Fotograf: Pure Latin America / Twitter
Vê Adarê, em di dayîrekên xwe yên ku em li dana kirêya wan mane heyrî de asê man mixabin. Meha Adarê di malê de çêdibe qey? Ev meh wexta çalakîyên amedekirê îja bên lidar xistin, pêşkêş kirin û parve kirinê ye.Derve ye ev meh, ne hundir e. Zivistanan, derve bi qurbana hundir be dibêjin mezinên me, bi xebera wan e. Lê ka kê dîtîye serê biharê me xwe di odeyan de gennî kirîye Ku em li hev kom nebin, nedin û nestînin, serdana hev nekin, şahî û çalakîyên xwe li dar nexînên, Adar nexuya ye , mafir ew tune ye Em ji dîtinê bawer dikin, ku goştê ga ne li ber çavan be, behsa wê ne mesele ye Gotin dê her hebe lê me tişt nedît vê Adarê çi heyf e keda miletan Ka binêrin li Katalonyayê Adara me çilo ye:
Em bi carekê re di xanîyan de ,vê bihara hanê, man asê.
Têkilîyan serê hev xwar
Ne kes têr pirsa kesî dike ,ne di ber dilê hev dide, çimkî hemî der hema hema di eynî rewşê de ye. Em tena serê xwe man, tikîtenê. Meselen ez û Miqê nema dişên ji hev baz bidin, berê xwe bi wê de bikin, xwe bi karê pêşkirina an jî hînbûna zimanan biştexilînin da ku em tena serê xwe-bi hefteyan-tenê nemînin Dem ne Em dema ku em hefza xwe ji xwe û ji malîyan bikin e Ezmûneke encam-nedîyar e li pêşîya me ye û em ê teqez di nav çavên hev de bin bi hefteyan Zarok hebin eger dê ji hergavê bêtir hebin, ku nîv-problemek me û hevalên malê hebin dê bibin mişkuleyên qerase, ku me hevjînek hebe dê têkilê bê li serê benikek ziravik bisekine ne ji rêzefîlmpn Netflîxê be dê ew ben teqez biqete
Kultur
Li bajarên weke Barselonayê hingî çalakîyên hunerî hene ger ez du rojan li ser hev di mal da bimama ji bo lêhûrbûn û fikirînê- hun zanin ev du aktîvîteyên wekî luks tên hesibandin di sedsala 21em de-roja sisîyan min xwe diavêt derve bextê hinek xerîb an jî nîv-nasan
Van rojan her êvar saet di 8an de bi çengurê erbaneya xwe digirim û li şaneşînê gurm û hey gurm lê didim ji bo xatirê ji kedkarên nexweşxaneyan re bêjim SPAS cîranên berê bi zorê slavê li me dikirin ketine bextê konsertên min ên 5 deqîqeyan
Market
îro tam heftakî ye min ji mal gava xwe neavêtîye derve Ji min re ev diserife ev çimkî li malê li ser kompîterê materyalan ji bo şagirtan amade diki, video qeyd dikim û bo wan bi rê dikim Em civînên xwe li ser hangoutsê dikin li gel 11 mamoste yên din sekreterek û xwedîya akademîyê Ji bo alevêrê hevalê min dere marketê ev bûn du car vê lehengîyê dike Dido bi hevre nikarin herin an jî di siwarakê de ku rewşek awarte tune be yek şexsek tenê dikare hebe Ez li ajotina li xerîbîyê hîna ne serbest im lewhe û navê riyan bi Katalanî û Îspanî ne loma li hev şaşo maşo dikim He neqla ku hevalê min lepikên xwe yê naylonî ku li ser boyaxa poran ji min re belaş hatibûn dixe destên xwe û dikeve asansorê ez bi çavê hero-yekî lê dimeyzênim Ew ber bi rîska pêketina bi nexweşîya ji nedîtî ve qira miletê anî ve diçe Jê re dibêjim hefza xwe ji însanan bike, mesafeya metrokî ji bîr nekî, çawa daxilî hundir bûyî lepikên naylonî li hêwanê deyne Piştî ji derve vedigere ez xwe jê dûr dixim qaşo heta vîrusên bi xwe re anîn bimirin-bicehimin
Bihara xerîb
Her sibe ji şaneşînê li bêndera ku şîn bûye dinêrim dengê çivîkan bêyî yê zarokan maye vê biharê Em ji Nîsana par ve hatine vê mehela gypsy-an em ê nizanibin ka Adara wê çilo ye Me mecbûrî ji ser Adarê gav kir em jê bihurîn Em bê Adar man vê biharê
Rojbûna min a nefermî, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û sersala me Newroz li me çû îsal li erda Katalonyayê Em bi hesreta xeberên xweş ên radyo nasyonala vira ne. Kengî xebera xêrê hat em ê biharê ji nû ve bidin despê kirin. Berê berê em ê sersaxîya kesên ku nekarîbûn mirîyên xwe cara dawî bibînin bikin û em ê di ber dilê, merivên ku li nûçeyên halo godarî kirin, bidin:
Dibêjin ji ber ku mekîneyên bêhnsitendinê têra
nexweşan nakin kesên yextîyar didin alîyekî û bala xwe didin yên di binîya 65î…
Bi hêvîya biharên tijje Adar.
(MA/FD)