Car hene meriv deqîqeyan dijmêre, car dîsa hene, îja meriv radibe salan dijmêre. Ga em mehan hesab dikin, ga jî em li hêvîya bidawîbûna hejmara rojên ku me danîne pêş mirazê xwe ne.
Bi zarotî ku me dipirsî ji mezinên xwe:” Yadê, ji îdê re çend roj mane?”,bersiv ev bû:
”3 roj.” “Sê roj gelek in lê yadê?”” Na qet ne gelek in. Zû derbas dibin. Ku tu razê û rabî, razê û rabî, razê û rabî temam e. Ev dikin 3 roj.”
Em ê hesabê 13 rojan li ber xwe deyinin vêca. Hêza hejmartina rojan bi xwe, aramî ye. Aramî û aşbûna ku piştî hefsarê demê dîsa ket destê mirovî dihêle roj bên hejmartinê cardin. Werrê lê nenêrin, bidestxistina hukmê demê ne hindik e. Ferz bikim hina pirsî: Çawakîno ye ya exî, pênasekirina rojan li cem te?
13 roj dikin 13 îskan qahwe, 13 caran “siba te bixêr”, 2 menemen û 8 hêkên kelandî û yeka qelandî, 3 Kierkegaard, Sema Kaygusuzek, Maranta Rubierayek, Celîlê Celîl û nîvek û 2 Helîmê Yûsiv. Dikin barana bi şid, tava tûj, bayê hênik, toza çav-rêj, tahma ava behrê ya şor û bêhna havîna ku bi zorê xwe di ber paçika li ber bêvila însênî re radike.
Tahde li salnameya ku me ji xwe re kirîye rêbera demê tê, kengî hesab tenê dibin bihurîna roj û mehan. Ma ne sal hene difirin, derbas dibin di ber me re mîna mehekê? Kê nedîtîye ku navê mehan bûne “meha ezmûnan”, “meha xelaskirina deynê banqeyê”û “meha betlaneya her kesî”. Ha van mehan mehên wek hev in, bê roj in. Yek mirazek e, tê û derre.
Em di wextê re derbas dibin adetî, em lê namînin. Ku em lê man, wekî vê cara hanê ya ku bi xêra(!) krîza nexweşîyê hikumî, em pê dihesin çawa me roj dane ber kêran û ew parçe werçe kirine.
Bawerî bi hêza insanê-î heye û tam e. Elbet ku kontrola demê, bi bêhna fireh, kete destî, ew ê yekser bi emrê xwe bihese. Eger ev heyat jihevketî be, dê wê bi ser hev de bêne, na lihevhatî be, lê ku hatibe di fikr-gennîbûyinekê de, korbûyineka bîrdozîyekê de sekinîbe, wê esseh bêra xwe li devê cihoka vî aqilê ku xetimîye bixe û bihêle serpêhatî bi serbestî tê re herin û werin.
Her merivekê-î jiyan-nameyek heye. Navê roj û mehên di vê nameyê de ji bo her neferê-î başqe ne.
Dema xwîneran aş be. Bila bimînin di nava serpêhatîyên ku diherikin de. (MA/FD)