhdar dikin, dibe ku hestên wan cida cida be, lê muzîk bi saya niyeteke xweser û “diguhere” ya muzîkê dikare wan di hestiyariyên berê bi zelalî nayên diyarkirin, cida û pirhejmar de wan bigihîne hev. [2]
Muzîk, mirov û hevgirtin
Dema mirov behsa yekîtiya hestiyariyê bike ku muzîk wê ava dike, pêdivî pê heye ku mirov behsa kapasîteya mirovan jî bike ya ji hêla laşî û giyanî ve bi rîtmekê dikare wê senkronîze bibe. Mirov bi kapasîteya xwe ya hevgirtinê, dikarin di heman demê de bi rîtmekê û muzîkekê ve werin girêdan, bi hev re û weke yek laşî tev bigerin û dansê bikin. Mîna rezonansa akûstîk, rîtma muzîkê ya li hewa diheje, dikare mekanîzmeyeke giyanî tev bigerîne û mirovan bi muzîkê û di encamê de bi hev ve girê bide. Lewre muzîk ji hêlekê dikare bike ku mirov şiyanê bi hestên ji hev cida bike û li hêla din jî dikare bike ku ew bi laş/giyanê xwe ve bi hev re di nava ahengeke nêzîkî newazebûnê de bin[3]. Di koka hestên raser û xurt a muzîkê de ku mirovan tîne ba hev û kom dike, dibe ev pêkhêneriya muzîkê ya ku destûrê dide cidahiyan, hebe.
Wateyên çandî yên têgeha afirîneriyê
Afirînêr di hin çandan de weke taybetmendiyên xwedayan tê penasekirin, li hêla din jî di liv û tevgerên rojane yên mirovan de (dema diaxivin an jî pirsgirêkan çareser dikin) û di ajalan de jî tê têdin. Têgeh di dema Yewnana Antîk û Romayê de (û di dema Ewropaya Ronenasê de jî) gelekê caran ji bo taybetmendiyên heyînên ji bilî mirovan dihate bikaranîn. Li gorî vê nêrînê, mirov amûreke navbeynkar e ku ji bo îlhamên perî, daimon, genius, nîv-xweda, xwedayan veguhezin. Afirînerî bi Ronesansê re weke taybetmendiyeke mirovan û kesan hate dîtin û ev nêrîna ku kesê afirîner berz dike, bi rêbaza Romantîzmê ve gihîştiye asta herî bilind.
Têgeha afirîneriyê li erdnîgariya Îslamhe, bêhtir aloz e. Ev jî ji ber ku feraseta ortodoks bi rengekî xurt serwer e. Li gorî vê ferasetê afirînerî bi tenê taybetmendiyeke Xweda ye û ne taybetmendiyeke mirovan e. Kesên ku bi vî çavî li afirîneriyê nêrîne, bi rêyên mîna bîdaet[4] û îçtîhatê, xwestine pêşiya nûbûn û afirîneriyî bigirin. Digel van astengiyan, berhemdariya hunerî, dîsa jî bi rêya hin çareseriyên “afirîner” li ser rêya xwe dewam kiriye. Mînak, ji ber heman nêzîkatiyan, hin zakîr gotina besteyê bikar naynin. Lewre li gorî wan, di wê de afirînerî heye, li şûna wê peyvên nîna newakirin an jî cilpêkirinê bikar tînin.[5]
Li Tirkiyeyê hin kes bi perspektîfeke olî li hizra afirînekê dinêrin û li dijî wê derdikevin lê hin kes jî bi perspektîfeke sekulertir lê dinêrin û dibêjin ku her kes ne layiqî wê ne. Ev perspektîf, perspektîfeke xwe-oryantalîst e k muzîka Rojava ya Klasîk raser qebûl dike û di bin bandora îmgeya bestekarê muzîka pirdeng, kahîn, niv-xweda ya Romantîzmê derxistiye holê de maye, kesên berhemên muzîka yek deng beste dikin biçûk dibîne û li gorî wê bestekarên rast bi tenê besteyên pirdengî çêdikin.
Li Tirkiyeyê nîqaşeke din a di mijara afirîneriyê de derdikeve pêşberî me heye. Ew jî gelo türkü tên bestekirin an na ye? Ev nîqaş bi taybet têkildarî weşanên muzîka gel a TRTyê ye ku heta salên 2000î bi rengekî xurt dewam kir. Ev feraset di eslê xwe de îdeolojiyeke gelparêz e, lê di hin rewşan de gelekî ku di siberojê de jiyaye û hatiey îdealîzekirin berz dike lê gelekî ku niha sax e, biçûk dike.[6] Li Tirkiyeyê em van niqaşên ku derbarê afirîneriyê de tên kirin, di dîroka xebatên muzîkê de dibînin.
