Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li DYAyê ji ber ba û bahoz û bablîsokê herî hindik 94 kes mirine.
Ba û bahoz ji roja înê û vir ve bandora xwe Kentucky û li çendîn bajarên din kiriye. Ji ber ba û bahozê ziyaneke mezin çêbûye, gelek kes li bendî rizgarkirinê ne.
Joe Biden, Serokê DYAyê aşkere kiriye ku ji ber ziyana mezi, eyaleta Kentucky-yê bûye herêma karesatê. Bidenî sersaxî ji qurbaniyan re xwestiye û diyar kiriye ku ji bo xebatên rizgarkirinê ew bi waliyên eyaleta re kar dikin.
Li gorî nûçiya BBC Tirkiyê, Navenda Meteorolojiyê ya Netewî ya Amerîkayê ji bo eyaletên Arkansas, Tennessee, Missouri, Kentucky û Illinoisê hişyarî daye.
Illinois
Li eyaleta Illinoisê banê depoyeke Amazonê hatiye xwarê. Karkerên li depoyê di bin ban de mane û nikarin derkevin. 6 karker mirine. Xebatên rizgarkirina karkerên din dewam dike.
Piştî demekê di nûçeyan de hatiye nivîsandin ku 30 kes rizgar bûne û 2 kes birine nexweşxaneyeke li Missouriyê. Xebatên rizgarkirinê didomin.
Arkansas û Tennessee
Li mala bêkesan a eyaleta Arkansasê kesek miriye, 5 kes birîndar bûne. 20 kesên li avahiyê asê mane, rizgar kirine. Rayedaran diyar kiriye ku tevahiya avahiyê rûxiyaye.
Dean Flener, Berdevkê ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn ê eyaleta Tennessee-yê diyar kiriye ku li bakurrojavayê eyaletê 3 kes mirine. (TP/FD)