Fotograf: Tevna Diyalogê ya Romanan
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Romani Godi (Komeleya Xebatên Bîrê ya Romanan) kurteraportek weşandiye ku behs kiriye bê ka li Meclîsê bi çi rengî û çiqasî daxwazên welatîtiya wekhev ên romanan û binpêkirinên mafên wan hatine gotûbêjkirin.
Rapor bi sernavê "Tax ên me ne, Meclîs a we" hatiye weşandin û hatiye diyarkirin ku gotinên nefretkirinê yên li dijî romanan hatine kirin û tundkariya li wan bûye di medyayê de hatine weşandin lê xebatên Meclîsê yên derbarê vê mijarê de kêm in.
Her weha hatiye diyarkirin ku "Partiyên li Meclîsê ne, derbarê romanan de xebat li meclîsê (projeyasa, pêşniyarname, axavtinên li civata giştî hwd) nekirine û bi taybet behsa têkoşîna li djî cidakariyê, rûbirûbûyîna bi antigpysyizmê re (dijayetiya romanan) nekirine."
Bi tenê HDP û CHPyê behs kiriye
Romani Godiyî bi van daneyan behsa mijarê kiriye:
Ji 600 parlamenteran bi tenê 11yan di axavtinên xwe de behsa romanan kirine.
Ji 114 civînan bi tenê di 8an de, di zêdetirî hevokekê de behsa romanan kirine.
Ji 19 partiyên siyasî yên di parlamenterên wan di Parlamentoyê hene bi tenê Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Gel a Komarî derbarê romanan de li Parlamentoyê de kar kirine.
Kemal Bulbul, Gulîzar Bîçer Karaca û Ozcan Pûrçûyî di sala 2022yan de yên li Parlamentoyê behsa pirsgirêkên romanan kirine.
Pirsgirêkên romanên jin, zarok, LGBTI+, kêmendan û ciwan li Parlamentoyê nebûne rojev.
Derbarê Romani Godiyê de
Di romanesê de tê wateya "eqlê romanan. Di serê 2022yan de komeke çalakvanên ciwan komele ava kiriye. Dixwazin cudakarî, newekheviya li romanan dibe, binpêkirinên mafên romanan, xetereya li ber ziman û çanda romanan di rojevê de be.
Derbarê van mijaran de xebatên çavdêriyê, lêkolîn û rapornivîsînê dikin. (TY/FD)