Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mûhammed Eren Sutçuyê ku li Stenbolê êrîşî avahiya Rêxistina navçeya Bahçelîevlerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû û paşê serbest bûbû, hatiye girtin.
Li gorî nûçeya ku li Ajansa Meopotamyayê hatiye weşandin, dozger li dijî biryara serbestkirinê derketiye.
Bixwîne - Kesê li Stenbolê êrîşî HDPyê kiriye, serbest bûye
Piştî dozgerî îtiraz kiriye Sutçu hatiye gertin. Ji ber ku biryara veşarîbûnê li ser dosyeyê heye, nehatiye zanîn ku bê ka dozger ji bo çi îtiraz kiriye û êrîşkar bi çi sedemê hatiye girtin.
Çi bûbû?
Muhammed Eren Sutçuyî di 28ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan û kêrê êrîşî avahiya rêxistina Bahçelîevlerê ya HDPyê kiribû. Di encama êrîşê de Ramazan Dişari û Azîz Şîmşek bi sivikayî birîndar bûbûn. Piştî êrîşî polîsan êrîşkar desteser kiribû û ew biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Kolana Vatanê. Dozgeriyê biryar dabû ku lêpirsîna wî veşartî were kirin û dema desteserkirina wî 4 rojan hatibû dirêjkirin. (AÖ/FD)