Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dîrektorê îcrayê yê UNICEFê, Anthony Lakeyî ji ber êrîşa di 26ê Çiriya Pêşiyê de li ser dibistaneka Sûriyeyê hatibû kirin û 22 zarok miribûn nerazîbûna xwe dîyar kir.
Lakeyî got ‘’ev trajedîyek e.’’
‘’Ev tiştekê diltezîn e, heke bi qestî hatibe kirin sûcê şerî ye.’’
‘’Dibe ku ev êrîşa paşiyê mezintirîn êrîşa li ser dibistanan tê kirin be ku bi hejmareka mezin zarok mirin.
‘’Zarok ji destên malbatên xwe û xwendekar ji destên dersdaran heta hetayê veqetan.
Êrîşên li ser Idlîbê
Di 26ê Çiriya Pêşiyê de bi êrîşeka li ser dibistaneka Idlîbê 22 xwendekar û 6 dersdar(mamoste) mirine.
Li gor Navenda Çavdêriya li Mafên Mirovan a ku nêzîkî Mûxalifên Sûriyeyê ye û navenda wê li Brîtanyayê ye da zanîn ku 6 êrîş li ser Sûriyeyê hatine kirin.
Rûsya: 6 roj in balafir nefirîyane
Temsîlkarê daîmî yê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî, Vitaliy Çurkinî da zanîn ku 8 roj in balafirên Rûsyayê li ser Helebê nefirîyane .(YY/MB)