Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rapora Tirkiyeyê navîniya anketên ku meha borî ji aliyê şîrketên lêkolînê yên Aksoy, Optîmar, Metropol, Area, Yoneylem û ORCê ve hatine weşandin, hesab kiriye.
Rapora Tirkiyeyê navîniya anketên ku meha borî ji aliyê şîrketên lêkolînê yên Aksoy, Optîmar, Metropol, Area, Yoneylem û ORCê ve hatine weşandin, hesab kiriye. Li gorî raporê Dengên Rêkevtina “Cûmhûr” ber bi kêmbûnê ve diçe, dengên Rêkevtina “Mîllet” her ku diçe zêde dibe.
Her weha li gorî raporê dengên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo diyarkirina encamên hilbijartinê hêza sereke ye.
Rêjeya dengên HDPê ji sedî 10,3 e
Li gorî Raporê rêjeya dengên rêkevtina Desthilatê ango "Cumhur" wê li ser hev (AKP+MHP) ji sedî 39,2 e. Rêjeya dengên Rêkevtina "Millet" (CHP+IYI Parti+Saadet+Partiya Pêşerojê+Deva Partî) li ser hev ji sedî 42,5 e. Her weha rêjeya dengên HDPê jî ji sedî 10,3 e. (TY/AY)