Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li bajarê Selanîkê yê Yewnanîstanê polîsan xortekî roman yê 16 salî bi guleyan birîndar kir, xwenîşandan destpê kirine. Duh bi şev nêzîkî hezar û 500 kes li kolanan bûn û çalakî li dar xistiye.
Li gorî nûçeya The Guardianê, xortê 16 salî li benzînxaneyê sotemenî bera wesayîta xwe daye lê pere nedaye û çûye. Polîsan gule bera wî dane û ew bi giranî birîndar kiriye.
Zarokê navborî birine nexweşxaneyeke li Selanîkê û li gorî daxuyaniya polîsan rewşa zarokî xeter e. Her weha li gorî zanyariyan polîsê gule bera zarokî daye hatiye desteserkirin û ji kar hatiye derxistin.
Piştî vê bûyerê, nêzîkî hezar û 500 kesan li kolanên Selanîkê dest bi çalakiyên protestoyî kiriye.
Hin xwenîşanderan camên dikanan şikandine û kokteyla molotofê avêtine polîsan. Polîsan jî bi gaza rondikrêj û bombeyên dengan bersiv dane. Di dema çalakiyan de ti kes nehatiye desteserkirin an jî birîndar nebûne.
Beriya vê çalakiyê, nêzîkî sed roman, rêya ku diçe nexweşxaneya xortê birîndar lê tê dermankirin ji çûn û hatinê re girtiye. Çalakvanan li wir agir bi konteynerên zibilî xistine û polîsan jî ji bo belavkirina wan gazên rondikrêj û bombayên dengî bikar anîne.
Li Atînayê jî çalakî pêk hatiye
Li Atînayê, paytexta Yewnanîstanê jî piştî bûyer hatiye bihîstin bi sedan welatiyan çalakiyeke protestoyî li dar xistiye. Çalakvanan him bûyera birîndarkirina li Selanîkê him jî bûyereke din ku di demeke beriya niha de pêk hatiye, protesto kirine. Her weha wan di dema çalakiyê de pankarket vekiriye ku li ser wê nivîsa, “Gule bera wan dan ji ber ku ew roman bûn.”
Li gorî nûçeya The Guardianê, civaka romanan û mafparêz rayedarên yewnanîstanê tohmet dikin û dibêjin ku ew cudakariya li dijî li romanan dikin. (SD/FD)