Di xebatên folklorê, muzîkolojî û etnomuzîkolojiyê de afirînerî
Dema mirov li civakên cida dinêre bê ka mîtên derbarê derketine muzîk û amûrên muzîkê de çawa ne, dibîne ku têkiliyeke nêzîk di navbera muzîkê û tiştên îlahî, dersiruştî, efsûnî û pîroz de heye. Di dîrokê de muzîk û mît, tu dibê qey ketine nava hev.[7] Antropolog Claude Levi-Strauss di pirtûka xwe ya ku lêkolîna mîtên xwecihên Amerîkaya Başûr dike de ji bo muzîkê dibêje, zimanekî him tê famkirin û di heman demê de jî nayê wergerandin. Wê ji cûreyên din ên hunerî cida qebûl dike û weke mezintirîn tişta nepen a zanista mirovan penase dike. Ew dibêje ku afirînerê muzîkê tenê dikarin bi xwedê re bidin ber hev.[8]
Ji salên 1950î û pê de, bi taybet di bin banê zanista psîkolojiyê de hin xebat hatin kirin û bi saya van xebatan ew nêrîna ku demeke dirêj e weke rastî dihate qebûlkirin, dest bi hilweşandinê kiriye. Li gorî vê nêrînê afirînerî pîroz e, mîstîk e û di destê kêmek mirovan de ye. Bi saya van xebatan hate famkirin ku afirînerî di nava rojê de li ba hemû mirovan tê dîtin. Xebatên zimanzan Noam Chomskyî, derxist holê ku axavtina bi zimanekî bi xwe jî afirîneriyeke gelekî mezin e. Derketiye holê ku ne tenê mirov, ajal bi ostatiyekê pirsgirêkan çareser dikin û ji bo vê jî hin pîvan û sînoran datînin û ev bi xwe jî diyar dike ku ajal jî afirîner in.[9]
Li gorî nêrîna Etnomuzîkolog Laudan Nooshinî, karaktera mîtolojîk û pîroz a li afirîneriyê bar kirine; bûye sedem ku têkiliyên hêz, desthilat û îdeolojiyan ên derbarê afirîneriyê neyên dîtin. Lewma girîng e ku mirov li van têkiliyan binêre. Ew têkiliyên wan qûral û qaîdeyan diyar dikin ku bê ka wê afirînerî çawa were penasekirin, kî wê biafirîne û wê qiymetâ afirînekê çi be. Ji bo ku şêlên civakî yên afirîneriyê derdixin holê bên famkirin, divê şert û mercên civakî, çînî, etnîk, olî û ekonomîk û şert û mercên zayenda civakî werin lêkolînkirin.
Şiyana afirîneriyê ya gelan
Di xebatên derbarê folklorê de yek ji mijarên girîng ew e ku gelo qabiliyeta afirîneriyê bi gel re heye yan na. Li Tirkiyeyê ev vê, di nîqaşên derbarê türküyan de dibînin. Hin kesan û derdoran got ku gel bêhtir nêzîkî xwezayê dijî, loma berhemdariya gel jê bêhtir xwezayî ye (hinekê jî ber bi ya ajalan ve diçe).[10] Hinek teorî jî hene ku kirdewariyekê li stranên gelî bar dikin lê li gorî wan kirdewariyeke afirîner a gelan nîne. Balkêş e Joseph Grimm îdia kiriye ku “besteyên stranên gelan bi xwe çêdibin û ew bi xwe neqlî nifşên nû dibin.” Her çend di serê sedsala 20an de hatiye gotin ku gel bi xwe afirîner e û ev nêrîn hatine pejirandin lê di roja me de jî hin folklorzan hene ku dibêjin gel ne afirîner in.
