Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) bîlançoya mirinên di dema karkirinê de ên meha Kanûna Pêşiyê aşkere kir.
Li gorî raporê di meha Kanûna Pêşiyê de herî kêm 154 karker di dema karkirinê de mirine, ji wan 5 zarok bûne.
Tevî vê hejmarê di sala 2023an de 1929 karker di dema karî de mirine. Her weha di sala 2022an de jî 1843 karker mirine.
Di meha Kanûna Paşiyê de 115, di meha Sibatê de 261, di meha Adarê de 130, di meha Nîsanê de 123, di meha Gulanê de 147, di meha Hezîranê de 160, di meha Tîrmehê de 184, di meha Tebaxê de 206, di meha Îlonê de 153, di meha Çiriya Pêşiyê de 151, di meha Çiriya Paşiyê de 145 û di Kanûna Pêşiyê de jî 154 karker mirin.
5 Karkerên ku di meha Kanûna Pêşiyê de can daye, temenê wan di navbera 15-17an de bûne. Temenên 26 karkeran di navbera 18 û 29an, yên 71an di navbera 30-49an, yên 43an di navbera 50-64an, yên 3an jî 65 û berjir bû. Temenên 6 karkeran nehatine zanîn.
Her weha di sala 2013an de 1235, di sala 2014an de 1886, di sala 2015an de 1730, di sala 2016an de 1970, di sala 2017an de 2006, di sala 2018an de 1923, di sala 2019an de 1736, di sala 2020ê de 2427, di sala 2021an de 2170, di sala 2022an de 1843 karker di dema karkirinê de mirine.
(HA/AY)