Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiyên serbi Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd aşkere kirine ku di hilbijartina serokomariyê de ew ê piştgiriyê bidin namzetê Tifaqa Milletparêz û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû.
“Em ê dengên xwe bidin Kiliçdaroglû”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê berfirehiya daxuyaniya Tifaqê wiha ye:
“Di hilbijartina serokkomariyê de ji bo guhertin û aramiyê em ê dengên xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû.”
“Em li aliyê guhertin, aramî, asayîbûn û demokrasiyê ne. Tirkiye di dîroka xwe de ji aliye aborî, civakî û siyasî ve di nav qeyraneke herî mezin de ye. Ev qeyran, ji gelek aliyan ve qeyraneke binyadî ye. Sedemê esasî vê qeyranê jî, ew polîtîkayên şer, tundî û înkarê ne ku di pirsgirêka kurd de tên şopandin. Ev polîtîkayên înkar û şerxwaz, ne tenê bûye sedemê bedêldayîna gelê kurd, her wiha gelê tirk jî kaşê xizaniyek dijwar kiriye û roj bi roj Tirkiyeyê ber bi hawirek tarî û otorîter ve biriye.”
“Ev pergala ecêb û nedîtî ya serokkomariyê ku di van salên dawî de li Tirkiyeyê li dar e, di warê demokrasiyê de bûye sedemê paşketinek mezin e. Medya û çapemeniya azad hatiye bêdengkirin, darazî bûye çova destê desthilatdariyê, mixalefeta civakî hatiye çewisandin. Di encama kiryarên kêfkarî û antîdemokratîk bi sedan şaredar ku bi dengê gel hatine hilbijartin, bi şêweyeke bêhuqûqî ji wezîfeyê xwe hatine dûrxistin û bi serde jî, hatine zindankirin û di şûna wan de qeyûm hatine wezîfedarkirin. Bi sedhezaran kes bi biryarnameyên hukmê qanûnî ji karên xwe hatine dûrxistin û bi birçîbûnê hatine ‘terbiyekkirin’. Her wiha, bi hezaran siyasetmedar û ronakbîr ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin û cezakirin.”
“Pirsgirêka Kurd wê têkoşîna hevpar bê çareserkirin”
“Xelasbûna Tirkiyeyê ya ji vê hişmendiya xwe ya otorîter û dijberê kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê ye ku hilbijartina 14’ê Gulanê, derfetek girîng derdixe pêşberê me ku em pêkve, ji vê pergala zordest û nedîtî xelas bibin.”
“Ji bo li Tirkiyeyê peydabûna pevajoyeke nû ku asayîbûn û nirxên demokrasiyê di nav xwe de dihewîne, em ê dengê xwe bidin namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû. Em helwesta Kilicdaroglû ya ku dibêje pirsa Kurd dê di parlamentoyê de çareser bibe, girîng dinirxînin.”
“Li aliyê din di hilbijartina serokkomariyê de piştgirîdayîna li birêz Kemal Kiliçdaroglû, nayê wê wateyê ku em piştgiriya CHPê û Tifaqa Millet dikin. Em dizanin ku birêz Kemal Kiliçdaroglû bi tena serê xwe nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û bernameyeke wan ya rêkûpêk di vî warî de jî tune ye. Pirsgirêka kurd, dikare bi têkoşîna hevbeş ya hêzên neteweyî û demokratik yên kurd û hêzên demokrasîxwaz yên Tirkiyeyê bê çareserkirin. Hilbijartina serokkomariyê, ne ew hilbijartin e ku dê kîjan namzet, pirsgirêka kurd çareser bike û demokrasiyeke rasteqîn pêk bîne. Meseleya esasî ew e ku dê ev pergala zordest û nijadperset, dom bike an na. An dê ev pergala heyî taqeta gelên me têk bibe û Tirkiyeyê bêtir ber bi tarîtiyê ve bibe, an jî dê Tirkiye bi sazî û dezgehên xwe ber bi asayîbûnê ve biçe.
Tifaka Azadî û Demokrasîyê ya Kurd ku biryar daye di hilbijartina parlamenteriyê ya 14ê Gulanê de piştgiriya Partiya Çepên Kesk bike, bi biryar e ku di hilbijartina serokomariyê de jî li gor rastiyên civakî û hêvîyên gelê me bi helwestekê stratejik tevbigere.”(NT/AY)