Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya ku lijneya juriyê bi hewldan û xebatên xwe yên hêja bi taybetî di warê rexnekirina helbestan de; bi kovargerî, wergêrî û weşangeriyê ve di edebiyata Tirkiyeyê de rola pêşvebiriyê pêk aniye û wan bi vê sedemê wî hêjayî xelatê dîtine.
Xelata Erdal Oz ya Edebiyatê ji sala 2008an vir ve tê dayîn û ji wê kesê bijartî re 15.000 TL pere tê dayîn.
Hêjayên xelatê yên berê
Ev xelata îsal cara nehemîn tê dayîn. Beriya niha kesên weke Gulten Akın, Nurdan Gurbilek, Îhsan Oktay Anar, Şavkar Altinel, Murathan Mungan, Cemil Kavukçu, Kuçuk Îskender û Orhan Pamuk hêjayî xelatê hatin dîtin.
Lijneya Juriyê
Îsal di lijneya juriyê de Turgay Fişekçi, Kaya Genç, Handan Inci, Asuman Kafaoglu Buke, Oguz Demiralp, Sibel Irzik û bi ser navê Weşanên Canê jî Sirma Koksal cih digirin.
Li gorî sîstema juriyê her sal endameke wan ji lijneyê diqete û dewsa wî/wê de yekê din tê cih.Îsal Turgay Fişekçi ku 6 sal in di lijneya juriyê de ye wê biqete û dewsa wî de Cemil Kavukçu di lijneyê de cih bigire.
(YY/YO)
Orhan Koçak kî ye? |
Di sala 1948an de li Stenbolê hatiye dinê. Li ODTUyê beşa îktîsat û sosyolojiye xwend. Damezirênerê Kovara Defter û Weşanên Kanatê ye. Bi nivîsên xwe yên di warê psikanaliz, Marksîzim, teoriya rexnegir, Dibista Frankurtê û rexnekirina edebî ve hat naskirin. 12 sal di kovara Virgulê de wezîfeya berpirsyariya weşana giştî pêk anî. Pirtûkên Theodor W. Adorno, Max Horkheimer, Melanie Klein û Samueş Beckett wergerandin. Berhemên wî: Imgenin Halleri (1995), Modern ve Otesi: Elli Yilin Sanatina Kenar Notları (2008), Bahisleri Yükseltmek (2011), Kopuk Zincir (2012). |