Bi polîtîkaya afirandina "neteweyek" nû ya komarê re, nasnameyeke nû hat çêkirin û polîtîkaya zimanî ya "Komarê" bi vê têgihîştinê hate karakterîzekirin. Di vê çarçovê de, hebûna zimanên ji bilî Tirkî tune hatin hesibandin, polîtîkayên pişavtinê hatin pêşxistin û polîtîkayeke yekzimanî hat sepandin. Ev polîtîkaya zimanî bûye sedem ku zimanên ji bilî zimanê ku ji aliyê dewletê ve hatiye hilbijartin di tevahiya dîroka Komarê de hêdî hêdî ji jiyana giştî werin derxistin û hin ziman ji holê rabin an jî bi tunebûnê re rû bi rû bimînin.
Ev polîtîkaya ziman wekî polîtîkayeke dewletê hate hilberandin ku di tevahiya dîroka Komarê de li hemû warên jiyana civakî were sepandin. Wisa xuya dike ku ev pêkanîn îro jî berdewam dikin.
Tîpên "X, W, Q, Î, Û, Ê", di alfabeya Kurdî de ye û bi zêde têne bikar anîn û her weha ji sala 1928an vir ve qedexe ne. Gelek kesên ku ev tîpana bi kar anîne li gorî xala 222an a Qanûna Cezê ya Tirkan (TCK) hatine darizandin an jî cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Di Nîsana 2022an de, Dadgeha Destûra Bingehîn navekî ku ji ber tîpa "W" tê de bûye hatiye qedexekirin, wekî binpêkirinek nenirxand û biryar da ku ew ne li gorî "Qanûna Qebûlkirin û Bikaranîna Tîpên Tirkî" ye.
Pêvajoyên tunehesibandin û pişavtinê
Kurd di qonaxa berê Komarê de xwedî hin saziyan bûn. Di vê heyamê de; di navbera salên 1890 û 1919an de gelek rojname û kovarên bi zimanê kurdî yên wek Kurdistan, Rojnameya Cemiyeta Kurd Teavun û Terakki, Amid-i Sevda, Peyman, Rojî Kurd, Yekbûn, Hetawî Kurd û Jîn derdiketin. Navenda piraniya wan li Stenbolê bûn. Her wiha li Amedê jî rojname dihatin weşandin û komeleyên li ser zimanê Kurdî dixebitin hebûn. Dîsa, di serdemên ku behsa wan tê kirin de, saziyên perwerdehiyê yên Kurdan medrese bûn. Li medreseyan, perwerde bi zimanê Kurdî bû.
Ev saziyana di salên dawî yên dewleta Osmanî de derketin holê û ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve hatine damezrandin ku ji hawîrdora azadîxwaziya wê demê sûd wergirtibûn. Piştî ragihandina Komarê ev hemû sazî hatine tesfiyekirin.
Komar di 29ê Cotmeha 1923an de hate ragihandin. Bi komarê re, Kurd û zimanê wan tunehesibandin û bi israr ji bo Kurdan gotin ew Tirkin û zimanê kurdî şêwezareke Tirkî ya çiyayî ye ku her weha têgeha “Kurd” jî ji dengê pê yê "kart-kurt" ava bûye. Ev hemû heta salên 1990î bi awayekî sîstematîk hat parastin.
Van polîtîkayan hebûna gelên ji bilî Kurdan, yên ku li tevahiya erdnîgariyê bi zimanên xwe dijiyan, wekî gef didîtin. Vê polîtîkayê hebûna zimanî, çandî, civakî û heta fizîkî ya van gelan ji holê rakir. Gelek ji wan li cih û warên xwe hatin sirgûnkirin û bi Tirkkirinê re rûbirû man. Ev polîtîkayên heyî hîn jî didomin.
Zimanzan J.B. Rudnyckyj amaje bi van xalên xwarê dike ku dibêje ji bo tunekirina tevahî an qismî ya zimanekî an jî astengkirina pêşveçûna wê ya xwezayî ji van xalan yek were pêkanîn ji bo "Jinavbirina ziman" delîlek bi bandor e:
Sepandina tedbîrên zextdar ji bo astengkirina pêşveçûna xwezayî û organîk a zimanekî
Bi armanca avakirina komeke yekzimanî, astengkirina şert û mercên pêşketina çandî ya civaka duzimanî
Tevî daxwaza komeke etnîkî ya ku bi zimanêkî cûda diaxivin, înkarkirina mafê fêrkirina zimanekî li dibistanên dewletê û înkarkirina mafê bikaranîna wî zimanî di amûrên têkiliya girseyî de.
Tevî daxwaza komeke etnîkî ya ku bi zimanêkî cûda diaxivin, nepejirandina piştgiriya darayî û manewî ya hewildanên çandî û hewildanên jiyandina ziman ên vê koma etnîkî.
Hemû nêrînên Rudnyckyj yên ku min li jor behsa wan kiriye di tevahiya dîroka Komarê de li dijî zimanê Kurdî hatine bikar anîn û hîn jî têne bikar anîn.
Biryarnameya Şark Islahatê hê di meriyetê de ye
Bi Qanûna Takrir-i Sukûn ku di 3ê Adara 1925an de li Meclîsê hat pejirandin û Biryarnameya Plana Şark Islahatê a 24ê Îlona 1925an, hemû navên deverên Kurdî ji bo Tirkî hatin wergerandin û axaftina bi Kurdî bi tevahî hat qedexekirin.
Dîsa, di serdema piştî Komarê de, gelek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û akademîsyenên ku bi Kurdî dinivîsandin an hatin sirgûnkirin an jî girtin.
