Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA) Pinar Gayip li ser giliyê Korgeneral Mûsa Çîtîl bi tohmeta ku “kesên ku di têkoşîna li dîjî terorê de wezîfedar bûne weke hedef nîşan daye” dihat darizandin. Gayipê di dozê de beraet kiriye.
Çawişê pispor Mûsa O. ku “êrişa zayendî” li Îpek Erê kiribû û “bibû sedemê xwekuştina wê û piştre 10 sal cezayê girtîgehê li Mûsa O. hatibû birîn. Rojnameger Gayipê nûçeya têkildarî Mûsa O.yî girtiye û li ser “Mûsa O. qey ji Mûsa Çîtîl feyîz girtiye ku ev sûca kiriye” nivîsiye û parve kiriye. Ji ber vê parvekirina xwe dihat darizandin.
Danişîn li 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatiye û rojnameger Pinar Gayip bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) tevlî danişînê bûye.
Dozgerê danişînê gotiye sûcê ku Gayip pê tê darizandin, wê ew sûca nekiriye û xwestiye Gayip bê beraetkirin. Dadgehê jî nirxandina dozger erê kiriye û Gayip beraet kiriye.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(HAAY)