Weke me berê jî got, li Ewropayê bi rêbaza Romantîzmê ya sedsala 19an re derket holê û hate gotin ku bestekar, jî ye û afirînerê nîv xwedayî ye. Bi vê re jî ew perizîn derket hole ku muzîsyen û guhdaran tune dihesiband û ji bestekaran re diçû secdeyê. Li gorî vê nêrînê bestekar afirîner e û ev nêrîn îro jî di çandê de û di muzîkolojiyê de heye. Li gorî nêrîna muzîkolog Christopher Smallî muzîkolojî; bala xwe nade çalakiya afirîner a giştî, bê ka guhdar berhemekê çawa fam dikin û bertekeke çawa didin berheman, ew bala xwe didin objeya (nota) muzîkê bi xwe ya hatiye afirandin.[11] Ev perspektîfa ku bingeha xwe ji Romantîzmê werdigire, taybetmendiya kolektîf û civakî ya berhemdariya mirovan tune dihesibînin. Lê di nîvê sedsala 20an de bi xwe jî hin metîn hebûn ku balê dikişînin ser berdewamiya çandî û kolektîfiya afirînekê. Mînak, antropolog H.G Barnettî di sala 1953yê de derbarê înovasyonê de berhemek wşeandiye. Di vir de gotiye ku mirov ji tunebûnê berhemên çandî ava nakin, ew hîmên esasî yên berê hene tînin ba hev û berheman çêdikin.[12]
Etnomuzîkolojî ya ku di destpêka salên 1950yî de derketiye holê, di demên pêşiyê de ne bi tiştên şexsî lê bi ya civakî re mijûl bûye. Digel vê jî hin xebat weşandine. Di van xebatan de nîşan daye ku kesên nexwende dikarin tiştan biafirînin. Salên 1970yî û 80yî, di beşa etnomuzîkolojiyê de bêhtir behsa kesên afirîner hatiye kirin. Di salên dawiyê de mijara afirîneriyê bêhtir di nava xebatên etnomuzîkologan de cih digire.
“Muzîkkirin”
Sosyolog Jason Toynbee diyar kiriye ku dîsîplînên ji perspektîfa çandê li ser muzîkê kar dikin û bi taybet jî xebatên di bin banê xebatên çandî de tên kirin, kêmtir girîngiyê didin afirînêriyê. Li gorî nêrîna Toynbee dibe ku ev rewş, ji ber nêrînên populîst ên serwer be. Dîsa li gorî îdiaya wî, dibe ev rewş ji ber van tiştan derketibe holê ku afirîneriyê bi hunerên bilind ve girê didin, dibêjin hunerên bilind elîtîst in, ji ber wê jî ji bo xebatên çandî yên bi çanda gel re mijûl in, nabe mijara lêkolînê. Xebatên derbarê çandê de bêhtir bi mezaxtina berhemên çandî re mijûl bûne û bala xwe daye afirîneriya sembolîk, ango afirîneriya ku dema mirov li muzîkê guhdar dikin û dansê dikin derdikeve holê.[13]
Di van nîqaşan de yek ji têgehên ku divê di dawiyê de behsa wan bê kirin, muzîkkirin e. Muzîkolog Small li şûna ku muzîkê weke obje yan jî tişt penase bike, lêkera muzîkkirinê (musicking) pêşniyar dike ku ew lêker muzîkê weke çalakiyeke di dema performansê de pêk tê penase dike. Lêkera muzîkkirinê ya ku afirîneriyê di nava hemû beşdaran de belav dike, tê wê wateyê ku mirov bi rengekî çalak, pêkheneriyê, guhdarkirinê, danskirinê, meşqkirinê, provakirinê, egzersizkirinê, strînê, çimçimandinê, fîkandinê, besteçêkirinê beşdarî performansekê bibin. Small, bi lêkera muzîkkirinê, çavkaniya enerjiya di muzîkê de, çi profesyonel, çi amator an jî li nava hemû beşdarên xebateke muzîkal belav dike, ji ber ku di mijara afirîneriyê de ketiye dehfikê, rexneyan li muzîkolojiya Rojava dike.