Di sala 1959an de, Musa Anter di Rojnameya İleri Yurt a li Amedê de gotarek bi Kurdî û helbestek bi navê "Qimil" weşand û ji ber vê yekê hate darizandin.
Rojnameya Roja Welat, ku di sala 1977an de dest bi weşana xwe ya bi Kurdî kir, bi qanûna leşkerî hate girtin.
Qanûna bi hejmar 2932 mînaka herî nêzîk a zextên li ser kurdî ye. Ev qanûn di darbeya 12 Îlona 1980an de ket meriyetê û di 25ê Kanûna Paşîya 1991an de hat betalkirin. Lêbelê, di dawiya sala 1991an de eşkere bû ku betalkirina vê qanûnê tenê di gotinê de maye û têgeha monîzmê ya ku bi Komarê dest pê kiriye hîn jî di hişê mirovan de belav e. Parlamentera SHPê Leyla Zana ji ber ku di merasîma sondxwarina vekirina parlamentoyê de bi Kurdî axivî, parêzbendiyê wê tunehesibandin û li parlamentoyê hate desteserkirin û bi salan di girtîgehê de ma. (Di roja îroyîn de jî dema ku parlamenterên Kurd li parlementoyê bi Kurdî diaxivin, Kurdî wekî "zimanekî nayêzanîn" tê tomarkirin.)
Di salên 1990î de, zext, girtin, sirgûn û qedexeyên li ser zimanê Kurdî gihîştin asta herî bilind. Weşana bi zimanê Kurdî hema bêje ne mumkin bû. Her wiha zextek mezin li ser hunermendên Kurd hebû. Hunermendên Kurd ji bo ku bikaribin xebatên xwe bimeşînin komele û sazî ava kirin û ev komele û sazî bi qanûnên rewşa awarte (OHAL) û bi zextan re rû bi rû man.
Sirgûnkirina hunermendê Kurd Ahmet Kaya mînakeke vê yekê ye. Kaya di sala 1999an de di şeva Komeleya Rojnamegerên Magazînê de aşkere kiribû ku ew ê stranên kurdî bêje û klibê jî bikişîne. Li ser vê yekê Kaya hat sirgûnkirin.
Dibistanên Seretayî yên Herêmî (YÎBO), ku wekî kelehên asîmîlasyonê têne zanîn, û bi hezaran xwendekarên Kurd ên ku neçar man ku di van dibistanan de bixwînin û bi asîmîlasyonê re rû bi rû man...
Mînaka herî giran û bi êş a polîtîkayên tunehesibandina zimanê kurdî em di rabirdûya nêzîk de bûn şahid: Rojnameya Azadiya Welat, ku di sala 1992an de dest bi weşanê kir, di 16ê Tebaxa 2016an de bi hinceta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" bi awayeke demkî hate girtin û piştre di 29ê Cotmeha 2016an de bi KHKyê bi temamî hate girtin. Di sala 2018an de tu çapxaneyan qebûl nekir ku rojnameya wan çap bike, xebatkarên rojnameyê, fotokopiya rojnameyê dikişand û pêşkeşî xwendevanên xwe dikirin.
Pêvajoya piştî sala 2000î
Lijneya Xwendina Bilind(YOK) di 26ê Kanûna Paşiya 2011an de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî pejirand. Piştî vê li zanîngehên Mêrdin Artuklu, Mûş Alparslan û Çewlikê beşên Ziman û Wêjeya Kurdî û li Çewlik û Dêrsimê jî beşên Ziman û Wêjeya Zazakî hatin vekirin. Ji roja ku beş hatine vekirin, her sal bi qasî 100 xwendekar ji van beşan mezûn dibin.
Di sala 2022an de li seranserê Tirkiyeyê 20 hezar mamoste hatine tayînkirin, lê tenê 3 mamosteyên Kurdî(2 kurmancî 1 kurmanckî) hatin tayînkirin. Li welatê ku zêdetirî 20 milyon Kurd lê dijîn, bi hezaran mamosteyên Kurd li benda tayînkirinê ne.
Konserên hunermendên Kurd di sala 2022an de bi dehan caran hatin qedexekirin. Walîtî, şaredarî û qeymeqamtiyan destûr nedan ku li salonan ev konser werin lidarxistin.
Di 100 saliya Komarê de, daxwaza Kurdan a ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê hîn jî nehatiye bicîhanîn. Polîtîkayên yek-zimanî hîn jî didomin.
Mafên zimanî
Mafên zimanî di encama têkoşîna kes, kom û gelan a ji bo domandina hebûna xwe ya zimanî de a li hemberî bandorên hilweşîner ên stratejiyên asîmîlasyonîst ên tên meşandin, derket holê.
Mafên ziman, li hemberî polîtîkayên dewletê yên ziman, weke bersivdayîna li pêwîstiyên takekesî weke hebûneke civakî ji bo meşandina jiyaneke watedar a bi nasnameya xwe re tê pênasekirin. Ji ber vê yekê, girîngî û wateya zimanê dayikê rasterast girîngiya mafên zimanî jî diyar dike. Zimanê dayîkê wek faktoreke ku dadikeve bin hişê mirov, wek kevirê bingehîn ê nasnameyê ye û têkiliya herî xurt bi civakê re çêdike ye.
Kurd di sedsala nû de jî hîn ji van amûran bêpar tên hîştin. Di sedsala nû de nêzîkatiya komarê a ji bo mafên zimanî yên Kurdan dê karaktera nû ya komarê nîşan bide.
(AY)
.jpg)






