Nivîskar, Turan Dagliyî kitêba xwe ya sêyem, romana xwe ya duyem, “Küçük General(Generalê Biçûk)” temam kiriye û weşanxaneya Kafe Dedalusê ew weşandiye.
Weşanxaneya Kafe Dedalusê kitêb bi van gotinan daye nasîn:
“Demekê dirêj behsa zaokekê sembola başî û qencîyê dihat kirin. Zarokekê şîrîn, çavşîn/çavkesk, şekiroksembola qenciyê bû. Lê dinya guherî, derûniya wî zarokî têk çûye û bûye faşîstekê temam.
“Generalê biçûk li Egeyê dijî.
“Ew serê sibeyê bi hilatina rojê dest bi roja xwe dike û di hemiya rojê de hewil diude her tiştî bîne rayê. Carinan bela xwe li rojê jî die. Dema nekare tiştinan/kesinan bi rihetî wan wek xayîn dide nîşandan.
“Nîşana exlaqê ye. Dergevanê siberoj û statûkoya me ye.
“Dema roj diçe ava her car ew dixusire. Ji ber ku êdî dinya li ser xeta aqilî nazivire.
“Turan Dagliyî bi kitêba Generalê Biçûk parodiyeka Mîrzayê Biçûk çêkiriye. Wî bi zimanekê henekî nivîsîye û mîzah li dilê nivîsê bi cih kiriye.”
Turan Dağlı kî ye?
Ew li Mêrdînê hatiye dinê û li Manîsayê mezin bûye. Li Zanîngeha Egeyê li beşa felsefeyê xwendiye. Li Izmîrê dersdêrîya felsefeyê dike. Ji bilî Generalê Biçûk du kitêbên bi zimanê tirkî yên bi navê “kuzgun kara” û “bir çift küpe çiçeği” nivîsîye.
(MB)