Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) “Rapora xwe ya Mirinên Dema Karî yên di Beşa Enerjiyê de” bi raya giştî re parve kir.
Herî kêm 372 karker mirine
Meclîsa ISIGê diyar kir ku ji sala 2013an heta meha heştemîn a 2023an de herî kêm 372 karkerên enerjiyê di dema karkirinê de mirine.
Meclisa ISIGê diyar kir ku di beşa enerjiyê de bi taybetî gelek karkerên ciwan ku ji zanîngehên du salî mezûnbûne dixebitin. Her weha meclîsê destnîşan kir ku ji sêyan yekê karkerên ku mirine, temenê wan di bin 30yî de ne û karkerên ciwan in. Ev karkerana di bin şert û mercên nebaş de dixebitin.
Dabeşkirina mirinên di dema karî de ên di beşa enerjiyê de li gorî temenan wiha ye:
o 14 û kêmtir zarokek,
o Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 1 zarok/ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 18-29an de 116 karker,
o Yên temenên wan di navbera 30-49an de 208 karker,
o Yên temenên wan di navbera 50-64an de 31 karker,
o 65 û berjortir 4 karker,
o Temenên 11 karkeran nehatiye diyarkirin.
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê di 10 salên dawî de herî kêm 372 karkerên enerjiye mirine. Ji wan 19(ji sedî 5,1) endamên sendîkayê bûne û 353(ji sedî 94,9) jî endamên sendîkayê nebûne.
Ji bo tevahiya Rapora ISIGê bitikîne
(VC/AY)