Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî li Hatayê li herama ku agir bi daristanan ketiye lêkolînên xwe kiriye.
Soylûyî diyar kiriye derbarê mijarê de lêpirsîn didome û 2 kes jî hatine desteserkirin.
“Em hêsanî jê filitîn dibe ku biba karesatek mezintir”
Soylûyî di daxuyaniyê de weha gotiye, “Mijara şewate tirseke derûnî çêkiriye. Em di wê baweriyê de ne wê gavên ku em bavêjin çiqas bi lez be dê bi hêsanî bê avêtin.Em bi hêsanî jê filitîn dibe ku biba karesatek mezintir.
Niha 2 kes hatine desteserkirin. Lêpirsîn didomin. Ger encamek jê derkeve emê bi raya giştî re parve bikin. Ji 4 kesê ku weşandine 2 jê li derveyî welate. Yek li Belçîkayê ewê din li Almanyayê ye. 2 kesên ku li welate hatine desteserkirin.
Çi bûbû?
Li sibê ya roja îniya 9ê Çiriya Pêşiyê agir bi daristanê Belen, navçeya Hatayê ketibû. Di saetên êvarê de şewatê xwe gîhandibû navçeya Arsûzê jî. Di 10ê Çiriya Pêşiyê de di saetên êvarê şewat hatiye kontrol kirin. Bi midaxeleya firokeyek, 5 helîkopter, 188 arasoz, 25 makîneyên kar û 750 personelan agir hatiye kontrol kirin. (TP/AY)