Fotograf: MA
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem xwestiye piştgiriyê bidin çalakiya Emîne Şenyaşarê lê polîsan destûr nedaye wan ku biçin ber avahiya Wezareta Dadê.
Malbata Şenyaşarî ya piştî ku di 9ê Adara 2021an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû, biryar dabû li Enqereyê, li ber avahiya Wezareta Dadê çalakiya xwe dewam bike. Çalakiya Malbata Şenyaşarî ya li ber avahiya Wezaretê, di roja 25an de ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Malbata Şenyaşarî beriya ku biçe ber avahiya Wezareta Dadê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Piştî civînê, Emîne Şenyaşara ji ber nexweşiya xwe li erebeya biteker siwar bûye û tevî kurê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Rihayê Ferît Şenyaşarî, ji ber Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyaye.
Îro jî polîsan destûr nedaye ku malbat biçe ber avahiya Wezaretê. Her weha parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) xwestiye piştgiriya Malbata Şenyaşarî bike. Lê polîsan destûr nedaye ku ew û û Malbata Şenyaşar bên ba hev û bi darê zorê parêzer ji ber avahiyê bi dûr xistine.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(FD)