Astengiyên li ber afirîneriyê
Lawrence Lessig, di pirtûka xwe ya bi navê Çanda Azad (Free Culture) de, dibêje ku bi pêşketina teknolojiyên înternetê re, guhertinên mezin di berhemdariya berhemên çandî de çêbûne. Lessig di vê pirtûkê de bi kurtasî balê dikişîne ser wî tiştî ku şîrket, bi vê rêyê çand û afirîneriyê kontrol dikin. Li gorî nêrîna Lessigî şîrketên mezin, bi mehneya ku wê korsanê asteng bikin, hiqûqê li gorî berjewendiyên xwe manîpule dikin, ev rewş ferqa di navbera çanda bazirganî û ya ne bazirganiyê de her diçe ji holê radike. Ev rewş jî dihêle ku ferq û cewaziya di navbera çanda azad (mal û milê civakê) û çanda bi kontrol (kesên ku bi rêya hiqûqê mafên wan tên kontrolkirin) de ji holê rabe. Ji ber van pêşketinan, afirîneriya mirovên ji rêzê û lewra çand, ji her gavê zêdetir ketiye bin regulasyona hiqûqê, li hêlekê jî, bûye mal û milkê hin kesan ku di demeke dîrokê de bi vî rengî nebûye. [14]
Ew nirxê ku di dîrokê de weke taybetmendiyeke takekesiyê hatiye penasekirin, di nava du serikên ji hev cida de hatiye û çûye. Yek ji wan afirîneriya mirovan qebûl nake û dibêje afirînerê bi tenê ji bo tiştên deresuriştî ye; ya din jî karaktera civakî ya afirîneriyê qebûl nake û takekesiyê mezin dike, wê weke xwedayan nîşan dide û afirîneriyê weke taybetmendiyeke jiyan nîşan dide. Weke ku xebatên derbarê afirîneriyê derxistine holê, afirînerî ne tenê di destê kesên jîr û jêhatî de ye, qabiliyetek e ku di li ba hemû mirovan heye û encameke çanda kolektîf a mirovan e. Berî her tiştî qanûnên telîfê yên tund yên berjewendiyên şîrket û muzîkjenên navdar diparêzin, nahêlin muzîsyenên din berhemên muzîkê bi rengekî afirîner ji nû ve saz bikin. Afirînerên muzîkê yên nifşên nû, bi rengekî azad û afirîner dikarin muzîkên nifşên beriya xwe ji nû ve biafirînin, lê muzîkjenên roja me ji vî mafê bêpar hatine hiştin. Lewre ji bo ku afirînerî dewam bike, divê qanûnên telîfê ji nû ve werin sazkirin da ku nikaribin ber afirînerên nû bigirin.
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
[1] Hin kes dibêjin ku dayikê helbest nivîsiye yan jî dayikê bi kurê xwe re nivîsiye. Ne mimkun e ku em vê bizanibin, li gorî baweriya min Îsmaîlî ve nivîsiye. Lê ger ku dêya wî ev nivîsîbe û bi kurê xwe dabe nivîsand û parve kiribe, em dikarin bibêjin ku ev bêhtir afirîner e.
[2] Ji bo têgeha Floating intentionality li xebatên psikolog Ian Crossî binêre.
[3] Di encama xebatên Norobiyolojiyê de, derketiye holê ku noronên di mejiyê mirovan de bi rîtma muzîkaal re bi rengekî senkronîk dilebite. Dîsa, pêlên mejiyê mirovên bi hev re muzîkê çêdikin jî bi heman rîtmê senkronîze dibin. Ji bo zanyariyên zêdetir: “Neuroscience Reveals How Rhythm Helps Us Walk, Talk — and Even Love” ve “Duetting Guitarists’ Brains Fire to the Same Beat”.
[4] Peyva bidaetê ji bo tiştên nû, ji bo bawerî, îbadet, hizr û liv û tevgeran tê bikaranîn ku piştî dewra Hz. Mûhammedî derketine holê û xwe naspêrin delîlên “şerîetê”. Ji koka peyva “dahênandin, bêyî ku mînaka wê hebe çêkirin danîna holê, avakirin” hatiye afirandin, lewre di nava wê de wateya afirandinê jî heye. Binêre: https://islamansiklopedisi.org.tr/bidat.
[5] Binêre: Mustafa Avcı, “Bestenin Anlam Dünyası: Yaratma, Hatırlama, Bulma ve Keşfetme Ekseninde Müzik Üretimi”, Mustafa Kemal Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi 18, sy 48 (2021): 54-78.
[6] Ji bo bîranîneke ku Aşik Kul Ahmetî derbarê strana wî ya bi navê Yoh Yoh ya di TRTyê de, binêre: Avcı. https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/1844386#page=5
[7] Laudan Nooshin, Iranian Classical Music (Ashgate, 2015), 3-4.
[8] Claude Lévi-Strauss, The Raw and the Cooked (Harper & Row, 1969), 18,
[9] Mark A. Runco ve Steven R. Pritzker, Encyclopedia of Creativity, 2. ed, c. 1 & 2 (Elsevier, 2011).
[10] David C. Fossum, “A Cult of Anonymity in the Age of Copyright: Authorship, Ownership, and Cultural Policy in Turkey’s Folk Music Industry” (Doktora Tezi, Brown University, 2017), 44.
[11] Christopher Small, Musicking: The Meanings of Performing and Listening (Wesleyan University Press, 1998), 4.
[12] Bruno Nettl, The Study of Ethnomusicology (University of Illinois Press, 2005), 261.
[13] Jason Toynbee, “Music, Culture, and Creativity”, The Cultural Study of Music, ed. Martin Clayton, Trevor Herbert, ve Richard Middleton içinde. (New York and London: Routledge, 2011), 161.
[14] Lawrence Lessig, Free Culture: How Big Media Uses Technology and the Law to Lock down Culture and Control Creativity (Penguin Press, 2004).
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(MA/SO/NÖ/FD)