Fotograf: Utku Çakırözer / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Platformên Dijîtal, Projeqanûna Derbarê Guhertinên di Hin Qanûnan û Qanûna Çapemeniyê de qebûl kiriye. Raya Giştî ji bo vê projeqanûnê dibêje, “Qanûna dezenformasyonê” û partiyên mixalefetê jî navê “torbeya sansûrê ya çapemeniyê” lê kiriye.
Parlamenterên partiyên mixalif, di dema gotûbêjên de li dijî projeqanûnê derketine. Parlamenteran gotiye ku projeqanûn li dijî xalên Destûra Bingehîn ên derbarê azadiya çapemeniyê, ya xweîfadekirinê û hizr û ramanê de ye û bêyî ku nîqaş li ser xalên wê werin kirin, bila neyê qebûlkirin. Lê ev daxwaz nehatine pejirandin.
Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, li komîsyonê axivîne û wan jî xwestiye ku projeqanûn bi paş de vekişînin.
AKP û MHPyê projeqanûn amade kirine û derbarê medyaya civakî û rojnamegeriya înternetê de hin guhertin tên pêşbinîkirin. Parlamenter nêzîkî 10 saetan li ser vê projeqanûnê axivîne. Civîna derbarê wê de duh (1ê Hezîranê) saet di 14.00ê de destpê kiriye û destê sibê, li derdora saet 4.00ê qediyaye.
Piştî ku Komîsyona Platformên Dijîtal ev projeqanûn pejirandiye, çav li rê ye ku hefteya pêş li Komîsyona Edaletê were nîqaşkirin. Ger li vir jî were qebûlkirin, wê li Cıvata Giştî ya Parlamentoyê gotûbêj li ser wê bibin. (HA/FD)